Ayşegul Akturk li ber nexweşxaneya lê dixebitî bi bîr anîn 2020-06-09 15:30:41 STENBOL - Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, jina 36 salî Ayşegul Akturk a ji aliyê cîranê xwe ve hat qetilkirin, li ber nexweşxaneya lê dixebitî bi bîr anîn. Rêvebera ÎTO’yê Dr. Suheyla Agkoç, bertek nîşanî cînayetê da û got: “Em ê destûr nedin ku ev çerx û ev pergal, jinek din ji nava me bibe.”  Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO), Sendîakya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) û Sendîkaya Karkerên Tenduristiya Şoreşger (Dev-Saglik Îş), xebatkara tenduristiyê jina 36 salî Ayşegul Akturk a di 5’ê Hezîranê de li Maltepe ya Stenbolê cîranê wê Mûharrem E. yê 22 salî pêşiya wê girt û kuşt, li ber nexweşxaneya lê dixebitî bi bîr anîn. Di bîranînê de, pankarta “Bila Hevpeymana Stenbolê û qanûna 6284’an bên bi cih anîn û tundiya li dijî jinê bi dawî bibe” hat vekirin û dirûşmeyên “Qanûnan bi cih bînin, jinan bibin jiyîn” û “Bila Ayşegul nemirin” hatin berzkirin.   Seroka Dîwana Desteya Nûnertiya ÎTO’yê Dr. Suheyla Agkoç, di bîranê de axivî û wiha got: “Em jin tercîha têkoşînê dikin. Ev çerx û ev pergal her roj jinekê ji nava me dibe. Emê destûrê nedin vê yekê. Ev nûçeyek maxazinê nîne. Ev cînayeket jinê ye. Emê şopdarê vê dozê bikin. Em dest ji canên jinan bernedin. Wê ji dest ji mafê xwe yê jiyanê bernedin. Bila hemû kes dengê me bibihîsin û vê baş zanibin.”    Hevseroka Şaxa SES’ê ya Şîşlî Fadîme Kavak û Rêvebera Şaxa Anadolu ya SES’ê Dîren Dogan jî, bertek nîşanî qetilkirin Ayşegul dan û wiha gotin: “Emê heya dawiyê têbikoşin. Ji bo ku jin dibêjin ‘na’ tên kuştin. Em cîhanek azad dixwazin. Em naxwazin yek ji me jinan ji vê cîhanê kêm bibin. Em dixwazin rayedar Hevpeymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284’an bi cih bibînin. Em dixwazin bijîn.”   Girseyê piştî daxuyaniyê ji bo Alturk heya Bloka B meşiya û qerenfîl danîn li ber avahiya Alturk lê dixebitî.