Heyeta HDP'ê KESK ziyaret kir 2020-06-09 16:31:33 ENQERE - Heyeta HDP'ê Navenda Giştî ya KESK’ê ziyaret kir û xwest li dijî zext û tundiyê têkoşîna hevpar bimeşînin. Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, anî ziman ku armanca wan têkoşînek hevpar a mînak pêş bixin.    Heyeta HDP'ê di çarçoveya xebatên Meşa Demokrasiyê de Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ziyaret kir. Ji heyeta HDP'ê Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtalan û parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sakik amade bûn. Heyeta HDP'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê KESK'ê Ramazan Gurbuz, endamê MYK'ê ya KESK'ê Yusuf Şenol û Elif Çuhadar ve hatin pêşwazîkirin. Ziyaretê nêzî saetekê berdewam kir. Heyeta HDP’ê têkildarî Meşa Demokrasiyê ku ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve bimeşin niqaş kirin û fikr parve kirin. Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, anî ziman ku armanca wan têkoşînek hevpar a mînak pêş bixin û wiha got: "Pêvajoya şewbê didome. Em dibînin ku gel bi xizaniyek pir mezin re rû bi rû maye. Em carek din dibêjin li vî welatî hiqûq, demokrasi, wekhevî tune ye. An em ê ji vî halê xwe razî bin an em ê têbikoşin. Lê ji ber ku em ji vî halî ne razî ne emê têkoşînê mezin bikin. Niha dem dema em ji vê rewşê re bêjin raweste ye.    DIVÊ EM YEK BIN   Sekreterê Giştî yê KESK'ê Ramazan Gurbuz jî bertek nîşanî betalkirina 3 parlamenteran û girtina 2 parlamenterên HDP'ê da û got: "Li Tirkiyeyê di qada kedê de talankirinek mezin çêbû. Em ê van pirsgirêkan bi hevre derbas bikin. Em bibin yek em ê bi hevre bi ser bikevin. Em  ê bi hevre bi ser bikevin."