Hevseroka KCD'ê Guven hat berdan 2020-06-09 22:02:47     AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku piştî parlementeriya wê hatibû betalkirin hatibû girtin, mehek cezayê wê yê mayî li ser dosyeyeke wê ya din hat hesibandin û hat berdan.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê ji Doza Sereke ya KCK'ê ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin parlementeriya wê hatibû betalkirin û piştî parlementeriya wê hatibû betalkirin hatibû girtin. Lê belê ji ber ku Guven ji cezayê lê hatibû birîn 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de mabû, ji bo mehek cezayê xwe yê mayî serlêdan kiribû ku di çaçroveya berdana kontrolkirî de bê hesibandin. Lê belê serlêdana Guvenê hatibû redkirin. Li ser vê parêzerên Guvenê xwestin mehek cezayê wê yê mayî li ser dosyeyeke wê ya din ku hê pê tê darizandin bê hesibandin û ji bo vê serlêdan kirin. Parêzeran hefteya borî serlêdan kiribû û dadgehê îro serlêdan qebûl kir û biryar da ku Guven bê berdan.