Guven: Em ê bi ser bikevin 2020-06-09 23:00:33     AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku hat berdan got: "Bila gelê me tu carî moralê xwe xera neke. Ên tengijîne ne em in, ew in. Em ê bi ser bikevin."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê ji Doza Sereke ya KCK'ê ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin parlementeriya wê hatibû betalkirin û piştî parlementeriya wê hatibû betalkirin hatibû girtin. Lê belê ji ber ku Guven ji cezayê lê hatibû birîn 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de mabû, ji bo mehek cezayê xwe yê mayî serlêdan kiribû ku di çaçroveya berdana kontrolkirî de bê hesibandin. Lê belê serlêdana Guvenê hatibû redkirin. Li ser vê parêzerên Guvenê xwestin mehek cezayê wê yê mayî li ser dosyeyeke wê ya din ku hê pê tê darizandin bê hesibandin û ji bo vê serlêdan kirin. Parêzeran hefteya borî serlêdan kiribû û dadgehê îro serlêdan qebûl kir û biryar da ku Guven bê berdan.   Piştî biryara berdan Guven ji Girtîgeha Jina ya Amedê derket. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Pero Dundar, aktivîstên TJA’yê û gelek kesên li ber girtîgehê Guvenê pêşwazî kirin.    Guvenê li ber girtîgehê axaftineke kurt kir.    Guven, bibîr xist ku Parlmenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari nexweş e û niha girtiye û got: “Em dizanin ev têkoşînek e. Em dikevin dewsa hev du. Heta ku gelê kurd azad nebe em ê li ber xwe bidin. Em ê tu carî paşve gav navêjin. Em bi wekiltiyê nehatin vê derê. Her der qada têkoşînê ye. Em ê têkoşîna xwe bi her şiklî berdewam bikin. Li gor daxwazên gelê kurd, hem wekî jineke kurd hem wekî Hevseroka KCD’ê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Va ye kurd bi sala ne di zindana de ne. Ne ku sûcdar in li berderê zindana ne, neyartî li hember kurdan heye. Em dizanin em kî ne ji ku ve hatine bi kû ve diçin. Spas ji bo hevalên ez pêşwazî kirim.”   ‘MORALÊ XWE XERAB NEKIN’   Guven got: “Ez ji gelê me re dibêjim tu car morala xwe xerab nekin. Yên di tengijîne ne em in, ew in. Em, gelekî bi rêxistinkirîne, miheqeq em ê bi ser bikevin. Ji bo azadiya gelê kurd çi bivê wê bê kirin. Ew roj nêzîk in. Ji ber wê van tiştan dikin. Em neyên lîstikan. Em HDP, em ê xebatên xwe bi her awayî bikin."