Waliyê 41 bajaran hatin guhertin 2020-06-10 08:13:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryarnameya Serokkomariyê waliyên Amed, Mêrdîn, Sêrt û Îdirê ku qeyûm in jî di nav de waliyên 41 bajaran hatin guhertin.    Biryarnameya Walîyan a bi îmzeya Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan hat eşkerekirin, waliyê gelek bajaran guherîn. Wezareta Karên Navxweyî li ser biryarnameya guhertina waliyan xebitî û çend roj berê ji Serokkomariyê re şandibû. Serokkomariyê biryara dawî da û duh bi şev biryarnameyê weşand.    Li gorî biryarnameya hejmara 2020/274 walî û qeyûmên Amed, Mêrdîn, Sêrt û Îdirê jî di nav de waliyên 41 bajaran hatin guhertin. Waliyê 17 bajaran tayînî Sermufetîşiya Mulkiyê hatin kirin, waliyên 24 bajaran li bajarên din hatin wezîfedarkirin. Hin qeymeqam û burokratên payebilind jî wek waliyan hatin wezîfedarkirin. oldu.