Eskeran bi ser gund de girtin û 6 gor rûxandin 2020-06-10 09:19:41 AMED - Welatiyên Gundê Lîcokê ya Lîceya Amedê diyar kirin ku eskeran dema bi ser gundê wan de girtin li gund 6 gor rûxandin.    Eskeran li Gundê Lîcokê ya Navçeya Lîceya Amedê dema bi ser gund de girtin, 6 gorên welatî û endamên PKK’ê rûxandin. Gundiyan diyar kir ku çiqas operasyon çêdibin êrîşî goristanan dikin û gotin: “Herî dawî di 4'ê Hezîranê esker derketin operasyonê. Bi ser malan de girtin û li malan lêgerîn kirin û nehiştin kes ji malên xwe derkevin. Em bawer dikin ku di vê qedexeyê de gorên zarokên me rûxandibin."    Di serdegiritna gund de gorên Îzzet Tugal ê ku ji Gundê Licokê û di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatî kuştin, Bahattîn Tûrfan ê ku 10’ê Tîrmeha 1991’an di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de hatî kuştin, Aydin Bedran ê PKK’yî, gorên Mûstafa  Zengîn û Xiyalî Zengîn ên ji aliyê cerdevanan ve hat kuştin û Înayet Tanriverdî ê PKK’yî ku li goristana gund hatibûn definkirin xerakirin. Eskeran kêlên gorên Îzzet Tugal û Înayet Tanriverdî şikandine û kêlên gorên din jî bi pêhna xera kirine.