Roja dawî ya serlêdana ji bo betalkirina Qanûna Înfazê 15 Hezîranê ye 2020-06-10 09:22:14 STENBOL - Dema dawî ya serlêdana li Dadgeha Qanûna Bingehîn a ji bo betalkirina Qanûna Înfazê di 15'ê Hezîranê ye. Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ayşe Acînîklî, ji bo betalkirina qanûnê bang li CHP'ê kir ku demildest serî li AYM'ê bide.  Qanûna Înfazê ku girtiyên siyasî daxilî nav wê nehatibûn kirin di 14'ê Nîsanê de li meclîsê bi dengên AKP-MHP'ê hatibû qebûlkirin. Nîqaşên ji bo vê qanûna ku newekheviyê di xwe de dihewîne didomin. CHP'ê ji bi awayekî usûlî bê betalkirin serî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. AYM'ê jî serlêdana CHP'ê nirxandibû gotibû hatiye qebûlkirin. Piştî vê biryarê CHP'ê gotibû ji bo qanûna navbirî bi temamî bê betalkirin wê serî li AYM'ê bide. CHP'ê di 26'ê Gulanê de daxuyanî dabû û gotibû amadekariyên xwe temam kirine û wê piştî cejnê serî li AYM'ê bide. Lê belê heya niha ji bo serlêdanê tiştek nehatiye gotin û dema dawî ya serlêdanê jî 15'ê Hezîranê ye.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Acînîklî, ji bo vê yekê bang li CHP'ê kir ku demildest serî li AYM'ê bide.    Acînîklî, bibîr xist ku partiyên muxalefetê bi hinceta li dijî 'rêgeza wekheviyê' ye li dij qanûna navbirî rabûbûn û CHP'ê jî gotibû wê serî li AYM'ê bide lê belê heya niha tu serlêdan nehatine kirin. Acînîklî, diyar kir ku dibe ku gelek sedemên ku heya niha serlêdan nehatiye kirin hebin, lê belê demildest divê serlêdan bê kirin.    Acînîklî, da zanîn ku dema serlêdanên şexsî yên ji bo AYM'ê 30 roj e û di serlêdanên ku ji aliyê ji 5 paran parek ên endamên meclîsê tên kirin jî wext 60 roj e û got, qanûna ku di Qanûan Înfazê de hing uehrîn çêkirin di 15'ê Nîsanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, loma dema dawî ya serlêdanê 15'ê Hezîranê ye.    LI DIJÎ EDALET Û WIJDANÊ YE    Acînîklî, bal kişand ser bêhiqûqîtî û newekheviya vê qanûnan navbirî û got: "Di vê pêvajoyê de gelek kesên nexweşînên wan ên giran hebûn sirf ji ber ku ji ber sûcên siyasî ceza li wan hatiye birîn nehatin berdan û du kesan jiyana xwe ji dest da. Em careke din bibîra CHP'ê dixin ku hindik maye wextê serlêdanê biqede û ji bo ev qanûna bi temamî bê betalkirin divê serî li AYM'ê bide. Her wiha gava Dadgeha Qanûna Bingehîn der barê betalkirineke bi temamî lêkolînên xwe bike, di wê navberê de divê raya giştî jî bi hesasiyet tev bigere."    MA / Erdogan Alayûmat