‘Ên xwedî hêza temsîliyetê tên bêdengkirin' 2020-06-10 09:31:40 DERSIM – Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû diyar kir ku kesên xwedî hêza temsîliyetê tên bêdengkirin û got: "Bi girtina parlementeran re darbe li aştî, demokrasî, pêşeroj û hêviya gelên Tirkiyeyê hatiye kirin."    Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, bal kişand ser betalkirina parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû û girtina wan. Kûlû, bertek nîşan da û got, a hatiye kirin darbe ye û ev yek li aştî demokrasî, pêşeroj û hêviya gelên Tirkiyeyê hatiye kirin.   Kûlû, bilêv kir ku bi pergaleke zilmê re rû bi rû ne û got, ev tiştên diqewimin paşperdeyeke wan heye. Kûlû, bibîr xist ku ji avakirina Partiya Kedê ya Gel (HEP) heya niha partî tên girtin, rêveber û endamên wwan tên girtin.   Kûlû, diyar kir kesên berê xwestin destnedayîna parlementiyê bê rakirin, niha ji ber vê mexdûr bûne û got: "Wisa xuyaye wê ev pêvajo wisa bibe ku wê endîşeya binçavkirin û girtinê li her kesî peya bibe. Ji bo ên muxalif bên tepisandin jixwe destnedayîna parlementeran hatiye rakirin. Parlementer bi fermanê hatin girtin. Lê heger hûnr abin mafên kesên diyaset dikin, mafê wan ên bawerî û çandî bin p bikin, hûn ê bi vê re dawiya xwe jî bînin."   Kûlû, destnîşan kir ku kesên xwedî hêza temsîliyetê ne tên berterefkirin û bêdengkirin û got: "Ev darbeya li aştî, demokrasî, pêeroj û hêviya gelên Tirkyeyê ye. Demokrasî û edalet ew e ku her kes pev re bijî. Divê mirov tu tiştên dijî çerxa gerdûn û jiyanê ne qebûl neke. Div em tu pêkanînene ku zirarê de mirovbûna me qebûl nekir. Divê em dengê xwe bilind bikin. Baweriya me ew e ku hemû tiştên li gerûdnê heq û heqîqt in û ev yek yek ji perçeyên herî xweşik ê mirov ye. Loma divê em li ber van tiştan xwe li guhnedêriyê daneynin." Mesaj yazın