Tirkiye ava Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng dike 2020-06-10 11:25:58   KOBANÊ - Ji ber ku Tirkiyê bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike, şêniyên bajarokê Sirîn ê li başûrê kantona Kobanê miqdara ava vexwarinê ya pêwîst bi dest naxin,    Tirkiye astengkirina ava li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Tirkiye niha eniyeke din li dijî herêmê vekir; ava çemê Firatê bi zanabûn kêm dike.   Li bajarokê Sirîn ê li başûrê kantona Kobanê, li nêzî berava rojhilatê çem bandora kêmkirina asta avê diyar bûye. Ji ber wê saetên dayîna ava vexwarinê ji bajarok re hatin kêmkirin.   Hevserokê Gerînendetiya Avê ya bajarokê Sirînê Mihemed Xêr Dirxam ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: "Li bajarok her sal di havînê de şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin. Ji ber wê şênî bi gilî û gazinc dibin."   Dirxam anîziman ku Tirkiye bi armanca birçîkirina gelê herêmê siyaseta qutkirina avê birêve dibe.    Li bajarok gelek şênî neçar dimînin avê ji sahrîcan bikirin. Piraniya wan sahrîcan avê ji bîran an jî nuqteyên diyar ji çemê Firatê tînin, lê buha ye. Şênî nikarin miqdara avê ya ku têrê wan dike, bi dest bixin, ji ber ku li şûna sê hilmijan tenê yek tê xebitandin.   Gerînendetiya Avê ya Sirînê bi hevkariya Şaredariya Gel a Kobanê gelek gav avêtin, ji bo ku asta azarên şêniyan sivik bikin. Toreya kişandina avê fireh kir, veguhêreke kehrebeyê ji stasyona bajarok re anîn û hecima lûleyên ku avê digihînin hilmijan, zêde kirin.   Serokê Gerînendetiya Avê ya Sirînê Mihemed Xêr Dirxam texmîn kir ku di mehekê de çareseriyên diyarkirî pêk bînin.