MED TUHAD-FED: Bi sepanên dijminane nêzîkî rêveberên me dibin 2020-06-10 11:57:19 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên komeleya xwe da û got: “Bi sepanên dijminane nêzîkî endam û rêveberên me dibin.”   Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Şaxa Amedê derbarê binçavkirina  endam û rêveberên xwe de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran, endam û rêveberên TUAY-DER a Amedê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran axivî.   ‘ÎŞKENCE LI ŞAFÎ HAYME YÊ 70 SALÎ KIRIN E’        Haran bi bîr xist ku endam û rêveberên komeleya wan di serdegirtina malan de hatine binçavkirin û wiha got: “Bi awayekî dij hiqûqî deriyên malên endam û rêveberên me şikandine û ketine malên wan. Şûna ku desthilatdarî tevdîrên şewba vîrûsa coronayê bistîne pêla girtin û binçavkirina daye destpêkirin û jiyana hevalên me tune dihesibîne. Şafî Hayme yê 70 salî yê rêveberê komeleya me binçav kirine û di heman demê de jî îşkence li wî û malbata wî kirine.”    ‘LI DIJÎ PÊKANÎNÊN FAŞÎZANE BISEKININ’   Haran diyar kir ku komeleyên wan ên ji malbata re piştevaniya hiqûqî û civakî dikin dibin armanca binçavkirin û girtinan û wiha axivî: “Em dizanin ku nahêlin raya giştî ji sepanên bêhiqûqî yên li girtîgehan hîn bibin. Ji ber vê yekê bi fermanan bi ser avahiyên komeleyên me de digirin. Bi sepanên dijminane nêzîkî endam û rêveberên me ku raya giştî agahdar dikin dibin. Endamên me li dijî zext û zorê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê girtîgehan di rojevê de bihêlin. Bila baş were zanîn ku em dest ji têkoşîna xwe ya maf û hiqûqî bernadin. Em bang dikin ku rêxistinên maf û raya giştî ya demokratîk li dijî van  sepanên faşîzane bisekinin.”   WAN    Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê jî bertek nîşanîbinçavkirina endam û rêveberên komeleya xwe ya li Amedê da. TUHAY-DER’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên komeleyê beşdar bûn. Rêveberê komeleyê Sûta Meşe daxuyaniya hatibû amadekirin xwend û xwest hevalên wan hatine binçavkirin demildest werin berdan.