Malbatên 4 endamên HPG’ê ji bo cenaze werbigirin xwîn dan 2020-06-10 15:59:53   AMED - Malbatên 4 endamên HPG’ê yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin, xwîna DNA’yê dan Saziya Tiba Edlî.    Li bejahiya Dersimê tê gotin 4 endamên HPG’ê di şer de jiyana xwe ji dest dane. Esker li malbatan digerin û ji wan re radigihînin ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane. Malbatên van endamên HPG’ê çûn saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Malbatan ji ber ku cenazeyên zarokên xwe nas nekirin, li ser vê yekê xwîn hatiye wergirtin. Tê gotin ku dê heta 15 rojan xwîna DNA’yê bi encam bibe. Yek ji van malbatan malbata Hasan Orûç e û ji Amedê çûne.     Malbetek din jî ji Amedê, malbatek ji Edeneyê û malbatej jî Dersimê ne û çûne Meletiyê.