Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 17 mirî, 922 pêketî 2020-06-10 20:07:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 17 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 746 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 173 hezar û 36.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 922 kesên din jî bi şewbê ketine û 17 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 173 hezar û 36 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 746.