Li Mêrdînê têkoşîna li dijî RES'an dest pê dike 2020-06-11 09:16:09 MÊRDÎN - Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê ku ji bo projeya RES'ê bê sekinandin ketiye nav hewldanan û wê tevî welatiyan serî li rêyên hiqûqi bide.  Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleres dixwaze li navçeya Dêrik, Şemrex û Qoserê ya Mêrdînê, di bin navê "Projeya Santrala Enerjiya Ba ya Dîcleresê" de Santra Enerjiya Ba (RES) çêbike. Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê meha borî rapora ji bo çêkirina projeyê qebûl kir. Wê di çaçroveya projeyê de li Dêrikê  37, li ÎŞemrexê 9 û li Qoserê 4 bi giştî 50 heb turbîn bên çêkirin. Lê belê li Dêrikê cihê tê xwestin turbîn lê bên çêkirin yek jê jî taxa Rebetê ya Dêrikê ye û li vira keleha dîrokî Kelehea Rebetê û Sûlava GAP'ê heye.    Piştî derket holê ku Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê rapora der barê çêkirina RES'an de qebûl kiriye Komeleya Ekolojî ya Mêrdînî jê çû li cihê ku tê xwestin proje lê bê çêkirin hin lêkolîn kirin. Komeleyê ewilî li herêmê xebatên ji bo diyarkirina koordînatan kir û navbera turîbînan diyar kiriye û bandorên projeyê ku di dema çêkirinê de heger bişemite, biteqe hwd. hemû hesêb kirine. Komeleyê, tespît kirku gava li herêmê ji bo xebatên tê xwestin bên kirin madeyên teqemeniyî bên bikaranîn wê ev yek zirareke mezin bide Keleha Rebetê û Sûlava GAP'ê.    Komeleyê di lêkolînên xwe de diyar kiriye ku pêvajoya rapora ÇED'ê li gor qanûnê nehatiye kirin û der barê projeyê de gelê herêmê nehatiye serwextkirin.    Şêniyê taxa Rebetê Yûsûf Arslan, anî ziman ku berê haya wan ji tunebûye ku wê ev prje çêbibe. Arslan, anî ziman ku piştî komele hatiye taxê û hin lêkolîn kirine pê hesiyane û got, wekî wan şêniyên taxên din jî pê nizanin.    Li ser vê endamên komeleyê pêwendî bi taxên din re jî danî. Endamên komeleyê ferq kirin ku tenê 5 keya bi projeya ku dê bandorê li 16 taxan bike hebûye.    Piştî vê komeleyê biryar girt ku tevî Baroya Mêrdînê wê daxwaznameyan amade bike û ji bo proje betal bibe li gundan dest bi berhevkirina îmzeyan kir. Her wiha wê komele di nêz de lêkolînên xwe yên der barê projeyê de kirine bike rapor û bi raya giştî re parve bike. Hta hînbûn ku wê Yekîtiya Ekolojiyê piştgiriyê bide xebat û têkoşînên li dijî projeya RES'ê.    Endamê komeleyê Şukru Kaya, destnîşan kir ku wê ev proje zirarê bide bajêr û bandorê li jêderên avî bike. Kaya, anî ziman ku rîska ku aliyê jêderên avê yên binerdê biguhere heye û bal kişand ser bandorên wê yên li ser tenduristiya mirovan. Kaya, destnîşan kir ku ji bo proje bê sekinandin ew ê bitêkoşin û serî li rêyên hiqûqî bidin.    MA / Ahmet Kanbal