Di dîrokê de cihê kurdan: Dîroka Kurdan a kevnar 2020-06-11 11:07:21 WAN - Pirtûka "Dîroka kurdan a kevnar" a nivîskar Ako Mihemed Mîrzadeyî ku li ser dîroka kurdan lêkolînê dike derket.  Nivîskarê ji Helebçeyê Ako Mihemed Mîrzadeyî li ser dîroka kurdan lêkolînan dike. Li gelek muzexaneyên welatên cîhanê li ser nivîsan lêkolîn kir. Nivîskar Mîrzadeyî di encama vê lêkolînê de pirtûka "Dîroka Kurdan a Kevnar" nivîsand û pirtûk ji Weşanên Sîtavê ya li Wanê derket. Nivîskar-wergêr Muhsîn Ozdemîr jî pirtûkê ji Soranî wergerî zaravayê kurmancî kir. Pirtûk dîroka 6 hezar salî ya kurdan lêkolîn dike.    DÎROKEK QEDÎM HATIYE VEGOTIN    Di pirtûkê de ji erdnîgariya kurdan a dabeşkirî bigire heta dîroka wan bi gelek aliyan ve û kevnare radixîne ber çavan. Di vê pirtûka 605 rûpel de behsa hemû netew û dîroka erdnîgariya Mezlopotamya û dîroka qedîm a kurdan dike. Ji Med'an bigire heta îro qala kurdan dike. Di pirtûkê de qala serûbinkirin û talankirina dîroka kurdan tê kirin. Bi belgeyan dîrokê radixîne ber çavên xwîneran. Her wiha têkoşîn û berxwedana jinên kurd a li qadên şer û di nava dîrokê de çawa cihê xwe girtine li pirtûkê hatiye kirin.    MA / Adnan Bîlen