BTS: Sirgûn cînayeta civakî ye 2020-06-11 14:33:22   ENQERE - Nûner û rêveberên BTS’ê li pêş Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê daxuyanî dan. Parlamenterê CHP'ê Kanî Beko, bertek nîşanî sirgûnan da û got: "Ez sirgûnan nahlet dikim. Ev cînayetê civakî ye.    Nûner û rêveberên  Sendîkaya Xebatkarên Guhêzkariyê ya Yekbkûyî (BTS) sirgûnkirina 31 karkerên Rêya Trênê ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) li pêş Midûriyeta Giştî ya TCDD'e şermezar kirin. Nûnerên sendikaya BTS'e yên Amed, Edene, Meletî, Sêwas, Enqere, Eskişehir, Îzmîr û Stenbolê li pêş avahiya Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Nûnerên sendîqayan ewil saetekê li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyanî dan. Di çalakiyê de dowîzên "Dawî li sirgûnên TCDD'ê bînin." "Em ê bi ser bikevin" “Ji Sirgûnan re na" û “Sirgûn nikarin me têk bibin" rakirin.    Serokê Sendîkaya Xebatkarên Guhêzkariyê ya Yekbkûyî (BTS) Hasan Bektaş, anî ziman ku endamekî din ê BTS'ê sirgûn kirine û wiha  got: "Midûrê Giştî yê TCDD'ê randevû da me, lê bi mere hevdîtin nekir. Me baweriya xwe bi soza dewletê anî, lê em hatin xapandin." Parlamenterê CHP'ê Kanî Beko, bertek nîşanî sirgûnan da û got: "Ez sirgûnan nahlet dikim. Ev cînayetê civakî ye.