Cezayê Şerîf Mesutoglu yê bi îdîaya Qeymeqam Safiturk kuştiye erê kirin 2020-06-11 14:50:26 MÊRDÎN - 16’emîn Îdareya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara der barê kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safiturk de li Şerif Mesutoglu birî bû erê kir.    16’emîn Îdareya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê ku têkildarî kuştina Qeymeqamê Dêrîkê Muhammed Fatih Safîturk de li Şerîf Mesutoglu birîbû erê kir. Dadgehê 28 sal ceza biribû. Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk di 10'ê Mijdara 2016'an de li meqamê xwe hat kuştin. Safîturk, di encama teqîna bombeya di odeya wî de hatibû bicih kirin, jiyana xwe ji dest da. Piştî kuştina Safîturk 71 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 15 kes jê hatibûn girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê biryar dabû. Dadgehê derbarê 14 kesan de biryara beraatê dabû û 2 caran cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê li Şerîf Mesûtoglû ku berê şefê nivîsgeha qeymeqamtiyê bû birî bû. Piştî dadgeha îstinafê biryara dadgeha herêmî xera kiribû. Dadgeha Bilind cezayê ku li Şerîf Musutoglu hatibû birîn erê kir.    'KUJER MIDÛRÊ POLÎSAN E'    Birayê Qeyûm û Qeymeyamê Navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammed Fatih Safiturk, Alî Haydar Safîturk têkildarî kuştina birayê xwe agahi parve kirin. Alî Haydar Safitûrk, li ser hesabê Facebook agahî parve kirin û wiha got: "Berpirsiyarê bombeya ku bû sedema kuştina birayê min Amîrê Midûriyeta Polîsan ê Navçeya Dêrikê Mustafa Hakan Kutluay e. Midûrê Polîsan ê Dêrikê Mustafa Hakan Kutluay bombe di bin qoltixa birayê min de bi cih kiriye.  Alî Haydar Safîturk wihagot: "Qeymeqamê ku bi eşqa xizmetê ji welatê xwe û miletê xwe hez dikir, di saeta mesaiyê de ji aliyê Amîrê Midûriyeta Polîsan a Navçeyê Mustafa Hakan Kutluay ve bi bombeyê hat şehîtkirin.  Di 3 salan de zêdeyî 20 caran em 1500 km rê çûn û tev li danişînê bûn. Lê encam netiştek. Gelek xaînên ku ji xwîna qeymeqam zikê xwe têr dikin hene."