Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî

img
WAN - Kesên di çalakiyên bi mebesta protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jiyana xwe ji dest dayîn, di nameyên li pey xwe hiştibûn de diyar dikirin ku bi çalakiyên xwe hewl dane komployê vala derxînin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin. 
 
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 25’an. Di komploya navneteweyî de gelek hêzên navneteweyî cih girtin û li gel ku bi ser re 24 sal derbas bûn jî hêrsa li dijî komployê hêj mîna rojên destpêkê didome. Di çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de bi dehan kesan xwe şewitandin û çalakiyên mîna wan di salên dawî de jî berdewam kirin. Di sala 1998’an de bi çalakiya girtî Halît Oral dest pê kirin û herî dawî jî Bubo Taş û Mehmet Akar çalakiya xweşewitandinê kirin. Kesên bi çalakiya xweşewitandinê dawî li jiyana xwe anîn û komplo û tecrîd protesto kirin, li pey xwe name hiştin û qala bandora Ocalan a li ser xwe vegotin. 
 
Nameyên hin kesên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne: 
 
ÇALAKIYA EWIL
 
Di şeva 29’ê Cotmehê de ku starta komployê hatibû dayîn de Mehmet Halît Oral li Girtîgeha Mereşê xwe şewitand. Nameya Mehmet Halît Oral wiha ye: “Êrişên li dijî we û gelê me tên kirin, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Ji bo ku li rexê ve ji van êrişan re bibim bersiv, ji bo ku xiyanetê li şehîdên me û cenabê we nekim, ji bo ku peywira xwe pêk bînin, ev çalakî dê bo min bibe serfiraziyeke mezin. Heta niha min nekarî ji bangawaziyên we re bibim bersiv. Dê çi hêja be ku ez bikarim bi vê çalakiya xwe ji bangawaziya we re bibim bersiv. Hêrsa min, kîn û tolhildana min pir mezin e. Lê di zindanê de vê nikarim ji dijmin derxînim. Bi vê çalakiya xwe careke din dixwazim dilsoziya xwe ya li cenabe te careke din nîşan bidim. Û bi vê çalakiya xwe dixwazim kîn, hêrs û nefreta xwe li bara dijmin nîşan bidim. Û dîsa dixwazim tolê hilînim. Ez negihaştim wê şerefê ku cenabê te bibînim. Lê her demê di dilê xwe de te hîs dikim. Bêguman çalakiya min wê bi TC’ê gav nede avêtin. Lê wê vê bibînin, heke ziyaneke biçûk were ser te, hemû gelê me wê cîhanê li wan bike zindan. Ji ber ku heke li vê cîhanê navê me tê hildan û me bi tiştekî dihesibînin, ev bi temamî bi ked û hewldana we ya mezin e.”
 
MEHMET GUL
 
Girtiyê bi navê Mehmet Gul di 19’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Manîsayê xwe şewitand û di 27’ê cotmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di nameya xwe de Mehmet Gul wiha digot: “ “Serokê min! Piştî weşheta li Eriromê, min xaka Mazluman Amed dît. Min hucreyên rêhevalên Mazlum, Çaran, Kemal, Hayrî û Akîf dîtin ku xwe ji bo rûmeta neteweyî-çînî, ji bo jiyan û parastina vîna xwe feda kirin. Bi taybet jî dema min qemîsê rêheval Mazlum ê zerbûyî dîtî; dê bibêjî qey di wê kêliyê de li pêşberî min disekiniya. Û her roj ez carekê diçûm min li wî qemîsî dinihêrt. Her çend ku bi di qada îdeolojîk û polîtîk di asta tê xwestin de nebe jî min hewl dide xwe nêzî xeta jiyan û têkoşînê ya rêheval Mazlum, Kemal û Xeyriyan bikim. Bandora rastiya rêbertiya şerê şoreşgerî, ruhê Apoyî, şêweyê lêxistinê yê li welêt li ser zindanan jî dikir. Dixwazin di şexsê we de dîsa gelê kurd qir bikin. Ev êrişên li dijî we tên kirin; êrişên li dijî mirovahiyê, aştiyê, dostanî û tevgerên rizgariya neteweyî ne. Lewma jî ez bi vê çalakiya xwe ya şewitandina bedena xwe re TC’ê, kesên li destên ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê tên dirêjkirin teoriyên komployê pêş dixin protesto dikim.”
 
BULENT BAYRAM
 
Bulent Bayram jî di 21’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Semsûrê xwe şewitand û ev name li pey xwe hişt: “Li şûna hilbijartina mirinek hêsan, ez dizanim ku bi çalakiyek bi vê rengê ezê ji eniya zindanan darbeyek mezin li dijmin bixim. Girêdanbûn û baweriya min, berê min dide vê çalakiyê. Berxwedêrên 14’ê Tirmehê, rêheval Zîlan, Sema, Fîkrî û Halît Oral vêya emir dikin. Ez dixwazim bi çalakiya xwe nîşan bidim ku ez şopdarekî wan im û girêdanbûna xwe ya li hemberî wan qîr bikim. Ez ê jî bi gihiştina xeta Rêbertî û rastiya şehîdan, bersiva êrişên tunekirinê yên dijmin bidim. Bi qasî ku bersiva min li hemberî dagirkeriyê ye, li hemberî îxanetê ye jî. Bijî Serok Apo!”
 
ALÎ AYDIN
 
Alî Aydin ku di 21’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Bartinê bedena xwe da ber agir, ev nanem li pey xwe hişt: “Serokê min! Min gelek dixwest te bibînim. Lê belê dema lê dinêrim dibînim ku hin kes hene ku nahêlin ez te bibînim. Lewma jî ez ê van astengiyan ji holê rakim. Mîna rêhevalên Sema, Fîkrî, Mûrat Kaya, M. Halît Oral û Mehmet Gul, ez jî dê xwe feda bikim. Di jiyanê de yek ji tiştên herî zêde jê nefret dikim, dema ez li derve rewşa gelê kurd a tê de dijiya bû. Ez, ji kesên ji nava partiyê derketin û piştre dîsa vegeriyayîn, dest danîne ser nirxên partiyê û wan beserûber bi kar tînin nefret dikim. Ez li van kesan dinihêrim û xwe pêş dixim. Û hêrsa min a li dijî dijmin zêdetir dibû. Bijî Serok Apo.” 
 
SELAMET MENTEŞ Û AYNÛR ARTAN
 
Selamet Menteş û Aynûr Artan di şeva 23’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Mîdyadê bi kolonyayê bedena xwe dan ber agir. Selamet Menteş li girtîgehê, Aynûr Artan jî li nexweşxaneyê şehîd bû. Menşet û Artan di pêyama xwe de wiha gotibûn: “Parastina Rêber Apo; bi rêya xwe derbaskirin û fêmkirinê re gengaz e. Parastina Rêbertî bi bûyîna yek deng, yek bedenê ve gengaz e. Parastina Rêber APO bi gihiştina alevên ku azad dibe gengaz e”.
 
MÎRZA SEVÎMLÎ
 
Mîrza Sevîm ku di 26’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Erziromê xwe şewitandibû li pey xwe ev peyam hiştibû: “Serokê min, te bi tena serê xwe dest bi vê têkoşînê kir. Di demekî ku gelê kurd di herka dîrokî de ber bi jêr ve diçû de te bi tena serê xwe anî vê astê. Niha êdî gel zane bûye û tevahiya cîhanê jî li dijî wan derkeve tu hêz nînin ku bikarin xwe li pêşiya gelê kurd bigire. Di demên berê de mirov nedikariya du kurdan bîne ba hev lê Serokê min te niha bi milyonan kes rakirina ser pêyan. Dijmin jî pir ji te ditirs e. Çawa ku dema pisîkek li cihekî asê dibe êrişî derdorê dike, dijmin jî di heman rewşê de ye. Ji bo ku piştevaniyê bidim hevalên xwe şewitandin, ez jî dê xwe bişewitînim. Ez heta dawiyê di vê çalakiya xwe de bibiryar im. Em heta dawiyê bo te deyndar in. Heke ji bilî canê xwe min bikariya tiştekî cuda fedayî te bikim, dê min bikira lê ji bilî canê min tiştekî din bi destê min nayê. Heta ku tu hebî dê kesek nekare pişta gelê kurd dayne erdê.” 
 
EMRÛLLAH DAMLACI
 
Emrûllah Damlic (Seyîd Bayram) jî di 18’ê Mijdara sala 1998’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê çalakî li dar xist û ev nameye li pey xwe hişt: “Dê destên ji bo Serok radibin werin şikandin. Tekane daxwaza min ew e ku bi kîjan aliyê wê ve dibe bila bibe lê teqez ji hêla kadro û gel ve bê domandin. Ji bo azadiyê demekî pir kin ma ye. Azadbûna me girêdayî Serok Apo ye. Divê em bikarin Serok bi xelekeke ji agir biparêzin. Ez ji canê xwe bêhtir ji Serok Apo hez dikim û xweziya ji bilî canê min tiştekî din hebûya ku bikarim fedayî Serok bikim. Serok Apo roj e, kesek nikare roja me tarî bike.” 
 
SERPÎL POLAT
 
Di 17’ê Sibata 1999’an de Endama Rûmetê ya Yekîneya Propagandaya Çekdar a Marksîst-Lenînîst Serpîl Polat li Girtîgeha Sakarayê bedena xwe da ber êgir û jiyana xwe ji dest da. Polat di nameyê de ku li pey xwe hişt de wiha behsa çalakiya xwe kir: ”Ez êrişa emperyalîzmê, ya olîgarşiyê ya di şexsê Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan de li ser gelan, bi taybet li ser gelê kurd şermezar dikim, bi diyakirina Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan nikare were darizandin hêrsa xwe ya mezin bi agirê bedena xwe li dijî dijmin nîşan didim.”
 
FATOŞ SAGLAMOZ
 
Fatoş Saglamoz (Sema) a rihayî di 11’ê Mijdara sala 2003’yan de li Qada Gustaf Adolf a bajarê Göteborg ê Swêdê bedena xwe da ber agir û di nameya xwe de wiha got: “Malbata min malbateke ji çîna karkeran e û 9 zarokên wan hene. Ez jî zaroka wan a herî dawî me. Malbata min, bi eslê xwe tirk e. Girîngiya ku hûn didin jinê, rêhevaltiya we ya bi jinan re, ji hêla hemû dinyayê ve tê zanîn. Ya ku dixwazin li giravekî di nava çar dîwaran de hefs bikin, di heman demê de azadiya jinên tevahiya Rojhilat Navîn in. Yên ku dixwazin vê azadiyê hefs bikin ewqas kor in ku wê behra bêserûbin a li dora giravê nabînin. We girêdayî rastiya dîrokî ji bo rolek diyar kir. Bi awayekî her baş avakirina vê erkê jî peywira me ye. Ji bo vê pêvajoya nû ya em ketinê ruhekî fedaî û dilekî ji agir bêhtir dijwar dixwaze. Em tenê dikarin bi vî awayî hêjayî we û şehîdên me bibin. Ez baş dizanim ku hûn dê vî rêbazê çalakiya min nepejirînin. Lê li gorî min divê mirov di hinek aliyan de di navbera gelan de bibe pir. Heke ez bikarim bibim texteyekî wê pirê, dê ev yek bo min bibe cihê şanaziyê. Ez ê hewl bidim di ruhê neteweperest ê gelê xwe kunekî vekim. Beden, li cihekî ku topên agir û xwelî tevlihev dibin dikarin bibin xwik û bira.” 
 
SERDAR ARI 
 
Yek ji çalakiyên din jî ya Serdar Ari bû. Ari, di 25’ê Cotmeha 2005’an de çalakî li dar xist û di nameya xwe de wiha xîtabî Abdullah Ocalan dikir: “Bi tecrîda îmhakirinê ya ku li ser cenabe wê tê danîn, tê xwestin ku gelê me û gelan dîsa kole bikin. Dixwazin ev qas nirxê ku we afirandî bi carekê re tine bikin. Lê ne pêkan e ku em vê qebûl bikin û berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê qebûl nekin. Ev 21 heftî ne ku em ti agahiyê ji we nastînin. Ev jî fikarê bi me dide çêdikirin û hêrsa me radike. Gelê kurd dizane ku azadiya wan bi azadiya Serok Apo pêkan e. Lewma jî mîna berê, îro jî peywira xwe bi cih tîne. Ji bo protestokirina tecrîda îmhakirinê, ez vê çalakiyê li dar dixim.” 
 
VIYAN SORAN 
 
Viyan Soran (Leyla Walî Hasan) di 1’ê Sibata 2006’an de li Herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Di nameya xwe de Viyan Soran wiha digot: “Ji roja ku min navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kî me û divê çawa bijîm. Anku hizir û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de çiqas min zehmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber ku min ji te hêza wateyê kifş kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe. Min wek jinekê û wek kurdekî azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz ve bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di der barê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim.
 
Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navneteweyî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê kurd vala derxin û pir eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her çaraliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrişên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şaristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo destnîşankirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.”
 
EVRÎM DEMÎR
 
Evrîm Demîr a 18 salî, di 18’ê tîrmeha sala 2011’an di roja salvegera Çalakiya Rojiya Mirinê ya 18’ê Tîrmeha s1982’yan a li Zindana Hejmar 5 a Amedê çalakiya xweşewitandinêli dar xist. Demîr li pey xwe ev name hiştibû: “Ez daxwaz dikim ku gelê Tirkiyeyê ji esaretiya şer rizgar bibe û her wiha ez cîhaneke bê xwîn dixwazim. Ez dixwazim ku her kes wekî min cîhaneke xweşik daxwaz bike. Ez bi çalakiya xwe dixwazim bibim dengê aştiyê. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin û xwîn tenê bi xwe re xwînê tîne. Nêrînên MHP’ê û Kemalîzmê wek hevin û cudabûnek di navbera van de nîne. Ji bo gelê kurd sînor ne ev qas girîng e û her wiha dewletbûn jî ne ev qas girîng e. Ji ber ku civakek û dewletek heye. Hebûna civakê girêdayî ziman, çand û dîrokê ye û bi van tişan heye. Me sînorê xwe bi çand, bi dîrok û bi zimanê xwe xêz kiriye. Em xwişk û birayê hevin. Lê mafê me nîne. Çend bibêjin pirsgirêka kurd nîne jî gelê kurd bi hêzeke xurt dê mafê xwe biparêzin û bidestbixin. Ligel hemû zehmetiyan 36 parlamenter hate bijartin, lê parlamenteriyeke hate xistin. Dengê me bi navê qanûnan hate bêndengkirin. Em bêhiqûqiyeke wisa tu carî qebûl nakin. Hatîp Dîcle û parlamenterên din ên girtî rûmeta me ye. 
 
Hikûmeta AKP’ê wisa xwe bawere ku me bixapine. Mijar tenê bi kurdî axaftin û dîlan girtin nîne, em statûyê dixwazin. Em dixwazin êdî xwe bi xwe birêvebibin û mafê xwe dixwazin. Em dixwazin ku hebûna xwe bi hebûna tevgera PKK’ê ve bidin qebûlkirin. Divê ev tişt wisa bê zanîn. Gotinên wekî tevgera PKK’ê îmha û tasfiye bikin, tenê xizmetê dide domandina şerê qirêj a 30 salên din. Ez û yên ku piştî min bê tu carî wî tiştî qebûl nekin. 70 sal jî derbas bibe dê dîsa serhildan pêk bên. Ji ber wê jî ev şer feydeyê nade. Ez ne cudakar û ne jî terorîstim ez kurd im. Ez bi dirûşma ‘Azadî’ ye mezin bûm û dê bi wê dirûşmê heta dawiyê bijîm. Li Kurdistanê şereke qirêj heye. Kesên ku zarokên gelê kurd mehkumê mirinê dikin, hêvî dikim ku rojek zarokên tirk jî mehkumê mirenê bibin. Bi navê cudakariyê gelê tirk tên tirsandin û di nav civaka tirkiyeyê de împaratoriyeke tirsê tê afirandin. AKP û MHP vê tiştî bikartîne. Divê gelê Tirkiyeyê kurdan baş fêm bike ku çima gelê kurd berê xwe da çiyê. Divê neyê ji birkirin ku gelê kurd ne wekî gelê Dêrsimê ye û tu carî dîroka xwe ji birnake. Gele kurd bi nirx û rumeta xwe heye û bi vî jî dijî. Gele kurd ji Bedixanan, Şêx Seîdan heya Seyît Rizayê te û ev berxwedan hemû nifşan re tê vegotin. Min dixwast gelek tiştan binivîsinim. Lê êdî dem dema yekbûnê û hebûne ye. Gelê kurd û gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, Serok Apo, malbatên ku zarokên xwe di şer de windakirine, dayik û bav, gerîla û bi taybetî gelê Amed û Colemergê silav dikim. Hêvî dikim ku ev roj bibe roja aştî û azadiya Serok Apo.” 
 
UGUR ŞAKAR
 
Welatiyê bi navê Ugur Şakar jî di 20’ê Sibata 2019’an de li bajarê Krefeld ê Almanyayê çalakî li dar xist û di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Şakar, di peyama xwe de wiha digot: “Rêhevalên hêja! Ez tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikim û ez rêhevalên xwe yên çalakger silav dikim, ên ku bi qasî li oxira wê bimirin, ji jiyanê hez dikin. Tevgera PKK’ê felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ hînî me kir. Em li ku derê bin, divê em li ber xwe didin. Ez bawer im li hemberî hêzên ku dixwazin bi komploya navneteweyî hewl didin gelê Kurd ji holê rakin, ez ê çalakiyeke mezin pêk bînim. Ez welatên Ewropayê yên ku qaşo dergûşa demokrasiyê ne jî, protesto dikim. Ez modernîteya kapîtalîst jî protesto dikim a ku çav, guh û zimanê rêhevalên min ên li pêşiya CPT’ê digirin. Ez tundiya polîsên Almanyayê û zextên li ser kurdan nalet dikim. Ji dêvila ku em ê wekî koleyan bijîn, ez bang li hemû kurdan dikim ku em ji bo jiyana azad şer bikin. Em ê bi ser bikevin. Em li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xeleq ên ku li dora Rêbertiya me bûne xeleq. Bê Serok jiyan nabe. Bijî Serok Apo.”
 
AYTEN BEÇET
 
Ayten Beçet ku di 23’yê Adara 2019’an de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî herî dawî wiha gotibû: “Di demekê de ku min hewl dida bersiveke rast ji bo pêvajoyê bibînim, hevalê Zulkuf Gezen 17'ê Adara 2019'an nîşanî min da ku mirov çawa dikare bi rengekî rast bersivê bidin pêvajoyê û dema mirovek bixwaze azad bibe û tecrîdê bi dawî bike tiştek li ber nikare bibe asteng. Bi soza ku min da Rêbertî ez tev li vê pêngavê bûm. Di şexsê xwe de min gelê kurd, gelê Botanê û metropolan hîn bi xurtî û zanebûn tev li vê pêngavê kir. Di şexsê hevalê Zulkuf de divê ji bo bidawîkirina tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin. Ji bo gavekê biavêjim cara yekê ye ku xwe bi vî rengî azad dibînim. Bi mejî û dilê xwe, bi coşa xwegihandina Rêbertî, bi jiyaneke watedar û bi rûmet, pê bawerim ku wê berxwedana fermandar hevalê Zulkuf Gezen ji me re hiştî bê mezinkirin û bersiv ji pêvajoyê re bê dayin. Bijî berxwedana zindanan. Bimire komploya navneteweyî û tecrîd.”
 
BUBO TAŞ
 
Bubo Taş ku di 13’ê Çileya 2023’yan de li Artûklû ya Mêrdînê bedena xwe da ber agir ev peyam parve kir: “Weke ku Mûsa (Anter) jî gotiye, ez hem şahidê vê dozê û hem jî bersûcê wê me. Her çende ku bi qasî yê wî nebe jî, emrê min bi vê dozê derbas bû. Ez ê tecrîda li Îmraliyê protesto bikim. Ez canê xwe di vê rêyê de feda dikim. Ez canê xwe ji bo serokê Kurdistanê feda dikim. Banga min ji bo gelê kurd e. Hev bigirin. Ji bilî vê feydeya tu tiştekî din bo me nîne.” 
 
MEHMET AKAR
 
Ciwanê bi navê Mehmet Akar jî di 16’ê Çileya 2023’yan de li navçeya Sûr a Amedê xwe şewitand û ev name li pey xwe hişt: “Silav hevalno. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji Rêber Apo agahî nayê girtinê. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Bêyî ku tu hêcetan nîşanî serlêdanan bikin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in. Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21’an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Bijî Serok Apo.”
 
MA / Berîvan Kutlu

Sernavên din

06/02/2023
12:00 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Amedê didomin
11:59 Ji pisporên erdhejê hişyarî: Li Edene, Osmaniye û Hatayê hişyar bin!
11:54 Li Îskenderûnê avahiyên HDP’ê, SP’ê û ÎHD’ê hilweşiyan
11:24 Bajar bi bajar bîlançoya erdhejê: 284 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 323 kes birîndar bûn
11:18 Platforma Bajêr a Amedê qadên komkirinê parve kirin
11:07 Kêliya ku li Rihayê avahî hildiweşiya hatin kişandin
11:04 Rêxistina HDP’a Amedê maseya krîzê ava kir
10:51 Reutersê nexşeya erdhejê parve kir
10:49 Ji erdheja Bazarcixê dîmenên ewil
10:48 Demîrtaş ji bo erdhejê daxuyanî da: Roj roja piştevaniyê ye
10:48 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate binçavkirin
10:47 Navenda lêkolînê ya navenda wê li Holandayê di 3’yê sibatê de Tirkiye hişyar kiriye
09:52 Meşa Gemlîkê hate betalkirin: Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê
09:46 Pervîn Buldan: Dilê me bi herêma erdhejê re ye
09:37 ‘Divê her kes destê piştgiriya edaletê dirêjî Malbata Şenyaşar bike’
09:36 Li Amedê maseya krîzê hate avakirin
09:08 Erdheja Bazarcixê: Li Sûriyeyê herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Der barê jinên ku tundî li wan hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:05 Ozûgûrlû: Girtina balyozxaneyan dibe ku biryara ambargoyê be jî
09:04 Çîçek ê ÎHD’yî: Em neçarin guhdariya daxwazên girtiyan bikin
09:02 Rojnamevanê îtalî Forgia: Divê Ocalan azad bibe
09:02 ‘Çareseriya pirsgirêka li girtîgehan ew e ku qanûnan bi cih bînin'
09:01 Germa kûrewî û qirêjî Gola Wanê dixe metirsiyê
09:00 ROJEVA 6'ê SIBATA 2023'YAN
08:56 Li Balikesîrê bi pileya 4,6 erdhej çêbû
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê