Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin

img
WAN -  Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku tevî zaman jî pirsgirêka dermanan didome û wiha got: “Ji sedî 25 kêmbûna dermanan tê wateya xelaya dermanan. Pergal êdî bi vî rengî nameşe.”
 
Pirsgirêka peydakirina dermanan zêde dibe. Tevî ku di meha sibatê de ji sedî 37’an zam hate kirin jî li dermanxaneyan gelek derman nayên peydakirin. Nexweşên ku ji ber vê rewşê gelek zêde mexdûr dibin, neçar dimînin dermanxane dermanxane bigerin. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel, anî ziman ku bi taybetî di peydakirina dermanên zarokan de pirsgirêkên cidî hene.
 
JI 4 DERMANAN YEK NÎNE 
 
Baransel, bi lêv kir ku dermanfiroş jî bi pirsgirêka dermanan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Mixabin li bazara dermanan a li Tirkiyeyê bi ser ji sedî 25’an zêdetir derman nayên peydakirin. Berê dema ev derman nedihatin peydakirin me hin komên din ên dermanan didan. Lê belê ev pêvajoya em tê de derbas dibin peydakirina dermanan di asteke gelekî giran de ye û mixabin di her komeke dermanan de pirsgirêkên me hene. Em gelek dermanan, bi taybetî şirûbên pediatrik, antibiyotîkên ji bo zarokan tên bikaranîn, agirbir, tansiyon û gelek dermanên ji bo mezinan tên bikaranîn nikarin peyda bikin. Ji sedî 25 kêmbûna dermanan tê wateya xelaya dermanan. Di hin komên cîhanê de kêmasiya dermanan heye lê ya me gelekî taybet e. Tenduristî ji ber kêmbûna dermanan nikare xizmeta xwe bidomîne.”
 
‘EV PERGAL NAYÊN MEŞANDIN’
 
Baransel, da zanîn ku bi taybetî dermanxaneyên bi şev nobedar in ji ber nikarin dermanan peyda bikin pirsgirêkên cidî dijîn û wiha berdewam kir: “Welatiyekî me ji bo dermanekî bikire 7 an jî 8 dermanxaneyên nobedar digere. Dema li tu dermanxaneyan derman peyda nekir pirsgirêkeke gelek cuda derdikeve holê. Ev rewş hem ji bo nexweş hem ji bo bijîşk hem jî ji bo nexweşxaneyan dibe pirsgirêk. Elbet dema derman dibîne jî vê carê têkildarî kirîna derman pirsgirêk dijî. Zameke din ji dermanan re hat. Bihayê referansê yê ku em jê ra dibêjin cudahîya buhayê jî, lê zêde bû. Bi dermanên ku demekî dirêje nayên peydakirin re ferqa buhayan gihişt asteke gelek mezin. Ev ferqa bihayê mafê xwe gihandina dermanan ê mirovan ji destê wan digire. Ev pergal êdî bi vî şiklî nikare bimeşe û em vê bi rehetî dibînin. Mînak dema nexweş dermanan peyda nakin an jî dema bi biha dibînin bertekê nîşanî me didin. Sonda me ya ku em tenduristiyê bigihînin nexweşan heye. Em di navbera sonda xwe û şiyana me ya birêvebirina karê xwe da asê mane. Heke hûn derman nedin nabe, hûn bidin jî ji ber bihaye bertek digirin.”
 
WELATÎ NIKARE DERMAN BIKIRE
 
Emîr Çagan ê xwest dermanan bikire jî gazina bihayên zêde kir. Çagan, diyar kir ku bi taybetî ji ber peydakirina dermanên zarokan pirsgirêk dijîn û wiha got: “Beriya niha şirûb û dermanên zarokan erzan bûn. Lê niha em nikarin şirûbekê 60 70 lîreyan bikirin. Dema em tên dermanxaneyê her carê bi ser 200 lîreyî pere didin. Ji bo mirovên weke me yên ji bo mûçeyê kêmtirîn dixebitin, rewşeke gelekî zehmet e. Em di kirîna dermanan de zehmetiyê dikişinin û nikarin dermanan bistînin.”
 
 

Sernavên din

06/02/2023
12:00 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Amedê didomin
11:59 Ji pisporên erdhejê hişyarî: Li Edene, Osmaniye û Hatayê hişyar bin!
11:54 Li Îskenderûnê avahiyên HDP’ê, SP’ê û ÎHD’ê hilweşiyan
11:24 Bajar bi bajar bîlançoya erdhejê: 284 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 323 kes birîndar bûn
11:18 Platforma Bajêr a Amedê qadên komkirinê parve kirin
11:07 Kêliya ku li Rihayê avahî hildiweşiya hatin kişandin
11:04 Rêxistina HDP’a Amedê maseya krîzê ava kir
10:51 Reutersê nexşeya erdhejê parve kir
10:49 Ji erdheja Bazarcixê dîmenên ewil
10:48 Demîrtaş ji bo erdhejê daxuyanî da: Roj roja piştevaniyê ye
10:48 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate binçavkirin
10:47 Navenda lêkolînê ya navenda wê li Holandayê di 3’yê sibatê de Tirkiye hişyar kiriye
09:52 Meşa Gemlîkê hate betalkirin: Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê
09:46 Pervîn Buldan: Dilê me bi herêma erdhejê re ye
09:37 ‘Divê her kes destê piştgiriya edaletê dirêjî Malbata Şenyaşar bike’
09:36 Li Amedê maseya krîzê hate avakirin
09:08 Erdheja Bazarcixê: Li Sûriyeyê herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Der barê jinên ku tundî li wan hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:05 Ozûgûrlû: Girtina balyozxaneyan dibe ku biryara ambargoyê be jî
09:04 Çîçek ê ÎHD’yî: Em neçarin guhdariya daxwazên girtiyan bikin
09:02 Rojnamevanê îtalî Forgia: Divê Ocalan azad bibe
09:02 ‘Çareseriya pirsgirêka li girtîgehan ew e ku qanûnan bi cih bînin'
09:01 Germa kûrewî û qirêjî Gola Wanê dixe metirsiyê
09:00 ROJEVA 6'ê SIBATA 2023'YAN
08:56 Li Balikesîrê bi pileya 4,6 erdhej çêbû
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê