Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne

img
WAN - Rêveberê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Wanê Baran Kanat diyar kir ku ji ber ku ji erdhejên berê pêk hatine tecrûbe nehatiye girtin piştî her erdhejê bilançoya miriyan û xesar zêde dibe û got: “Sedema vê yekê jî ew e ku plana masterê ya erdhejê nîne.” 
 
Erdhejên ku navenda wê Mereş û Dîlok bûn, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bû sedema hilweşînê. Erdhej li pey hev pêk tên û li Amed, Riha, Meletî, Mêrdîn, Semsûr, Osmaniye, Edene û Hatayê bû sedema karesatak mezin. Heta niha li 10 bajaran ku di bin tesîra erdhejê de mane hejmara miriyan derketiye 2 hezar û 921 kesan û hejmara birîndaran jî derketiye 15 hezar û 834 kesan. Avahiyên ku xesar lê çêbûne jî hejmara wan wek 6 hezar û 217 heb hatine tomarkirin. 
 
Erdhejên ku li bakurê pêk hatin, li rojavayê Kurdistanê û hin bajarên Sûriyeyê jî tesîra xwe nîşan da. Li gorî rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê, bi sedan avahî li Heleb, Hama, Tertus û Lazkiye hilweşiyane û 461 kes canê xwe ji dest dane û hezar û 326 kes jî birîndar bûne. 
 
Rêveberê Desteya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Wanê Baran Kanat ji ajansa me re axivî û bal kişand ser dijwariya erdhejê. 
 
'EM HÊ JÎ NE AMADE NE’ 
 
Kanat diyar kir ku erdhejên diqewimin hê jî xesarek cidî ya xesara can û mal bi xwe re tîne û got: “Em wek xelkê Wanê şahidên erdhejan e. Her tim erdhejên biçûk û mezin rû didin. Hê jî em ji bo erdhejê ne amade ne. Jiyana civakî, alîkarî û organîzasyon tune ye. Di erdhejek biçûk de jî em dikevin nava aloziyek mezin. Kes nizane wê çi bike. Nizanin wê biçin ku. Nizanin wê li ku kom bibin. Bêagahî dimînin. Hê jî rayedar xwe negihandine deverên erdhej lê qewimîne. Ev bêkoordînasyonî  niha jî diqewime.” 
 
‘ERDHEJÊN DUH HER TIŞTÎ NÎŞANÎ ME DAN’
 
Kanat da zanîn ku li gel rayedarên sazî û dezgehan civak jî ji bo erdhejê ne amade ye û wiha axivî: “Tu devera Tirkiyeyê ji bo erdhejê ne amade ye. Li tu deverê plana masterê ya erdhejê nîne. Divê li herêmên xetên erdhejê pergalek birêxisintkirî bê avakirin. Divê ji bo tiştên di hilbijartinê de diqewimin li gorî rewşa asayî biherike, pêwîste ku maseyên krîzê bên avakirin, lê belê tune ye. Li welatên wek Japonya bi pileyên 8-9 erdhej diqewime, lê rê li ber encamên neyînî venake. Heta ku nabe mijara nûçeyan jî. Çimkî ew berê ji erdhejê re amade ne. Lê li ba me bi pileya 5 an jî 6 erdhej diqewimin, dibin sedemê ziyan canê xelkê me. Mirin û birîndarên erdhejên duh jî carek din her tiştî nîşanî me da.” 
 
'DIVÊ ÊDÎ ME DERSÊ JI KÊMASIYAN DERXIN’ 
 
Kanat destnîşan kir ku li deverên erdhejê tîmên ku maseyên krîzê û koordinasyonê bi rê ve bibin tune û wiha axivî: “Xaniyên xelkê hildiweşe, xelkê me nizane wê çi bikin. Alîkariyên ku tên berhevkirin nayê birêvebirin û ev dibe sedema rewşa aloziyê. Piştî erdhejê pêvajoya saxkirina birînan dirêj dibe. Tevî ku erdhejên dijwar li Wanê qewimîn û herêma erdhejê ye jî hê jî avahiyên ku dê li ber xwe bidin nehatine çêkirin û nayên çêkirin. Divê êdî em dersê ji vê yekê derxin û bibin xwedî tecrûbe. Divê êdî girîngiyê bidin planên îmarê û destûr neyê dayîn ku avahiyên qatên wan bilind bên çêkirin. Divê em pir bi baldarî nêzî çêkirina avahiyan bibin. Pêwîste êdî em nexşerêya xwe ya ji bo erdhejê xêz bikin. Divê gelê me li dijî rewşek bialoz bi hestiyar be û aram tevbigerin. Divê bi navendên koordînasyonê re bi awayek kordîneyî bixebitin.” 
 
 

Sernavên din

07/02/2023
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin
19:31 Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin
19:17 Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya
19:14 Biden fermana alîkariyê da
18:54 Hejmara miriyan zêde bû
18:09 Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin
17:59 Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya
15:59 Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin
15:53 Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane
15:34 Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne
15:06 Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
15:06 Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya da destpêkirin
14:56 Li Mereşê bi pileya 7.5 erdhejek din pêk hat
14:48 Erdogan: Di erdhejê de heta niha 912 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:47 AFAD û Kandîlliyê pileya erdhejê weke 7.7 revîze kir
13:23 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Semsûrê berdewam in
12:56 Li Rihayê hejmara miriyan bû 20 û 100 jî birîndar hene
12:46 10 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:43 Serokê ÎHD’a Amedê: Li Girtîgeha Amedê rewşa girtiyan baş e
12:41 HDP’ê ji bo erdhejê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir
12:35 Li Êlih, Çewlig, Sêrt, Dêrsim û Xarpêtê di avahiyan de xesar çêbû
12:07 KCK’ê ji bo erdhejê banga seferberiyê kir