Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdhejê de ku navenda wê Bazarcixa Mereşê ye, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek eks birîndra bûne. Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirine. 

Di erhejan de yên navenda wan Bazarcixa Mereşê û bi pileya 7.7 û 7.6'an çêbûn, heya niah gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û hê jî bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne. 
 
KETINA 3 BAJARAN HAT SEKINANDIN 
 
Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay diyar kir ku li Mereş, Hatay û Semsûrê ji bilî wesayîtên wezîfedar heta 48 saetan ketina wesayîtan dane sekinandin. 
 
3 HEZAR Û 419 KESAN CAN3E XWE JI DEST DA 
 
Fuat Oktay daxuyand ku 3 hezar û 419 kesan canê xwe ji dest daye û 10 hezar 534 kes jî birîndar bûne. 
 
11:51 - LI LÎMANA ÎSKENDERÛNÊ ŞEWAT 
 
Li Lîmana Îskenderûnê ji ber ku konteynir qelibîne, şewat derketiye û ev şewat didome. 
 
11:46 - XELKÊ SEMSÛRÊ BI HÊRS E 
 
Li Semsûrê welatiyek ku li bende ye zarokên wî ji bin kavil bên derxistin hêrsa xwe anî ziman û wiha got: “Ma qet nabe kes nikare xwe di rojan de bigihîne vir. Qey kemçeyek jî nîne? Bi hezaran avahî hilweşiyane, hundirê wan tije cenaze ne.” Ev welatî gilî û gazinên xwe ji şandeya HDP’ê re parve kir. 
 
11:45 - HEVSEROKÊN HDP’Ê DIÇIN SEMSÛR Û HATAYÊ 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pêre çûn Semsûrê û Mîthat Sancar û şandeya pê re jî çûn Hatayê. Şande dê li van bajaran lêkolînan bikin. 
 
11:36 - LI HATAYÊ ALÎKARÎ TUNE YE, LI OSMANIYEYÊ 131 KES MIRIN E 
 
Ji ber erdhejê li bajarên herêma Çûkûrovayê jî gelek avahî hilweşiyane. Xelkê hêrêmê li derve şeva xwe derbas kir. Tîmên lêgerîn û rizgariyê bi awayek têrkirî hê jî neçûne bajaran û xelk bi derfetên xwe hewl dide welatiyan ji bin kavilan derxe. 
 
Li Hatayê jî xelk ji alîkarî û piştevaniyê bêpar maye. Li Hatayê jî erdhej dijwariya xwe radixe ber çavan û xelk li dijî dewletê bi hêrs e. 
 
Yek ji bajarên di bin tesîra erdhejê de maye Osmaniye ye. Li gorî daxuyaniya dawî ya Walîtiya Osmaniyeyê hat diyarkirin ku 131 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan avahî hilweşaiyan .e Li avahiyên hilweşiyayî xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan didome. 
 
LI DÎLOKÊ BERTEKA GEL
 
11:14 - Erdheja Bazarcixa Mereşê ku duh çêbû, bandoreke pir mezin li bajarê Dîlokê kir. Li gor agahiyên ewil ên li bajêr, 553 avahî hilweşiyane, herî kêm 200 kes jiyana xwe ji dest dane û herî zêde navçeyên Îslahiye û Nûrdaxiyê bandor ji erdhejê girtin. Li navenda bajêr 11 avahî hilweşiyane. Welatiyên li ber kavilên Apartmana Golgelerê li benda xebereke xêrê sekinîn, bertekên xwe yên li dijî desthilatê bînîn ziman. Welatiyan got: "Bi ziman pêşengê cîhanê ye. Ka pêşengtî?"
 
11:13 - LI SÛRIYEYÊM NÊZÎ HEZAR Û 500 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li hin bajarên Sûriyeyê ku bandor ji erdhejên li Mereş û Dîlokê girtin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt nêzî hezar û 500'î. Erdhejê bandoreke pir mezin li bajarên Îdlib, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê kir. 
 
10:33 - LI MELETIYÊ ERDHEJ
 
Piştî erdhejên li Meletiyê yên bi pileya 7,7'an û 7,6'an, erdhejên peyhatî çêdibin. Li gorî daneyên Resetxaneya Kandîlliyê, îro saet li dor 10.11'an li navçeya Şîro ya Meletiyê bi pileya 5,5'an erdhejek çêbû. AFAD'ê jî ragihand ku pileya erdhejê 5,3 ye. 
 
10:13 - LI BAAZARCIKXÊ TÎMÊN XEBATÊ KÊM IN
 
Li Bazarcixê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên duh bi şev hatibûn sekinandin, niha didomin. Li Apartmana Yoksûlê ya li Kolana Cengîz Topelê ku hilweşiaybû û 5 jê zarok herî kêm 11 kes di bin kavilan de mane, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Tîmên li gelek deverên navçeyê dest bi xebatan kirine, ji ber karesat gelekî mezin e, nikarin ji heq wê derkevin. 
 
HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE
 
Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku heya niha 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest daye û 20 hezar û 426 kes birîndar bûne û 7 hezar û 840 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin. 
 
LI SÛRIYEYÊ 711 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê jî ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 711'an û zêdetirî hezar û 431 kes jî birîndar bûne. 
 
GELÊ AMEDÊ ŞEVA XWE LI DERVE DERBAS KIR
 
Li Amedê ku bandor ji erdhejê girt, şêniyên bajêr şeva xwe li derve derbas kirin. Li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nav kavilên 7 avahiyên hilweşuayyî didomin. Duh bi şev tu pêdiviyên gel nehatin peydakirin. 37 deverên bajêr wekî cihê hêwirandinê hatin diyarkirin, lê li van deran lazmatiyên ji bo hêwirandinê û xwarinê nehatin peydakirin. Ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên navçeyan ên qeyûm tayinî wan hatine kirine xizmeta gel nekirin, gel li derve, li cihên vala yên nêzî xaniyên xwe an jî di wesayîtên xwe de şeva xwe derbas kir.
 
QISMEK SÛRÊN AMEDÊ HILWEŞIYAN
 
Sûrên bajarê Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye hezaz çêbû. Hat dîtin ku li birca di navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê de qewarek mezin çêbûye. 
 
2 HEZAR Û 379 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA
 
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay, bnîlançoya têkildarî erdhejê belav kir. Oktay ragihand ku hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 2 hezar û 379'an û ya birîndaran gihaştiye hezar û 483'yan û 4 hezar û 758 avahî hilweşiayne. 
 
LI SERGORLANÊ BI PILEYA 5,6'AN ERDHEJ
 
Danê sibehê li navçeya Sergolanê ya Semsûrê bi pileya 5,6'an erdhej çêbû. AFAD'ê ragihand ku pileya erdhejê 5,3 ye. 
 
NÎVIYÊ ISLAHIYEYÊ HILWEŞIYA
 
Şaredara Şaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahînê, daxuyand ku di erdhejê de nîviyê navçeya Islahiyeyê hilweşiyaye. 
 
AFAD: 2 HEZAR Û 921 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
AFAD, ragihand ku di erdhejê de 2 hezar û 921 kesî jiyana xwe ji dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne. 
 
LI BAZARCIXÊ 2 KES HATIN RIZGARKIRIN
 
Di xebatên lêgerînê de yên li Apartmana Demîroglûyê ya li Bûlwara Kartalkayayê, saet li dor 00.25’an zaroka bi navê Sumîna Yilkici û Tûrgay Yilkici yê 43 salî bi saxî hatin rizgarkirin.
 
LI SEMSÛRÊ BI SEDAN KES DI BIN KAVILAN DE NE
 
Li Semsûrê hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Li bajêr bi sedan kes di bin kavilên avahiyan de ne û gel bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi rê ve didin. 
 
 

Sernavên din

07/02/2023
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin
19:31 Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin
19:17 Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya
19:14 Biden fermana alîkariyê da
18:54 Hejmara miriyan zêde bû
18:09 Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin
17:59 Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya
15:59 Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin
15:53 Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane
15:34 Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne
15:06 Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
15:06 Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya da destpêkirin
14:56 Li Mereşê bi pileya 7.5 erdhejek din pêk hat
14:48 Erdogan: Di erdhejê de heta niha 912 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:47 AFAD û Kandîlliyê pileya erdhejê weke 7.7 revîze kir
13:23 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Semsûrê berdewam in
12:56 Li Rihayê hejmara miriyan bû 20 û 100 jî birîndar hene
12:46 10 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:43 Serokê ÎHD’a Amedê: Li Girtîgeha Amedê rewşa girtiyan baş e
12:41 HDP’ê ji bo erdhejê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir
12:35 Li Êlih, Çewlig, Sêrt, Dêrsim û Xarpêtê di avahiyan de xesar çêbû
12:07 KCK’ê ji bo erdhejê banga seferberiyê kir