Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e

img
AMED - Tesîra erdhejên ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê ye bandorek mezin li ser Amedê jî kir. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 7 avahiyên Amedê ku hilweşiyabûn berdewam dike. 
 
Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku navenda erdhejê ye duh bi pileya 7.7 û 7.6 erdhejên dijwar rûdan. Erdhejê bandorek mezin li ser Amed jî kir û 7 avahiyên mezin hilweşiyan e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 7 avahiyên Amedê ku hilweşiyane berdewam dikin. 
 
Li Amedê hejmara miriyan gihîştiye 50 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 600 kesî. Nayê zanîn ku çend kes di bin kavilên avahiyan de ne. 
 
LI AVAHIYÊN KU HILWEŞIYANE REWŞA DAWΠ
 
* Avahiya Işik a 8 qat ku 32 daîreyên wê hene li Cadeya Sentoyê ya navçeya Rezanê ye û duh bi şev 4 kes sax hatin derxistin. Li avahiyê 8 mirî û 10 birîndar hatine derxistin. 
 
* Xebata lêgerînê û rizgarkirinê ya li avahiya Cengîzler a li semta Tesîslera Rezanê jî berdewam dike û duh bi şev cenazeyê jina bi navê M.O. a 70 salî û 2 kesên hatin derxistin. Kesek birîndar jî hat derxistin. Ji heman malbatê 9 kes di bin kavil de ne û ji malbatê heta niha 2 kes hatine derxistin. Ji avahiyê cenazeyê jinek bi navê S. jî hat derxistin û birin nexweşxaneyê. Her wiha saet li derdora 11’an jina bi navê Zeynep Ateşogûllari birîndar hat erxistin. Avahî 7 qatî ye û 24 daîre ye. 
 
* Ji avahiya Yoldaş a li navçeya Rezanê ku li semta Ustkoşeyê ye jî cenazeyên A.C. (55) û kurê wî M.C. hat derxistin û birin nexweşxaneyê. Tê payîn ku caneze îro li Goristana Yenîkoyê bên veşartin. 
 
* Ji avahiya 9 qatî ya Akar a li ser Cadeya Emekê ya Rezanê jî xebata rizgarkirinê didome. Duh bi şev du hevjîn û kesek din bi saxî hatin derxistin. Cenazeyê du kesan jî hat derxistin. Ji duh heta îro cenazeyê 20 kesan ji avahiyê hatiye derxistin û 10 kes jî bi axî hatine derxistin. Tê gotin ku bi giştî 130 kes di bin kavilên avahiyê de ne. 
 
* Ji avahiya Sozel a 9 qatî ku li ser 4 daîreyan e û li semta Ofîsê ya Amedê ye, duh bi şev 5 kes birîndarî hatin rizgarkirin. Heta niha 22 birîndar û cenazeyê 3 kesan ji bin kavilê avahiyê hatiye derxistin û kesek miriye jî zarok bûye. 
 
* Yek ji avahiya ku nîvî hilweşiyaye û nivê din xesarek mezin lê çêbûye jî Navenda Kargehan Diyar Galeria ye û 12 qatî ye. Hat zanîn ku du bi şev 4 kes birîndar ji bin kavil hatine derxistin. Tê gotin heta niha 20 birîndar hatine derxistin û nayê zanîn ku çend kes di bin kavilê avahiyê de mane. 
 
GEL BI HÊRS E 
 
Malbatên ku xizmên wan di bin kavilê avahiya Sozel a li semta Ofîsê de ne li benda xeberek xêr ne û ji ber xebatên têrnekirî û xemsariya desthilatdariyê û şaredariyên di bin rêveberiyên qeyûman de bi hêrs in. Malbatên li derûdora avahiyê disekinin têkildarî xebatên li ser avahiyê tên kirin wiha gotin: “Hemin ku hûn hatine li vir pasta, borek û xwarinê bixwin, dest jê berdin em ê canên xwe ji bin kavilê derxin.”
 
BÊTELA POLÎSAN: WELATÎ GILÎ DIKIN 
 
Malbatên ku li derûdora avahiya Cengîzler a li semta Tesîslerê li benda xeberek xêrê ne jî bertek nîşanî xemsariya desthilatdariyê didin. Li vir carna di navbera welatî û polîsan de rageşî diqewime. Balkêşe ku di anonsên bêtêla polîsan de anonsa, “Welatî dibêjin hûn karê xwe nakin, ji serê sibehê ve hûn borekan dixwin” hat bihîstin. 
 
JI ERDHEJA XARPÊTÊ REVIYAN E 
 
Mehmet Ozdemîr jî diyar kir ku ew ji erdheja Xarpêtê ya di sala 2020’yan de pêk hat hatine li Galeria bicih bûne û 8 xizmên wî di bin kavilê avahiyê de ne. Ozdemîr bertek nîşanî têrnekirina xebatên lêgerînî da û got xizmên wî bi navê Samed, Suheylan, Fatoş Serrah, Nehîr, Irmak, Serkan, Buket Ozdemîr di bin kavil de ne. Ozdemîr anî ziman ku saniyek jî ji bo wan saniyek e û bi qasî ku tê xwestinê AFAD li vir xebatê nake û xebat ji polîs û leşkeran re hatiye hiştin. 
 
31 CENAZE LI NEXWEŞXANEYÊ NE 
 
Li aliyê din li gorî zanyariyên li ber destan heta niha 31 cenaze rakirine Nexweşaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. 
 
PLATFORMA PIŞTEVANIYA BAJÊR: 83 KES MIRIN E 
 
Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê jî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku 83 kes mirin e, 19 kes bi giranî birîndar bûne û bi giştî 759 kes birîndar hene. Platformê da zanîn ku li tevahiya bajêr 23 avahî hilweşiyane û xwest ku welatî ji avahiyên bi xesar dûr bisekinin. 
 

Sernavên din

07/02/2023
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin
19:31 Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin
19:17 Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya
19:14 Biden fermana alîkariyê da
18:54 Hejmara miriyan zêde bû
18:09 Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin
17:59 Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya
15:59 Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin
15:53 Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane
15:34 Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne
15:06 Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
15:06 Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya da destpêkirin
14:56 Li Mereşê bi pileya 7.5 erdhejek din pêk hat
14:48 Erdogan: Di erdhejê de heta niha 912 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:47 AFAD û Kandîlliyê pileya erdhejê weke 7.7 revîze kir
13:23 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Semsûrê berdewam in
12:56 Li Rihayê hejmara miriyan bû 20 û 100 jî birîndar hene
12:46 10 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:43 Serokê ÎHD’a Amedê: Li Girtîgeha Amedê rewşa girtiyan baş e
12:41 HDP’ê ji bo erdhejê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir
12:35 Li Êlih, Çewlig, Sêrt, Dêrsim û Xarpêtê di avahiyan de xesar çêbû
12:07 KCK’ê ji bo erdhejê banga seferberiyê kir