HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê

  • rojane
  • 10:40 10 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Parêzer Serhat Eren ku derbarê xebatên Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê de agahî da diyar kir ku di 3 rojên destpêkê de wan 219 TIR, 140 kamyon erzak gihandine mexdûrên erdhejê û 70 kamyon ji bo şandinê amade ne û bi endam û dilxwazan re bi sedan kes 24 saetan li qadê bênavber dixebitin. 
 
Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piştî erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 a navenda wê Bazarcixa Mereşê hat avakirin, ji bo piştgiriya stargeh û xwarinê ya ji bo Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê seferber bû. Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ku li bajarên erdhej çêbûyî tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû, nêzî 70’ê tîmên xwe yên tenduristiyê bi awayekî çalak li qadê ne. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Mafên Hiqûq û Mirovan Berpirsyar parêzer Serhat Eren, têkildarî xebatên li Navenda Koordînasyona Krîzê hatine meşandin agahî parvekirin.  
 
ENDAM Û RÊVEBER DI BIN KAVILAN DE NE
 
Eren diyar kir ku di sibeya 6’ê sibata ku erdhej çêbûyî de ketine nava liv û tevgerê û anî ziman ku li hemû bajaran erdhejeke dijwar çêbûye û li navçeyan navendan ragihandinê yên krîzê avakirine. Eren di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê me navendên koordînasyonê yên krîzê ava kir, rêveber û endamên hemû rêxistinên me yên navçe û navendên Herêma Anatoliya Navîn û Egeyê şandin Hatayê û hemû rêveberên me yên navend û navçeyan ên li herêma Serhatê jî ji bo li Meletiyê li qadê bixebitin hatin şandin. Rêveber û endamên rêxistinên me yên bajar û navçeyan ên Botan û Amedê ji bo ku piranî li Dîlok û Mereşê bixebitin li qadên hilweşiyayî hatin wezîfedarkirin. Dîsa rêveber û endamên me yên di gelek rêxistinên cuda yên bajaran de li bajarên ku erdhej lê çêbûyî hatin peywirdarkirin.”
 
GELEK DILXWAZAN SERLÊDAN KIRIN
 
Eren, da zanîn ku gelek ji rêveberên wan yên navend û navçeyan li qadên erdhejê bi awayekî çalak dixebitin û wiha berdewam kir: “Li Meletiyê 32, li Semsûrê 40, li Dîlokê 50 li Hatayê 20  û  li Mereşê jî 37 endam û rêveberên me bi awayekî çalak dixebitin. Ev rêveber li navendên koordînasyonên krîzê yên me li navend û navçeyên ji ber erdhejê zerar dîtine ava kirine dixebitin û di belavkirina alîkariyên însanî yên ji qadê tên de cih digirin. Di heman demê de hevalên me û endam û rêveberên rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo welatiyên di bin kavilan de bên derxistin û alîkariyên tên koordine bikin jî xebatan dimeşînin. Gelek welatiyên me jî ji bo li qadên erdhejê di nav xebatan de cih bigirin serî li navendên me yên koordînasyonê didin.”
 
TORA DILXWAZAN LI QADÊ YE
 
Eren, da zanîn ku wan li gorî pêdiviyên li herêmê dixwazên serî li navendên wan ên koordînasyonê krîzê dane peywîrdar kirine û wiha got: “Li Meletiyê 150, li Meletiyê û navçeyên wê 146, li Semsûr û navçeyên wê 160, li Dîlokê 70, li Hatayê jî 70 dilxwaz bi awayekî çalak li qadê dixebitin. Tevî ku li Amed û Rihayê erdhej çêbûye jî piştgiriya li herêmên din dikin.”
 
ŞAREDARIYÊN HDP’Î LI HERÊMA ERDHEJÊ NE
 
Eren, da zanîn ku di sê rojên ewil de 219 TIR û 140 kamyon erzak gihandinê herêmên lê erdhej çêbûyî û anî ziman ku alîkarî bi awayekî koordîneyî gihandine bajar, navçe û gundên mexdûrên erhejê lê heyî. Eren da xuyakirin ku 70 kamyonên malzemeyên alîkariya însanî hildigirin niha amade ne biçin herêmên erdhejê û got: “Makîneyên kar yên li stokên 6 şaredariyên me yên qeyûm tayîn nekirine qeydkirîne, li herêmên ji erdhejê bandor bûne dixebitin. Şaredariyên me jî li Meletî, Semsûr, Elbîstan û Bazarcixê xwarinên germ belav dikin.”
 
Eren, destnîşan kir ku ew li qadên hilweşiyayî bi gelek pisporên teknîkî û makîneyên înşaetê re dixebitin û nêzî 70 personelên tenduristiyê jî tevlî xebatan dibin û da zanîn ku ew li 4 bajaran bi 160 tupên tîpê pîşesaziyê û pêdiviyên benzînê û mazotê pêşwazî dikin.
 
‘DESTHILAT DI BIN KAVILÊ DE YE’
 
Eren, anî ziman ku desthilatê nekarî pêvajoyê bi rê ve bibe û derket holê ku bêçare ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bê zanîn ku em bi rastiya ku desthilat û dewlet li qadê nîne re rûbirû ne.”
 
 

Sernavên din

11/02/2023
10:44 ‘Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye’
10:37 HDP’ê li serdozgeriyê giliyê BTK’ê kir
10:29 Li Êlihê ruhê seferberiyê: KHK’î li qadê ne
10:09 Paylan: Cenaze bêyî werin tomarkirin tên veşartin
10:05 Parlamenterên HDP’ê: Li gundên Meletiyê xelk di rewşek şerpeze de ye
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne