Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in

  • rojane
  • 15:06 10 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TMMOB'ê pirsgirêkên sereke yên 9 bajar û navçeyekê yên bandor ji erdhejê girtin kirin rapor. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li gelek deveran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. 
 
Yekîtiya ODeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), der barê 9 bajar û navçeyekê de ku bandor ji erdhejên Mereşê girtin, raporek amade kir. TMMOB ku hevdîtin bi şax û nûnerên xwe yên li 10 bajaran kiriye, bal kişandiye ser xebatên nehatine kirin. 
 
MEREŞ
 
“Li Mereş û Elbistanê rûxandineke gelekî mezin heye. Li her kuçeyê 3-4 avahî hilweşiyane, li hin kuçeyan jî avahî bi temamî hilweşiyane. Li gor çavdêriyên ewil li Mereş û Elbistanê jî xebateke bi koordîne nehatiye kirin. 
 
Li Elbistanê jî li seranserê navçeyê tenê li 2-3 avahiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin. Li van avahiyan jî tenê li avahiyekê tîmên pispor hene. Gelek avahî hene ku hê li nav kevilên wan xebat nehatine destpêkirin. Li van avahiyan welatiyên sivîl bi derfetên xwe dixebitin û hewl didin mirovan ji bin kavilan derxînin. Ji ber ku rê hatine vekirin meseleya xurekan bi awayekî qismî hatiye çareserkirin. Lê meseleya hêwirandin û germkirinê hê jî zêde ye. Kon tênd anîn, lê li cihekî gelekî dûrî navendê tên danîn û pir kêm in. Têkildarî tespîtkirina xesarê hê jî dest pê nekiriye. Lê divê bê gotin ku piraniya avahiyan dê neyên bikaranîn.
 
DÎLOK
 
Di du rojên ewil de li Islahiye û Nûrdaxiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin. Lê niha xebat di bin banê koordînasyona AFAD'ê de bi karkerên şaredariyê û amûrên şaredariyê û bi saizyên dilxwaz tê kirin. Ji ber ku gaz hatiye birîn, di warê çêkirina xwarinê de pirsgirêk hene. Pirsgirêka amûrên germkirinê û jeneratoran li be rçareserkirinê ye. Zexîre, xurek, dermanî betanî, ekîpman hwd. li koordînasyona AFAD'ê tên li hin deveran tên komkirin û paşê tên belavkirin. Hêwanên sporê, deverên pir zirar ji erdhejê negirtine ji bo mexdûrên erdhejê hatine vekirin. Amadekariyên ji bo konan didomin.
 
AMED
 
Roja erdhejê demildest ji aliyê Platforma Parastina BAjêr û Piştevaniyê ya Amedê ku Koordînasyona Bajêr a Amedê jî di nav de ye, MAseya Krîzê hatiye çêkirin. Piştî civîn û hevdîtinan, xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên xera bûne û texrîb bûne dest pê kirine.
 
Di xebatan de hatiye tespîtkirin ku li navenda bajêr 8 û li seranserê bajêr jî bi giştî 17 avahî hilweşiyane. Li bajêr cihên xetere demildest hatine kontrolkirin. Li navenda bajêr demildest li nav kavilên avahiyên hilweşiyan xebat dest pê kirine. Gava ekîbên AFAD'ê hene û têra xwe tîmên rizgarkirinê çêbûne, xebat bi hev re hatine kirin. Lê ji ber ku ekîpmana xebatkarên AFAD'ê kêm bûye, ji aliyê maseya krîzê ve vînç, kemçe, hîltî û hwd. hatine peydekirin. Xebatên rizgarkirinê tim hatine şopandin û piştgirî tim hatiye kirin. 
 
Ji bo maseya me ya krîzê daxilî nava maseya krîzê ya walîtiyê bê kirin û ji bo vê me pêwendî bi walîtiyê re daniye û a din a rojê 90 hevpîşeyên me yên ji bo tespîtkirina xesarê daxilî nava xebatên tespîtkirina xesarê ya Midrûiyeta Bajarê ya Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê hatiye kirin. Hê jî xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên xesardîtî bi hev re tê kirin. 
 
Di heman demê de ji bo demildest pêwendî bi avahiyên xesardtî re bê danîn tîmên tespîtkirina xesarê yên mobîl ên ji bo 20 kesî pêkhatî û girêdayî Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê hatine avakirin. Bi sedan lêkolînên tespîtkirina xesarê yên hatine, raçavkirin. Haya rayedaran ji avayihên xesardîtî yên giran pê hatiye xistin. Xebatên di vî warî de li gorî daxwazan jî tên kirin. Tevî maseya krîzê li bajêr cihên hêwirandinê hatine çêkirin. Rayedarên ku di vî warî de tu gavan neavêtine pêwendî hatiye danîn û dibistan jî di nav de gelek cih ji bo hêwirandina hatine vekirin. Piştî hevdîtin bi AFAD'ê re hatiye kirin, li hin deveran kon hatine danîn. Stasyonên trênê û vagonên li bajêr jî ji bo hêwirandinê tên bikaranîn. Maseya krîzê xwarinê dide nêzî 200 hezar kesî û pêdiviyên wan peyda dike. 
 
MELETÎ
 
Ji ber erdhejê beşekê Mizgefta Nû ya dîrokî ya Meletiyê hilweşiya û di avahiya termînala Balafirgeha Meletiyê xesar çêbû. Balafirgeha ku li ber trafîka hewayî ya sivîlan hate girtin, ji bo firînên alîkariya însanî û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê vekirî ye. Nexweşxaneya Taybet a Dîvan û ya Gozdeyê hilweşiyan. Her çende ku bi têrî nekin jî, li hinek cihan tîmên AFAD û Heyva Sor hene. Lê belê di asta pêwîst de tîmên pispor ên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne. Ji ber ku cihên gel xwe lê bihewîne kêm in, welatî di wesayîtên xwe de dimînin. Organîzasyona xwarinê kêm û netêrker in. Pirsgirêka veguhestinê heye. 
 
RIHA
 
Li Rihayê rêveberiya AFAD û tîmên Heyva Sor hewl didin pêvajoyê bimeşînin. Lê ji ber ku amade nebûn, mudaxaleyên wan kêm dimînin. Gelek birîndar hene û gelek zarok winda ne. Li bajar xizmetên tenduristiyê pir kêm in ku mirov dikare bibêje qet nînin. Konên hatine vedan pir kêm in û bi taybet jî li deverên çoltar cihê ku welatî lê bimînin nînin. Li navenda bajar av heye lê ceyran tune ye. Rewşa çoltarê hêj xerabtir e. Pêdîvîya xurekê nayê pêşwazîkîrîn. Ji ber ku binesazî têr nake, pirsgirêka trafîkê heye. Midûriyeta Bajar a Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo venêrînê tîm ava kirin û van tîman dest bi xebatên tespîtkirina xesaran kirin. 
 
SEMSÛR
 
Li navenda bajarê Semsûrê zêdetirî 400-500 avahî hilweşiyan e. Yên ne hilweşiyayîn jî ne di wê astê de ne ku gel bikare têkevê. Avahiya xizmetê ya şaredariyê wêran bûye. Hat zanîn ku nexweşxaneyeke li Golbaşi ya Semsûrê jî pir xesar dîtiye. Hêj niha jî dengê mirovan ji bin kavilên avahiyan tê. Lê belê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir kêm in. Hêj jî xwe negihandine gelek avahiyan. Pêdiviyeke mezin bi hêza mirovan heye. Mirov dikare bibêje ku têkildarî rêveberiya karesatê ya bajar tu koordînasyon nîne. Piştgiriya xurekan tê lê nagihije her deveran. Bênavber banga alîkariyê ji gundan tê. Hinek alîkariyên xurekan ên hatine şandin, AFAD’ê dest danîn ser û birin navenda bajar û li konbajarên hatine avakirin belav kirin. 
 
AFAD bi tena serê xwe Koordînasyonê dike lê serkeftî nîne. Ji ber kêmaniya hêza mirovan û koordînasyonê, alîkarî bi awayekî wekhev nayên belavkirin. Pirsgirêka ceyran û avê didome. Bi taybet jî av hatiye qutkirin û welatî nikarin xwe bigihînin ava paqij. Ev jî rê li ber pirsgirêkeke mezin vedike. Ji ber mercên giran ên zivistanê, pirsgirêka hewînê derketiye asteke mezin. Hemû kes di wesayîtên xwe de radizên û pirsgirêka sotemeniyê didome. 
 
HATAY
 
Li Hatayê gelek avahî hilweşiyane lê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin organîzekirin. Xebat ji hêla xelkê herêmê û ji hêla kesên dilxwaz ve hatin meşandin. Nexweşxaneya Taybet a Akademî ya Antakyayê û Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê hilweşiyan, pîsta Balafirgeha Hatayê kerr qelişî ye û nema dikare were bikaranîn. Avahiyên cemaweriyê û ya şaredariyê nema dikarin bên bikaranîn. Binesaziya veguhestinê naxebite. Maseyeke krîzê ya ku şaredariyê ava kirî tune ye. Tenê maseya krîzê ya ku walîtiyê li ser AFAD’ê ava kirî heye. 
 
Ji bilî hilweşînê, xesareke mezin gihiştiye gelemperiya avahiyan û êdî nikarin bên bikaranîn. 
 
Di du rojên ewil ên erdhejê de li bajar di tu qadan de xebatên organîzeyî nehatin kirin. Navenda krîzê nehat avakirin, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin destpêkirin. Hejmara tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên çalak dixebitiyan, pir zêde kêm bûn. Li hinek şaredariyên navendî de makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê hebûn lê li hinek şaredariyên navendî de tu makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê tune bûn. Li kolanan cenaze hene. Ji bo kar û barên definkirinê makîneyên kar, kemçe û mer nehatin temînkirin. Hemû kargeh girtî ne. Tu pêdivî nayên pêşwazîkirin. Ji bo ku gel xwe lê bihewîne, tu gav nayên avêtin. Gel li deverên weke cihê bazarê û li deverên servekirî kom bûye. Li bajar binesaziya ceyran, av û gaza xwezayî naxebite. 
 
Di mijara peydakirina xurekan de pirsgirêkên pir cidî hene. Di du rojên ewil ên erdhejê de tu alîkariyên TIR’an neşandin bajar. Li ser rêya Edene-Konyayê gelek makîneyên kar û TIR’ên alîkariyê hene. Tê payîn ku ev makîne û TIR ji hêla AFAD’ê ve tên sekinandin û divê tavilê derbasî bajar bibin. Divê ji bo mexdûrên erdhejê û tîmên lêgerîn-rizgarkirinê tavilê daşir bên peydakirin ji ber ku pirsgirêkeke mezin e. Divê tavilê daşirên seyar bên avakirin. Yek ji pirsgirêkên din ên girîng jî peydakirina ava paqij e. Di vê mijarê de pirsgirêkên cidî hene. Tê zanîn ku li navendên AFAD’ê TIR’ên ava paqij hene. Lê belê di asta ku tê xwestin de nayên belavkirin. Her wiha di serî de sotemenî, hewîn (kon/tilûmên xewê), ronîkirin û hwd. divê hemû pêdiviyên din tavilê bên pêşwazîkirin.
 
ÎSKENDERÛN
 
Li Îskenderûnê tu rayedarek AFAD û Kizilayê xuya nakin. Welatiyên me bi derfetên xwe xebatên lêgerînê-rizgarkirinê dikin. Makîneyên kar dereng gihîştin cihê kar. Pirsgirêka hêwirînê nehat çareserkirin. Konteyner gelek dereng gihîştin herêmê. 
 
Tu organîzasyonek xwarinê tune. Welatî alîkariyên ku bi derfetên xwe kom dikin li herêmê belav dikin. Xizmetên tenduristiyê nayên kirin. Ji ber ku nexweşxaneya dewletê hat hilweşandin, birîndar sewqî Edene û Mêrsînê tên kirin. Veguhastin bi awayekî tengasî berdewam dike. Xebatên tesbîta xesarê dest pê nekirin. Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Deryayî ya Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ragihand ku ji ber erdhejê li bendera Îskenderûnê di keştiyê de hin hilweşîn çêbûne.
 
Li bendera Îskenderûnê şewat qewimîbû. Ji ber ku piştî erdhejê konteyner qelibî, şewatê bi rojan dewam kir. Wek tê zanîn bender herêmên bi rîsk ên asta yekemîn in. 
 
Di pêvajoyên karesatê de veguheztin, hilanîn an bikaranîna tiştên xeternak her tim bi rîskê bi xwe re tîne. Ji bo kêmkirina van metirsiyan a girîng ew e ku li gorî giranî û bandorên ku dê di dema teqînekê de rû bidin, pêşbîneyên xetereyê werin destnîşankirin û her xala ku dê bibe xeternak were analîzkirin, bi veqetandina wan di kategoriyên cûda de ji dergehê derketina maddeya xeternak, û tedbîrên pêwîst bigirin. Divê wisa tevdîr werin girtin ku karesata li ser karesatê neqewime. Nayê zanîn ku gelo ka her cure tevdîr hatiye girtin an na. 
 
EDENE 
 
Li Edeneyê 13 avahî hilweşiyan e. Ji ber avahiyên hilweşiyane pirqatî ne gelek qurbanî çêbûne. Bi taybetî li cihên ku nû avahî lê hatine çêkirin, avahiyên ku xesar dîtine gelek in. Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê xebatên tespîtê kiriye û temam kiriye. Di avahiyên saziyên dewletê de û li nexweşxaneyan tu xesar nehatiye tespîtkirin. Rewşa karesta li vir li gorî bajarên din di rewşek baştir de ye. Li vir jî pirsgirêka zexîre û avê heye. Li bajêr av û ceyran heye û xizmet tê temînkirin. 
 
OSMANIYE
 
Li başûrê Osmaniyeyê hilweşandin gelek zêde ye. Avahiyên kevn gelek hilweşiyane. Gelek avahî jî xesar dîtine. Nexweşxaneyên taybet jî ketine wê rewşê ku nayên bikaranîn. Li bajêr wezîfedarên AFAD’ê û Kizilayê hene û destek ji derve nexwestine. Konbjar û kampa hatine avakirin. Hê jî têr nake. Ceyranê bi awayek sînordarkirî didin bajêr. Lewma welatî xwe nagihînin pêdiviyên sereke. Nan nayê pêjandin û hilberandin. Tevî ku bi AFAD’ê re hevdîtin hatiye kirin jî lê pirsgirêka xwarinê nehatiye çareserkirin. Her çiqas sînordarkirî be jî lê alîkariya ku ji derve hatiye belav bûye. 
 
Av tê qutkirin û nepaqij diherike. Lewma pêdivî bi ava paqij heye. Ji ber zivistanê problema germbûnê heye. Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê xebatên tespîta xesarê temam kirine. Lê belê ji ÎMO’yê alîkarî nehatiye xwestin.”
 

Sernavên din

11/02/2023
10:37 HDP’ê li serdozgeriyê giliyê BTK’ê kir
10:29 Li Êlihê ruhê seferberiyê: KHK’î li qadê ne
10:09 Paylan: Cenaze bêyî werin tomarkirin tên veşartin
10:05 Parlamenterên HDP’ê: Li gundên Meletiyê xelk di rewşek şerpeze de ye
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'