Erdhej di roja 7’emîn de ye: Li herêmên erdhejê cenaze ne li gorî rêbazan tên veşartin

  • rojane
  • 09:26 12 Sibat 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku erdhej lê çêbû tevî ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin jî lê xebata rakirina xirbeyan dest pê kir. Li herêmên erdhejê gel xwe bi xwe birînên xwe dipêçin. Cenazeyên qurbaniyan bi awayek bêrêbaz tên veşartin. 

Karesata erdhejên ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû û bandora xwe li ser 10 bajaran kir di roja 7’an de ye. Di erdhejên dijwar de ku çêbûn hejmara qurbaniyan gihîşt 25 hezaran û bi deh hezaran jî birîndar hene. Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Tevî vê xebata rizgarkirinê jî lê li gelek deveran bi makîneyên kar xebata rakirina xirbeyan jî dan destpêkirin. Her wiha tê gotin ku nimûneya wan avahiyên ku xirbeyên wan tê rakirin jî nehatiye girtin. Vê rewşa behsa wê tê kirin bêrêbaziya duyemîn bi xwe re tîne. 
 
Cenazeyên li korîdorên nexweşxaneyan û li kolanan hatine sekinandin, hem bi awayek bêrêbazî û hem jî li dijî wecîbeyên olî tên veşartin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang kirin û xwestin divê cenaze ji binê kîjan xirbeyê hatiye derxistin girteka wê bê girtin, otopsî bê kirin û li gorî wecîbeyên olî bên veşartin.
 
Tevî ku ev bêrêbazî didomin vê carê jî waliyên ku ji aliyê îktidarê ve wek “koordînator” hatine wezîfedarkirin, li gel ku dizanin mirov di bin xirbeyan de mane jî daxuyandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qediyan e. Li gel daxuyaniyên waliyan jî hem gel hem jî dilxwaz û hem jî tîmên AFAD’ê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê di roja 7’emîn a erdhejê de li herêmên erdhejê agahiyan kêlî bi kêlî radigihînin.
 
21.41 - Li Antakyayê zarokê bi navê Fatîh ê 13 salî, piştî 158 saetan ji aliyê dilxwazan ve ji bin kavilan hat rizgarkirin. 
 
21.33 - Parlementerên HDP'ê li Meletiyê serdana gundên bandor ji erdhejê girtine kirin. Di serdanê de pirsa hevpar a gundiyan ev bû: "Ka dewlet li ku ye?"
 
21.22 - Li Hatayê leşker, polîs û tîmên AFAD'ê ku dest ji rizgarkirina kesên di bin kavilan de berdane, qaseyeke pola ya di bin kavilên avahiyekê de dîtin vekirin û pere û zêrê tê de xistin çenteyan. 
 
21.05 - Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku dewlet di warê alîkariyê de dereng maye û gotin ku HDP bi hawara wan de hatiye. Mexdûran got: "Kesên ku hûn ji wan re dibêjin terorîst, beriya dewletê gihîştin hawara me." 
 
19.48 - 30 hezar nanên tenûrê ku jinên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê yên Dîlokê çêkirin, li welatiyan hatin belavkirin. 
 
19.03 - Hat zanîn ku wesayîtên kar yên alîkariyê ku ji hêla Weqfa Alîkariyê ya Barzanî ve ji bo cihên erdhejê hatine şandin li gumrukê û Zanîngeha Semsûrê tên ravestandin. 
 
18.55 - Li Amedê malbatên ku li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne, hev du teselî dikin. 
 
18.48 - Sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bi pêşengiya ÎHD a Şaxa Enqereyê li hev kom bûn, Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ya Enqereyê ava kirin. 
 
18.23 - Li 4 gundên navçeya Çaglayancerîtê, ji ber erdhejê 9 kes jiyana xwe ji dest dane û piraniya avahiyên saxlem li ser pêyan mane. 
 
17.44 - AFAD'ê daxuyand ku di erdhejên Mereşê de yên bandor li 10 bajaran kirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 29 hezar û 605'an. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 147 hezar û 934 mexdûrên erdhejê ber bi bajarine din ve hatine şandin. 
 
17-33 - Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, heya niha 250 hezar mexdûrên erdhejê li deverên cuda bi cih kirine û rojê xwarinê dide 645-930 hezar mexdûrên erdhejê. 
 
16.49 - Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê dê sibe bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi awayekî awarte bicive. 
 
16.43 - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Osmaniyeyê berdewam in. Welatiyan bertek nîşanî nedayîna alîkariyan dan û wiha gotin: “Em nikarin xwe bigihînin saziyên dewletê.” Her wiha hat zanîn ku hêj jî alîkarî negihiştine tax û gundên kurdan ên Osmaniyeyê. 
 
16.38 - Li Êlihê 4 zarokên ku di kumbarayên xwe de pere berhev kiribûn, hatin avahiya HDP’a Êlihê û ji bo zarokên mexdûr ên erdhejê şandin. 
 
16.21 -  Li navçeya Samandagiya Hatayê mexdûrên erdhejê bertek nîşanî îktidarê didin. Dîmena ku gihîştin ber destê ajansa me welatî wiha bertek nîşan didin: “Min bi destê xwe xizmên xwe bin kavilan derxist. Lê hê jî diçin ber kamerayan û pesnê xwe didin.” 
 
15.54 - Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê bi tevlibûna 3 hezar û 200 dilxwazan xwe gihand herêmên erdhejê û bi 860 wesayîtan xizmetê ji mexdûrên erdhejê re dike. 
 
15.52 - Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ku eşkere kiribû dê zarokên mexdûrên erdhejê bidin malbatan lê wezaretê bi paş ve gav avêt, xwe derewand û got: “Çiqas niyet û daxwazan wan baş dibe bila bibe, ne mimkin e em ê zarokên xwe radestî wan bikin.” 
 
15.53 - Di erdhejê de xesar gihişt Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglû û Gitîgeha Tîpa T a Islehiyeyê û hatin tehliyekirin. Malbatên girtiyan dan zanîn ku tu agahî ji wan re nayên dayîn bê ka girtî bi ku de birine. 
 
15.45 - Waliyê Rihayê Salih Ayhan da zanîn ku li bajar 82 hezar avahiyên bixesar hatine tespîtkirin. 
 
14.45 - LI AMEDÊ HETA NIHA 312 CENAZE HATINE DERXISTIN 
 
Heta niha ji bin xirbeyên 7 avahiyên li Amedê cenazeyên 312 kesan hatiye derxistin û 900 birîndaran serî li nexweşxaneyan daye. Li hin avahiyan xebata rakirina xirbeyan dest pê kir. Welatiyên li ber avahiyê hilweşiyayî hê jî disekinin wiha dibêjin, “Qet nebe me cenazeyên xwe werbigirta û em li ser gorên wan bigiriyan.” 
 
14-37 - Mexdûrekî erdhejê yê li Taxa Karapinar a Semsûrê dimîne xwe gihand ajansa me û got ku hewcehiya wan bi konan heye û di halê hazir de her 3 malbat di konekî de dimînin. 
 
14.28 - Mexdûrên erdhejê ji bo xwe lê bihewînin li benda konan e. Konê ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê li pêşiya avahiya HDP’ê Amedê veda bû û bi dehan kes dikarin xwe lê bihewînin, di bin parastina polîsan de vala disekine. 
 
14.27 - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku îktidar li herêmên erdhejê polîs û leşkeran ji bo îşkenceyê xistiye dewrê û got: “Di tu şert û mercan de îşkence nayê qebûlkirin û divê kesên îşkence dikin bêceza neyê hiştin.” 
 
14.25 - Li Semsûrê di weşana zindî de dema nûçegihanê TV100’ê qala xebatên AFAD’ê dikir, welatiyekî bertek nîşan da. Dema mexdûrê erdhejê bertek nîşan dida, nûçegihan mîkrofon veşar da ku dengê wî neyê bihîstin. 
 
14.02 - Di erdheja Hatayê de ji heman malbata Cizîrî 4 kesan jiyana xwe ji des dabûn. Cenazeyên endamên malbatê li Cizîrê hatin definkirin. 
 
13.56 - ALÎKARIYA WATEDAR  
 
Di kolîyên alîkariyê ku hatin Semsûrê de peyamên girîng û hestiyar ên zarokan derketin holê. Welatiyek ku pêlava xwe ji mexdûrên erdhejê re şandiye vê peyamê nivîsandiye: “Min dixwest pêlavek nû ji we re bişînim. Lê belê ji ber tengezariya aborî min nikaribû pêlavek nû bişînim. Ez ji we lêborînê dixwazim.” 
 
13.46 - Li Semsûrê 5 ciwanên ji Amedê ku ji bo tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatibûn bajar, ji hêla polîsan ve hatin revandin, îşkencekirin û piştî hatin tazîkirin ji bajar hatin derxistin. 
 
13.10 - PIŞTÎ 152 SAETAN JINEK HAT RIZGARKIRIN
 
Li taxa Elîtaş a Semsûrê xebatên lêgerîn û rigarkirinê didomin. Li ser xirbeyê Sîteya Mercan a li taxa Elîtaşê bi amûra guhdarkirina derdorê xebat hat kirin. Di encama guhdariya deng de tîmên rizgarkirinê xwe gihandin dengê jina bi navê Rabîa ya 22 salî. Tîmên rizgarkirinê xwe berdan cem Rabîayê û wê sax derxistin û rakirin nexweşxaneyê. 
 
12.45 - Mexdûrên erdhejê yên li navçeya Antakyaya Hatayê diyar kirin ku dewlet tune ye û gotin: “Cenazeyên me li erdê tên sekinandin. Wesayîta neqilkirina cenazeyan jî nadin me.”
 
12.30 - Ciwanên ku bi dilxwazî li Amedê 24 saetan ji bo mexdûrên erdhejê dixebitin banga mezinkirina piştevaniyê li her kesî kirin. 
 
12.06 - Ji ber erdhejê Bendava Kartalkaya ya li navçeya Bazarcixê xesarek mezin dîtiye. Terkên mezin li qeraxê bendavê û li ser deriyên wê ketine. Ji bilî hişariya “di vir de neçin” tu hişyarî nayê kirin. 
 
12.07 - Wesayîteke ku ji Stenbolê bo mexdûrên erdhejê yên Mereşê alîkarî dibir, di rê de qeza kir. 2 ciwanên di wesayîtê de birîndar bûn. 
 
12.06 - Pisporên xizmeta civakî behsa travmaya sosyal psîkolojîk a piştî erdhejê li ser civakê çêbû kirin û gotin divê ji bo hemû mexdûrên erdhejê xizmeta psîkososyal ji bo her kesî bê dayîn. 
 
12.01 - Serokê Komeleya Piştevaniya bi Penaberên Sûriyeyî re Mohamad Saleh Alî bertek nîşanî hewldana ku penaberan weke “talanker” nîşan didin da û wiha got: “Penaber bûn bar nîne, maf e.” 
 
11.42 - Rojnamevan Îrfan Ûçar ê ku 6 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got: “Qêrîn û hawara van mirovan negihîşt tu kesî. Gund terkî qedera xwe hatine û gundî bi tenê hatin hiştin. Tu alîkarî nîne, li dijî xelkê sûc hatiye kirin.” 
 
11.40 - Li Evrî-Kumeevlerî ya navçeya Bazarcix a Mereşê tevahiya avahiyan hilweşiyan e. Zarokê bi navê O.C. ku tevî 4 xwişk-birayên xwe hatibû rizgarkirin, ji ser kavilê ku bavê wî lê jiyana xwe ji dest daye naçe. 
 
11.24 - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê piştevanî û alîkariya xelkê gundan dikin ku tîmên AFAD’ê û alîkariya wê negihîştiyê dikin. Ciwanan got pêdiviya mexdûran bi sobe û konan heye. 
 
11.22 - Prof. Dr. Okan Tuysuz da zanîn ku sersariyê di erdhejê de bi xwe re hilweşîneke mezin anî û wiha got: “Heke li hişyariyên me guhdar bikirana dê hilweşîneke ewqas mezin çênebûya.” 
 
10.55 - Ji welatiyên Taxa Kayabaşiya Islahiye ya li quntarê Çiyayên Amanosê re ku bi derfetên xwe cenazeyan ji bin kavilan derdixînin re gotin; “Heta dozger neyê hûn nikarin defin bikin” lê belê tu kes nehate wê derê. Cenazeyên ku êdî bêhn ketibûyê, piştî 4 rojan hatin definkirin. 
 
10.46 - TÎMA MA'YÊ JI GUNDAN RAGIHAND
 
Li 6 gundên Bazarcixê bi sedan avahî hilweşiyane. Li van gundan herî kêm 107 kes canê xwe ji dest dane. Welatiyek ku di baraqeyek naylon de dimîne, bersiva “Gelo ma girîngiya navê min maye?” dide pirsa me û bi kurt û kurmancî rewşa karesat û bêçaretiyê ya li gundan radixe ber çavan. 
 
10.34 - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê û yên li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê ku li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, bi boneya erdhejê çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
10.30 - Zaroka bi navê Hanim Gullu ya 12 salî li navçeya Bêhiştiyê ya Semsûrê piştî 143 saetan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin. 
 
10.29 - Piştî ku ser erdhejê re 5 roj derbas bûn, AFAD’ê bi lez û bez li ser zemîneke berf û cemedê kon vedan. Mexdûrên erdhejê yên di roja ewil de li wan konan mabûn wiha gotin: “Wê şevê ji bo ku neqerisîn, em ranezan. 
 
10.03 - Jinên colemêrgî ku ji bo herêmên erdhejê seferber bûne diyar kirin ku roj ne roja cihêkariyê ye û wiha gotin: “Roj roja piştevanî, yekitî, xwişk û biratiyê ye.” 
 
09.19 - Cenazeyê hunermend Zîlan Tîgrîs ji bin kavilê avahiya Sozel a 9 qatî ya li Semta Ofîsa Amedê ku hilweşiyabû, hate derxistin. 
 
09.01 - Li navenda Semsûrê piştî 7 rojan, bi awayekî qismî ceyran dan hinek herêmên ku xesar kêm lê çêbûye. 
 
09.00 - Piştî karesata erdhejê ya li Bakur û Rojava, her çar parçeyên Kurdistanê gel seferber bû. Kurdistaniyên ku li her çar parçeyan dest bi kampanyayê kirin gotin: "Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî derketineke mezin çêbikin. Xwedî derketin erka Kurdistanî ye."
 
09.00 - Li Mereşê piştî 135 saetan 3 kes û piştî 138 saetan jî 5 kesên din bi saxî ji bin kavilan hatin rizgarkirin. 
 
08.46 - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay têkildarî bîlançoya dawî daxuyanî da. Oktay da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 24 hezar û 617 kes.
 

Sernavên din

12/02/2023
14:25 Mexdûrê erdhejê bertek nîşan da, TV100’ê mîkrofona xwe veşart
14:02 Li Cizîrê malbatek hate definkirin
13:57 TEV-DEM’ê ji ber ambargoyê bertek nîşanî hikûmeta Şamê da
13:56 Pêlava xwe şand Semsûrê, ji ber nikaribû pêlavek nû bişîne lêborînê xwest
13:46 Polîsan îşkence li ciwanên dilxwaz kirin û ji bajar derxistin
13:10 Li Semsûrê piştî 152 saetan jinek ji bin xirbe hat rizgarkirin
13:01 Eren: Dema gel di bin kavilan de can dida, medyayê îktîdar diparast
12:45 'Bavê min li vir radizê, wesayîta neqilkirina cenaze jî nadin me’
12:32 Dewlet hem alîkariyê nade û hem jî yên alîkariyê didin asteng dike
12:31 Ciwanên ku 24 saetan li qadê dixebitin banga mezinkirina piştevaniyê kirin
12:16 Li Bendava Kartalkaya xetereyek mezin: Dibe ku deriyên bendavê biteqin
12:07 Wesayîta ku bo herêmên erdhejê alîkarî dibir qeza kir
12:06 ‘Divê bi lezgînî xizmeta psîkososyal ji bo mexdûrên erdhejê bê dayîn’
12:01 Penaber bi erdhejê re koça duyemîn dijîn
11:42 Rojnamevan Ûçar ê ku 6 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan: Qêrîn û hawara qurbaniyan negihîşt tu kesî
11:40 Ji ser kavilê bavê xwe lê winda kiriye naçe!
11:24 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Li Meletiyê pêdivî bi sobe û konan heye
11:22 Prof. Dr. Okan Tuysuz: Sedema vê hilweşîna mezin, sersarî ye
10:55 Gotin ‘heta dozger neyê hûn nikarin defin bikin’ lê kesek nehat
10:46 Tîma MA’yê li gundên Bazarcixê ye: Kevir li ser kevirê nemaye
10:34 Girtiyan ji ber erdhejê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
10:30 Zaroka 12 salî piştî 143 saetan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin
10:29 Piştî 5 rojan li ser zemîna cemedê kon vedan: Ji bo ne qerisîn em ranezan
10:03 Jinên li Colemêrgê nan dipêjin: Roj roja piştevaniyê ye
09:26 Erdhej di roja 7’emîn de ye: Li herêmên erdhejê cenaze ne li gorî rêbazan tên veşartin
09:19 Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan hat derxistin
09:01 Li Semsûrê piştî 7 rojan ceyran hate dayîn
09:00 Kurdistan ji bo mexdûrên erdhejê bû yek dil: Xwedî derketin erka neteweyî ye
09:00 Li Mereşê piştî 6 rojan 8 kes ji bin kavilan bi saxî hatin derxistin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2023'YAN
08:46 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 24 hezar û 617 kes
11/02/2023
23:14 Polîsan dest danîn ser konvoya alîkariyê ya HDP’ê û gule reşandin
23:08 ÎHD, dê ji bo herêma erdhejê civîna koordînasyonê li dar bixe
22:53 17 xizmên Ahmet Turk di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan: Dewlet li vir tune ye
22:36 MED TÛHAD-FED'ê bang li Wezareta Dadê kir ku rewşa li girtîgehan eşkere bike
22:13 AFAD û 112’yê ji HDP’ê malzemeyên alîkariyê xwestin
22:11 Walîtî: Li Meletiyê hezar û 224 kesî jiyana xwe ji dest daye
22:05 Li herêma erdhejê ji bo sewalan êm danîn kolanan
21:57 Piştî 135 saetan ceryana Elbistanê hat berdan
21:51 Li Hatayê roja 6’an: Xetereya şewbê zêde dibe
21:49 Ji YNK'ê piştgirî ji bo kampanyaya HDP'ê
21:41 Polîs xwest wesayîta alîkariya erdhejê ceza bike lê welatiyan nehişt
21:39 Li Pamûklûyê 4 kesên di bin kavilan de ji sermana jiyana xwe ji dest dan
21:15 Tîmên dilxwaz piştî 132 saetan jineke ciwan rizgarkirin
20:53 Li Nûrdaxiyê xebatên rakirina kavilan dest pê kir
20:42 Ji ber avahiyên hilweşiyan der barê 62 kesan de biryara binçavkirinê
20:31 Hejmara kesên di erdhejê de mirin gihîşt 22 hezar û 327'an
20:26 Li Apartmana Sozelê hê jî 11 kes di bin kavilan de ne
20:02 Ji bo keya bi helîkopterê xizmeta xisûsî!
19:53 Muteahîdê Rezîdansa Ronesansê ya di erdhejê de hilweşiya hat girtin
19:50 Wezaret: Di erdhejê de 7 hezar û 584 avahî hilweşiyane û 12 hezar û 617 avahî jî xesar dîtine
19:40 Kiliçdaroglû: Tişta ku Amedê kiriye gere em karibin li seranserê Tirkiyeyê jî bikin
19:12 Li Amedê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn
18:33 Li Colemêrgê seferberiya erdhejê didome
18:25 Konteynerên karsazan ên ji bo Elbîstanê hatibûn stendin hatin desteserkirin
18:17 Şaredara AKP'î dîmenên kesê ku dewletê dipesinîne û erdhejê wekî 'çarenûsê' pênase dike belav kir
17:55 16 sêrtiyên ku li Hatay û Mereşê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:44 Erdogan: Hejmara miriyan gihîşt 21 hezar û 848'an
17:39 Tê gotin ku alîkariyên radestî AFAD'ê tên kirin tên firotin
17:17 Li Amedê der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê
17:11 Du girtî piştî 30 salan hatin berdan
16:57 ‘Ji ber hilweşîna saziyên tenduristiyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan’
16:44 Şandeya HDP’ê li Islehiyê ye: Her ku derengmayînek rê li ber windahiyên nû vedike
16:38 Bûldan û Kiliçdaroglû li Amedê ne: Îktîdar di bin kavilan de ma
16:34 Îrema 6 salî ji bin kavilan hate derxistin
16:18 Xelkê Semsûrê bi dilxwazan re birînên xwe dipêçin
16:18 Mexdûrên erdhejê: Heke dewlet ji navberê derkeve dê gel hev bigire û rabe ser pêyan
16:11 Rûniştina F: Têkildarî girtîgehên li herêma erdhejê agahiyan bidin
16:03 Zanîngeh heta havînê ketin betlanê
15:49 Pisporê erdhejê yê japonî: Li Tirkiyeyê ji ber ku avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin
15:46 ÎHD: Armanca OHAL’ê bisînorkirina qada civaka sivîl û partiyên siyasî ye
15:26 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî yên li Rihayê 8 kes hatin binçavkirin
15:21 Odeya Bijîşkan a Edeneyê: Li bajar derdora 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:16 Bila rakirina xebatên kavilan bên sekinandin: Yakparetiya bedena mirovan xera dikin
15:13 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû
14:55 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 21 hezar û 43 kesan
14:51 Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
14:38 Biryarnameya OHAL’ê: Doz hatin taloqkirin
14:15 TTB: Di erdhejê de 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e
13:58 Birînên erdhejê bi piştevaniyê tên pêçandin
13:58 Deriyê sînor ê Tirkiye-Ermenistan ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
13:37 Çapemeniya hewzê cih da ‘sozên Erdogan’
13:20 Ji gundên Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin
13:15 Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin
12:57 CÎSST: Erdhejê bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan kiriye
12:31 Kamyona ku alîkarî dibir Hatayê qeza kir
12:18 Keça Oneren di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da
12:08 Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e!
11:55 Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan
11:54 ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
11:41 Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin
11:36 Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest
11:36 Komeleyên Mereşê yên li Ewropa: Em xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajar û gundên xwe ava bikin
11:34 Ji bo du rojan dê li Amedê gaza xwezayî bê kêmkirin
11:18 Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî
11:10 'Em ê pêdiviyên banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan bi cih bînin'
11:08 Li Sulumagarayê ku xeta fayê lê derbas dibe daxwaza ‘kon û sobeyan’
11:08 Di bin kavilan de qerisîn û canê xwe ji dest dan: Me hawar kir lê kes nehat alîkariyê
10:44 ‘Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye’