Rapora Îmraliyê: Sala 2022’yan bû sala bêpeywendiyeke mutleq û agahînegirtinê

  • rojane
  • 14:08 15 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê ya sala 2022’yan ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin eşkere kir. Buroyê bal kişand ser astengiyên li pêşiya hevdîtinan û wiha got: “Ji vî alî ve sala 2022’yan bi tevahî bû sala bêpeywendiyeke mutleq û agahînegirtinê.” 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ya sala 2022’yan ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, binpêkirin û mercên heyî eşkere kir. Rapor, bi ser navê “Rapora Têkildarî Tespîtkirina Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgeha Îmraliyê û Mercên Heyî” û bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate parvekirin. 
 
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye: 
 
DESTPÊK
 
1. Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê, girtîgeheke giravê ya yekkesî ye ku di Sibata 1999’an de bi neçalakkirina hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ji bo muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Ji wê rojê heya niha bi statu û pêkanîneke xisûsî tê birêvebirin. Muwekîlên me yên ku li vir tên girtin; birêz Abdullah Ocalan 24 sal in, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş jî 8 sal in di rejîma înfaza girankirî de ku em jê re dibêjin “Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê”, di şert û mercên tecrîdeke awarte de tên girtin.  
2. Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê, ji roja ku hatiye avakirin heya niha, bûye cihekî ku maf û azadiyên bingehîn bi awayekî sîstematîk lê tên binpêkirin. Di rewşa heyî de mafên hevdîtina bi parêzeran, mafên hevdîtina bi malbatê û mafên bi rêya telefon, faks, name û hwd. û pêwendîdanîna bi derve ya muwekîlên me ku bi destûra bingehîn, peymanên navneteweyî û qanûnan hatine mîsogerkirin, bi temamî ji holê hatine rakirin. 
3. Ji 25’ê Adara 2021ê heya niha, tevî hemû hewldanan jî bi tu awayî XEBER ji muwekîlên me NEHATIYE WERGIRTIN. Lewma di sala 2022yan de der barê tenduristî, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û tiştên din ên bi vî rengî de yên birêz Ocalan û muwekîlên me yên din, tu agahî bi dest neketine. Ev yek kiriye ku fikar gelekî zêde bibin. Rewşa xebernegirtinê ku hê jî didome, 22 meh li dû xwe hiştin. 
 
II. BÊPÊWENDIYEKE MUTLEQ Û XEBERNEGIRTIN
 
4. Birêz Abudllah Ocalan; ji 15ê Sibata 1999an ve di girtîgeha giravê ya Îmraliyê de, di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Heya deh salên destpêkê, tenê ew li vê girtîgeha giravê bû. Ji meha Mijdara 2009an ve li vê girtîgehê hin hurreyên din hatin çêkirin û pênc girtiyên din jî anîn vir. Lê dîsa jî birêz Ocalan di nava hefteyê de rojê 23 saetan û di dawiya hefteyê de jî 24 saetan bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin. 
Heya sala 2011an mafê hevdîtina bi parêzeran ê birêz Ocalan hefteyê rojekê û bi saetekê hatibû sînordarkirin; lê bikaranîna van mafên sînorkirî bi hincetên wekî “rewşa hewayê” û “keştî xirabe ye” tim tên astengkirin. Ji 27ê Tîrmeha 2011an heya niha, tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019an de 5 caran hevdîtinên bi parêzeran re çêbûn. Hevdîtina dawî ya van hevdîtinan jî di 7ê Tebaxa 2019an de hat kirin. 
 
Ji sala 2014an heya niha birêz Ocalan tenê karibûye 5 caran hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya bi malbatê re, di 3yê Adara 2020an de bi birayê xwe re kir. Di 24 salên borî de tenê du caran (27ê Nîsana 2020an û 25ê Adara 2021ê) hevdîtina bi rêya telefonê hat kirin. Hevdîtina bi rêya telefonê ya dawî di 25ê Adara 2021ê de di demeke pir kurt de di nîvî de hat qutkirin û paşê hevdîtin dewam nekir. Ji wê rojê heya niha tu xeber jê nayê girtin. 
 
5. Birêz Hamîlî Yildirim; ji 29ê Adara 2015an, ji roja ku ew anîne vir, tenê carekê jî nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê du caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya pê re hat kirin, di 12ê Tebaxa 2019an de, hevdîtina bi malbatê re ye. Bi malbata xwe re tenê du caran (27ê Nîsana 2020an û 25ê Adara 2021ê) bi telefonê axiviye. Ji 25ê Adara 2021ê ve tu xeber ji wî nayê wergirtin. 
 
6. Birêz Omer Hayrî Konar; ji 16-17ê Adara 2015an, ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê heya niha, tenê carekê jî nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê 3 caran hevdîtin bi malbatê re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya pê re hat kirin, di 3yê Adara 2020î de, hevdîtina bi malbatê re ye. Ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê heya niha, tenê di 27ê Nîsana 2020î de, bi hinceta pandemiyê bi rêya telefonê pêwendî bi malbata xwe re daniye. Hevdîtina bi rêya telefonê ya di 25ê Adara 2021ê de jî, bi hinceta ku şert û mercên li girtîgehê protetso kiriye ji aliyê dozgeriyê ve ji malbata wî re hatiye gotin. Ji 27ê Nîsana 2020î ve tu xeber jê nayê girtin. 
 
7. Birêz Veysî Aktaş; ji 16-17ê Adara 2015an, ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê, tenê carekê destûr hatiye danîn ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê 3 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya, di 3yê Adara 2020î de hevdîtina bi malbatê re ye. Ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê heya niha, di 27ê Nîsana 2020î de, bi hinceta pandemiyê destûr hatiye danîn bi telefonê pêwendiyê bi malbata xwe re deyne. Hevdîtina bi rêya telefonê ya di 25ê Adara 2021ê de jî, bi hinceta ku şert û mercên li girtîgehê protetso kiriye ji aliyê dozgeriyê ve ji malbata wî re hatiye gotin. Ji 27ê Nîsana 2020î ve tu xeber jê nayê girtin. 
 
8. Rewşa muwekîlan ku li jor hatiye xulasekirin, di rapora 5ê Tebaxa 2020î ya CPTyê de, wekî rewşa xebernegirtinê (p. 48 û 49) “Incommunicado” hatiye pênasekirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ev yek nayê qebûlkirin û hatiye pêşniyazkirin ku dawî li vê rewşê bê. Têgeha “Incommunicado”, awayê bêpewendiya mutleq pênase dike ku girtî bi tu awayî nikare pêwendiyê bi derve re deyne. 
 
Lê belê çendî ev qas wext derbas bûye û her hefte bi awayekî rêkûpêk ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re serlêdan tên kirin jî, rewşa xebernegirtinê ya “Incommunicado”yê di sala 2022yan de bênavber hatiye domandin. Mesela, ji 25ê Adara 2021ê, ji roja ku pêwendiya bi muwekîlên me re hatiye qutkirin heya niha; 238 serlêdanên parêzeran û 79 serlêdanên malbat-wasiyan nehatine bersivandin û di vê pêvajoyê de tu name, telgraf an jî faks ji muwekîlan nehatiye û tu hevdîtineke bi rêya telefonê pêk nehatiye.  
 
9. Mafê hevdîtina bi telefonê ya muwekîlan ku 6 mehan bi biryarên bi dîroka 18ê Cotmeha 2021ê, 30yê Adara 2022yan, 9ê Gulana 2022yan û 9ê Hezîrana 2022yan ên Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê hatin sînordarkirin. Ev yek piştî ku serî li saziyên navneteweyî hatiye danîn, hat hînkirin. Ev biryarên sînordarkirinê yên navborî, teblîxî parêzeran nehatine kirin û bi dizîka hatine birêvebirin. Tê fêmkirin ku bi van biryarên fabrîkasyonê û şeş mehan carekê bi awayekî perîyodîk tên dayîn, mafê hevdîtinê yê bi rêya telefonê yê muwekîlan tê sînordarkirin. 
 
Her wiha gelek nameyên ku di nava salê de bi awayekî rêkûpêk ji muwekîlan re hatine şandin jî nehatine berisvandin. Nayê zanîn ku bê ka ev name gihîştine muxatabê xwe yan na û ji wan jî tu name, telgraf an jî faks negihîştine me. 
Li gel van, ji ber ku qedexekirina serdanên malbat-parêzeran bi awayekî fiîlî û derhiqûqî bi salan bi awayekî sîstematîk û bênavber didomin, di sala 2022yan de hevdîtinek jî bi malbat û parêzeran re nehatiye kirin. Lewma sala 2022yan bi temamî bûye sala bêpêwendî û xebernegirtineke mutleq. 
 
III. SERLÊDANÊN HATINE KIRIN Û BIRYARÊN QEDEXEKIRÎ YÊN DIJHIQÛQÎ YÊN VEŞARÎ
 
10. Di xala 59an a qanûna hejmara 5275an de hatiye destnîşankirin ku girtî dikarin di saetên mesaiyê de hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin. Yanî hefteyê pênc rojan mafê wan ê hevdîtina bi parêzeran re heye. Her wiha li gor xala 25an a heman qanûnê jî, hatiye diyarkirin ku girtiyên di çarçoveya înfaza muebeda girankirî de jî, 15 rojan carekê dikarin hevdîtinê bi malbata xwe re bikin. 
 
Di vê çarçoveyê de, wekî berê di sala 2022yan de jî ferdên malbatê û parêzer ji bo hevdîtinê bi birêz Ocalan û muwekîlên din re bikin, bi awayekî rêkûpêk bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku ev serdozgerî ji Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê berpirsiyar e. Heman serlêdan bi rêya dozgeriyê bi rêkûpêk li Îdareya Girtîgeha Îmraliyê jî hatine kirin. Lê belê di seranserê 2022yan de, 49 serlêdanên ji bo hevdîtina malbatê yên li her du saziyan hatine kirin jî, nehatin bersivandin û tu hevdîtinên rûbirû jî yên malbatê nehatine kirin. Serlêdanên ji bo rojên cejnên fermî jî ku bi taybetî hatine kirin, bi erênî nehatine bersivandin. Di seranserê salê de parêzeran jî ji bo hevdîtinê 98 caran serî li van her du saziyan dane, lê serlêdanên wan jî bê bersiv hatine hiştin û tu hevdîtineke parêzeran çênebûye. Li gel van, serlêdanên wasiyê birêz Ocalan (49 serlêdan) jî ku her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê daye, bi temamî bê bersiv hatine hiştin. 
 
11. Daxwazên muwekîlan ên ji bo hevdîtina bi malbat û wasiyan re ji sala 2018an ve bi awayekî sîstematîk ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa Fyê bi hinceta biryarên ceza yên dîsîplên yên “3 mehan bêparkirina ji hevdîtina bi serdêran re” tên astengkirin. Di sala 2022yan de jî serdanên malbat û wasiyan ji aliyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ve bênavber 3 mehan carekê bi hinceta cezayên dîsîplînê di 3yê Sibata 2022yan, 31ê Gulana 2022yan, 9ê Îlona 2022yan û Kanûna 2022yan hatine astengkirin. 
 
Xala 43yan a qanûna bi hejmara 5275an cezayê bêparkirina ji hevdîtina bi serdêran re di xwe de dihewîne. Di benda 3yan a heman qanûnê de wiha tê gotin, “Di hevdîtinan de yên bi merciyên fermî û erkdar û bi parêzer û nûnerên qanûnî re, hukmê vê xalê nayên pêkanîn.” Lê dîsa jî serdana wasî ku nûnerê qanûnî ye, bi hinceta cezayê dîsîplînê tê astengkirin. 
 
12. Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê bi van cezayên dîsîplînê yên navborî, bêyî haya parêzeran jê hebe bi veşarî lêpirsîn dane destpêkirin û cezayên dîsîplînê tenê teblîxî muwekîlan hatiye kirin ku pêwendiya wan bi temamî bi derve re hatiye qutkirin. Piştî ku dema îtirazê derbas bûye pêvajoya teqezkirina van cezayan hatiye temamkirin. Ji ber ku çûna parêzeran a Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtina wan a bi muwekîlan re bi temamî hatiye astengkirin, parêzer piştî ku ev cezayên dîsîplînê hatine pêkanîn, bi van cezayan hesiyane. Ji ber ku ev pêkanîn bûye pêkanînine sîstematîk, me sê mehan carekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye. Li gor vê pêşî divê hevdîtina bi malbatê re bê kirin. Ger hevdîtin nehatine kirin jî, me daxwazname dane ku ger lêpirsîneke dîsîplînê hebe divê qeyda me ya UYAPê bê çêkirin, mînaka dosyeyê ku biryar û hincet tê de ne bê dayîn da ku wext di ser dema îtirazê re derbas nebe. Lê hemû daxwaz û îtirazên me, bi awayekî derqanûnî ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hatine redkirin û îtirazên me yên ji bo biryarên Dadgeriya Înfazê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve bêyî hincet, bi tiştên razber û giştî hatine redkirin. 
Çendî parêzer li korîdoreke hiqûqê ya korkirî li hemberî cezayên dîsîplînê yên fabrîkasyonî îtiraz dikin jî, lê her tim xwegihandina wan a van dosyeyan ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve tê astengkirin. 
Axirê tevî hemû daxwaz û îtirazan jî, dosyeyên dîsîplînê radestî parêzeran nehatine kirin, qeydên UYAPê nehatine çêkirin, biryar û cezayên der barê muwekîlan de ji parêzeran hatine veşartin û bi awayekî qorsanî hatine teqezkirin û alîkariya hiqûqî bi biryareke hevpar a îdare û darazê hatiye astengkirin. 
 
13. Bi heman awayî, biryarên qedexeya li ber parêzeran ên şeş mehî yên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî bêyî parêzeran hatine birêvebirin. Biryarên qedexekirinê, tevî hemû serlêdanan jî, ji bo hevdîtina bi parêzeran re bê kirin, piştî serlêdanên li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi bersiva “Biryar hatiye dayîn ku hevdîtina hikumxwaran a bi parêzeran re 6 mehan hatiye qedexekirin” hatiye hînkirin. Bi vî awayî, di seranserê sala 2022yan de, hatiye tespîtkirin ku Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê du caran (13ê Nîsana 2022yan û 21ê Cotmeha 2022yan) biryara qedexekirina serdana parêzeran hatiye dayîn. Îtirazên ji bo van biryaran jî, ji ber ku der barê muwekîlan de ku pêwendiya wan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, hatine redkirin. 
Pêvajoyên qedexeyê û cezayên dîsîplînê, ji ber ku hatiye armanckirin bêyî parêzeran bê birêvebirin, heta derbasbûna dema îtirazê hatine sekinandin û piştî pêvajoya teqezkirinê temam bûye hatine tomarkirin. Bi vî awayî muwekîlên ku pêwendiya wan bi temamî bi derve re hatiye qutkirin, ji alîkariya parêzeran bêpar hatine hiştin. 
 
14. Daxwazên me yên ji bo wergirtina mînakên biryarên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran ên ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve ji bo 6 mehan hatine dayîn û çêkirina qeyda UYAPê, çendî me li gor usûlê wekaletname daye jî bi awayekî derqanûnî bi biryarên pêvekî yên dadgeriya înfazê hatine redkirin. Îtirazên me yên ji bo vê jî, yên li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê jî bêyî hincet bi tiştên razber û giştî hatine redkirin. 
 
Di pêvajoyên hiqûqî de temsîliyeta me ya ji bo muwekîlan û li gor usûlê pêkanîna karê hiqûqî, di seranserê sala 2022yan de bi awayekî dijhiqûqî bi “biryarên dadgehê” hatine astengkirin. Bi vî awayî mafê parastinê, darizandina adil, mafê tevî parêzeran xwegihandina dadgehê û serlêdanan yên muwekîlan ku maf û azadiyên wan ên bingehîn ên di qanûn, destûra bingehîn û peymanan de hatine pênasekirin hatin binpêkirin, bi hevkariya hikûmet-îdare-darazê bi awayekî fiîlî bê erk hatine hiştin. 
 
15. Ji bo pêkanînên fiîlî yên qedexeya parêzeran ku parçeyeke tecrîdê ne û pêvajoyên hiqûqî yên têkildarî temsîliyetê bê erk dike, bi dawî bibin, ji bo temînkirina mafên muwekîlan ên di mewzûata neteweyî û navneteweyî de hatine diyarkirin û ji bo astengiya li ber peywira parêzertiyê bi dawî bibe, serlêdanên di sala 2022yan de hatine kirin hemû bê encam hatine hiştin. 
 
16. Ev rewş, ji qanûnan wêdetir, di encama polîtîkaya tecrîda mutleq de pêş ketine ku dewletê bi taybetî ji Nîsana 2015an ve ew ber bi asteke din ve biriye. Îdareya girtîgehê û mensûbên darazê, bêyî tabiî kontrolkirina hiqûqî bin, derî peywirên ku bi qanûnê hatine diyarkirin tevgeriyane. Lewma li Desteya Dadger û Dozgeran û li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê giliyê hemû dozger û dadgerên di Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê de derî hiqûq û qanûnê tevgeriyane, hatiye kirin. Lê di sala 2022yan de di vî warî de jî tu bersiv û geşedaneke erênî rû nedaye û berevajî vê, giliyeke me jî esas nehatiye girtin û hatine redkirin. Ev rewş jî bûye delîleke din ku li girtîgeha giravê ya Îmraliyê hiqûqeke taybet û polîtîkaya tecrîda mutleq a derqanûnî bi hevkariya hikûmet-îdare-darazê tê birêvebirin û pêkanîn. 
 
IV. LI DIJÎ TECRÎDÊ Û XEBERNEGIRTINÊ SERLÊDAN Û GEŞEDANÊN DIN: 
 
17. Di 24ê Kanûna 2021ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn. Di serlêdanê de hat xwestin ku dawî li “incommunicado”yê (desteserkirin) bê ku qedexeya îşkenceyê bi awayekî herî giran binpê dike û demildest hevdîtin bi muwekîlan re bê kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi biryara xwe ya navberê ya 12ê Çileya 2022yan, got jiholêrakirina hemû mafên muwekîlan û bi derve re qutkirina pêwendiya wan ne derî hiqûqê ye û daxwaza ji bo tevdîrgirtinê red kir. Biryara navberê, çendî lezgîn bû û ji bo tevdîrgirtinê bû jî, di 31ê Çileya 2022yan de hat teblîxkirin. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn, di serê sala 2022yan de biryareke bêhiqûqî da û paşê bêpwendî û nexebergirtina mutleq, bi biryarên îdareya girtîgehê û dadgeha herêmî bênavber hatin domandin. 
 
18. Li dijî nexebergirtina ku bi biryarên qedexe û sînordarkirinê yên ne hiqûqî û qanûnî hat çêkirin, li Tirkiyeyê 775 parêzerên li ser 29 baroyan qeydkirî, di navbera 10ê Hezîran-17ê Hezîrana 2022yan de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin demildest hevdîtin pêk bên. Serokên baroyan jî di nav de, ev serlêdanên bi sedan parêzeran bi tu awayî nehat bersivandin. 
 
19. Di seranserê salê de der barê tenduristiya muwekîlan, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û rewşên din de tu xeber nehatin wergirtin. Ji ber ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî bêerk in, bêpêwendî û xebernegirtina mutleq bû cihê zêdebûna fikaran. Lewma di 29ê Tîrmeha 2022yan de ji bo tevdîrgirtinê serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye girtin. 
 
20. Welatên Ewropayê jî di nav de ji 22 welatên cuda 350 parêzer di 14ê Îlona 2022yan de, ji Rojhilata Navîn 756 parêzer jî di 19ê Îlona 2022yan de serî li Wezareta Dadê dan ku hevdîtinê bi muwekîlên di Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê de bikin û dawî li binpêkirina heyî bê. Lê belê ev daxwaz jî bê bersiv hatin hiştin. 
 
21. Di 28ê Mijdara 2022yan de ji bo dawî li nexebergirtinê bê, bi awayekî fîzîkî pêwendî bi muwekîlan re bê danîn û şert û mercên îzolasyonê bên başkirin, doza randevûyê li Wezareta Dadê hat kirin, lê ev daxwaz jî heya niha nehatiye bersivandin. 
 
22. Ji dêvla ku pêşniyazên CPT’yê yên ji bo bidawîkirina bêhiqûqîtiyên li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bên pêkanîn, ev di seranserê sala 2022yan de bi biryarên dijhiqûqî û pêkanînên sîstematîk hatin pûçkirin. 
 
23. CPT, di rapora xwe ya 2013an û yên piştî wê de, tespîtkiribû ku astengkirina hevdîtina bi parêzeran re biryareke polîtîk e û li dijî mewzûata navxweyî ye. (Rapora 2013an a CPTyê û raporên wê yên piştî 2013an). Her wiha tespîta ku cezayên dîsîplînê yên ku hevdîtinên bi malbatê re qedexe dike xwe disipêrin sedemên xapîner, di paragrafa 49an a rapora 2019an ya CPTyê de heye. Girêdayî van tespîtan, li gel pêşniyazên ku divê hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re bi awayekî çalak bên kirin jî, tu guherîn di helwesta hikûmet, îdare, dozgerî, Dadgeriya Înfazê, Dadgeha Cezayê Giran û Dadgeha Destûra Bingehîn de çênebûn. 
 
24. Di sala 2022yan de 3 caran serî li Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatiye danîn ku CPT, di nava sînorên Konseya Ewropayê de berpirsê jiholêrakirina îşkence, muameleyên dij miorvî û xirab û tespîtkirina wan e. Di van serlêdanan de, bi awayekî berfireh hatiye diyarkirin ku şert û mercên ragirtina li Îmraliyê muameleya xirab derbas kiriye, pêkanînên rejîma înfazê ya muebeda girankirî, qedexeya îşkenceyê û qedexeya cihêkariyê bi awayekî sîstematîk dewam kirine û ji 25ê Adara 2021ê ve jî tu xeber ji muwekîlan nehatiye girtin û awayê desteserkirinê “incommunicado” bi awayekî girankirî dewam kiriye. Ji ber van sedeman, hatiye xwestin ku CPT bi awayekî de facto serdana girtîgeha giravê ya Îmraliyê bike û li wir hin lêkolînan bike û hatiye xwestin ku ji bo başkirina şert û mercên ragirtinê û bidawîkirina qedexeyên serdanê tevdîr bên girtin û prosedur bên pêkanîn. 
 
25. CPTyê daxuyandibû ku di 20-29ê Îlona 2022yan de serdana Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê kiriye, lê têkildarî rewşa muwekîlan de tu daxuyanî neda. Têkildarî mijarê rûbirû hevdîtin bi CPTyê re hatiye kirin, lê pirsên der barê tenduristî û şert û mercên muwekîlan de bê bersiv hatine hiştin û helwesta agahînedanê hatiye nîşandan. 
 
Ji ber van sedeman, me di 31ê Kanûna 2022yan de serî li CPTyê da û ji Komîteyê daxwaz kir ku demildest rapora têkildarî serdana dawî de bi raya giştî re parve bike. Ev daxwaz, xwe spartiya xala 10/2yan a Peymana Pêşîgirtina Îşkenceyê. Li gor vê; “Ger Aliyê têkildar tevkariyê neke an jî gava di çarçoveya pêşniyazên Komîteyê de başkirina rewşê bê redkirin, Komîte ji sê payên endamên xwe bi du payan dikare têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.” 
 
Di pratîkên berê yên CPT’yê de tê dîtin ku gelek mînakên ji bo “daxuyaniya ji bo raya giştî” hene. Lê CPT belavkirina çavdêriyên xwe bi pesendkirina hikûmetê ve girêdaye. 
 
26. Beriya serdana dawî ya CPTyê (20-29ê Îlona 2022yan), di 9ê Îlona 2022yan de der barê muwekîlan de bi hinceta cezayê dîsîplînê 3 mehan qedexekirina hevdîtina bi malbatê re hat danîn. Piştî serdanê, di 21ê Cotmeha 2022yan de, ji bo şeş mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Gava ev tevî nepêkanînan tespît û pêşniyazên di raporên berê yên CPTyê de bê nirxandin, kifş dibe ku rapor û çavdêriyên CPT’yê li bara mekanîzmayên neteweyî esas nayên girtin. 
 
27. Herî dawî Abît Aktaş, bavê muwekîl Veysî Aktaş, di 20ê Kanûna 2022yan de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Veysî Aktaş tevlî merasîma definkirinê û şînê bibe, di heman rojê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hat dayîn. Xala 66/3yan a qanûna bi hejmara 5275an bi vî awayî ye; “Di dema mirina xizmên nêz, nexweşînên giran, pandemî yan jî karesatên xwezayî de hikumxwar demildest divê sûdê ji amûrên wekî telefon û faksê sûdê bigirin.” Li gor xala 94an a heman qanûnê, hikumxwar dikarin tevlî merasîma cenaze ya xizmên xwe yên nêz bibin. Lê belê hem nehatiye hiştin muwekîl Aktaş tevlî merasîma definkirina cenaze û şînê bibe, hem jî nehatiye hiştin bi rêya telefon an jî faksê pêwendiyê bi malbata xwe re deyne. Em nizanin bê ka haya wî ji mirina bavê wî heye yan na. Di rewşeke wisa mirovî de jî bêpewendiya mutleq a “incommunicado”yê nehat sekinandin û bênavber hat domandin. 
 
28. Gava tevî daneyên li jorê bê nirxandin, sala 2022yan, bûye sala bêpwendî û xebernegirtina mutleq.
 
V. BINPÊKIRIN
 
a) Binpêkirina Qedexeya Îşkence û Miameleya Dermirovî
 
“Îşkence yan jî miameleyeke dermirovî yan jî biçûkker bi tu awayî nikare li tu kesî were kirin an jî cezayekî dermirovî yan jî biçûkker bi tu awayî nikare li tu kesî were birîn.”
 
29. Armanca bingehîn a qedexekirina îşkence û miameleya dermirovî ew e ku rûmeta mirovan were parastin û di bin her şert û mercî de yekpareyiya laşî û derûnî ya mirovan were temînkirin. Qedexeya îşkenceyê bi taybetî di Deklerasyona Ewropî ya Mafên Mirovan de û wekî din jî, di Peymana Nawneteweyî ya Mafên Medenî û Sîyasî û gelek belgeyên din de hatiye pênasekirin. Xala 3yemîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan (ECHR) qedexeya li ser îşkenceyê, miameleya dermirovî, cezaya dermirovî, miameleya biçûkker û cezaya biçûkker jî di nav xwe de dihewîne. Çawa ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve jî gelek caran tê dubarekirin, xala 3yemîn yek ji nirxên herî bingehîn ên civakên demokratîk li xwe digire. Ji ber vê çendê, dewletên endam divê rêzê li vê hukmê bigirin û hemû bergiriyên pêwîst bigirin da ku ev hukm di nav sînorên erka wan a darazî de bi awayekî çalak bê cîbicîkirin. 
 
30. Her wekî ku di Xala 1emîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan de jî hatiye îfadekirin, yek ji krîterên mafên mirovan ên gerdûnî ew e ku ji bilî bêparhiştina ji azadiya xwe ya bi biryareke dadgehan a li gorî prensîbên hiqûqê divê her girtî xwedî hemû mafên xwe bibe. Hepsbûn divê li gorî qaîdeyên ku rûmeta mirovan diparêzin û bi awayekî ku dernakevin derveyê şert û mercên kêmtirîn û asayî yên girtîbûnê were birêvebirin. Lê belê Birêz Ocalan û miwekkîlên din ev bi salan e li şert û mercên wekî tecrîda qethî, qutkirina qethî ya her cure ragihandin û pêwendiyê û bêagahîhiştinê rast tên ku ji van şert û mercên asayî yên girtîbûnê gelekî girantir û wêdetir in. Şert û mercên heyî yên tecrîda qethî û qutkirina her cure ragihandin û pêwendiyê qedexeya îşkenceyê bin pê dikin û dihêlin ku bi vî awayî îşkence û ceza û miameleya dermirovî li miwekkîlan werin kirin.
31. Tevî vê yekê, rejîma girankirî ya înfazê ya li Girava Îmraliyê bi rêya “qanûn û rêziknameyan” tê meşandin bi xwe jî qedexeya miameleya dermirovî bin pê dike. Wekî vê yekê piştrast bike, biryara DMMEyê a 18ê Adara 2014an a bi navê Ocalan No:2 jî teqez dike ku rejîma girankirî ya înfazê di nav xwe de şert û mercên wisa dihewîne ku Xala 3yemîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan bin pê dikin. Di vê biryara navborî de tê destnîşankirin ku ev binpêkirin ne di kêliya biryardayînê de, lê belê ji dema derxistina qanûn û rêziknameyên têkildar û pê ve derketiye holê. Bi gotineke din, bi biryareke navneteweyî hatiye pesendkirin ku rejîma girankirî ya înfazê ya li Îmraliyê ji destpêkê ve rejîmeke îşkenceyê ye. 
 
b) Binpêkirina Mafê Pêwendiyê
 
“Mafê her kesî heye ku rêzgirtina li pêwendî û pevrenivîsên şexsî daxwaz bike.”
 
32. Mafê ku mirov daxwaza rêzgirtina li pêwendiyên xwe yên wekî jiyana taybet û malbatî bike di xala 25an a Qanûna bi hejmara 5275an, Xala 25an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Xala 8emîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan û gelek peymanên navdewletî de hatiye misogerkirin. Mafê pêwendiyê mafê her kesî yê ku bi kesên din re nêzî hev bibe da ku bi kesên din û dinyaya derve re têkiliyan dayne û têkiliyên heyî bi pêş bixe ango mafê her kesî yê “jiyana sosyal a taybet” jî di nav xwe de dihewîne. Yepareyiya kesan a fîzîkî, derûnî yan jî manewî, mahremiyeta kesan û nasname û xweseriya kesan jî dîsa di bin banê vî mafî de cih digirin. Temînata ku bi rêya xala 8emîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan hatiye dayîn dihêle ku berî her tiştî kesayeta her mirovî bêyî tu destwerdanê di nav têkiliyên wan kesan ên bi kesên din re geşe bide û bi pêş bikeve. Alîkarî û piştgiriya ku bi destê kesên li girtîgehê peywirdar in ji bo girtiyan werin dayîn ku girtî bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinên xwe bidomînin qismekî girîng ê mafê girtiyan ê rêzgirtina li malbatê û mafê wan ê pêwendiyê ye. Tevî vê yekê jî, miwekkîlên ku di sala 2022yan de ji mafên xwe yên serdanê bê par hatibûn hîştin, mafên wan ên ku bi rêya telefon, name û faksê têkiliyê daynin jî bi domdarî hatine astengkirin. 
 
c) Binpêkirina Mafê Darizandina Adilane 
 
33. Mafê parastinê yê ku di çarçoveya mafê darizandina adilane de hatiye pênasekirin bi tevahiya maweya girtîbûna miwekkîlan her derbasdar û berdewam e. Ji ber ku mafê azadiya fîzîkî ne tê de ji hêla mafên din ve çawa ku kesên din kirdeyên xwedî maf in girtî jî wisa kirdeyên xwedî maf in. Di vê behsê de li gorî Xala 6/1em a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan mafê hevdîtina bi parêzeran re bi gelek rahênanên hiqûqî, civakî û jiyanî re têkildar e.   
 
34. Birêz Ocalan û miwekkîlên din, birek dozên wan ên ku li ba Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û DMMEyê in hêşta jî berdewam in. Dîsa, wekî ku di bin serenavên têkildar de hatiye vegotin sê mehan carekê bi awayekî domdar darizandinên ji bo cezayên dîsîplînê tên birêvebirin û di encama vê pêvajoyê de bêyî îstîsna cezayên dîsîplînê li wan tên birîn. Li gel vê yekê, bi armanca ku binpêkirinên ji ber şert û mercên girtîbûnê û rejîma girankirî ya înfazê ji holê bên rakirin û seba dozên ku dê bên vekirin mafê wan heye ku alîkariya parêzeran bigirin, li şêwirmendiya hiqûqî bigerin û li ser parêzerekî/ê serî li rê û derfetên karîger ên hiqûqê bidin. Lê belê, li Îmraliyê çawa ku serdanên parêzeran tên astengkirin wisa jî hewldanên hiqûqî yên ku mebesta wan jiholêrakirin û çareserkirina binpêkirinên mafan ên ku bi awayekî pergalkirî pêk tên bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin.   
 
35. Bi gotineke din, miwekkîlên ku ji maf û azadiyên xwe yên bingehîn ên ku di çarçoveya qanûn, destûra bingehîn û peymanan de hatine diyarkirin bê par tên hîştin, rê li ber cîbicîkirina peywir, erk û berpirsiyariyên parêzerên wan jî tê girtin û tevahiya mafên wan ên wekî mafê parastinê, mafê darizandina adilane û mafê xwegihandin û serlêdana dadgehan bi hevkariya merciyên îdarî û edlî bi yek carî tên betalkirin. Di vê çarçoveyê de ne di peymanên navneteweyî de ku Tirkiyeyê pesend kirine û aliyekî wan e ne jî di qanûn û rêziknameyên Tirkiyeyê bi xwe de tu gotineke ku ev şert û mercên bêpeywendîhîştina qethî lê werin sipartin nîn e. 
 
d) Nebûna Rê û Derfetên Karîger ên Serlêdanê 
 
36. Li dijî rewşa incommunicado ku hemû mafên miwekkîlan ên ku di peymanên navneteweyî de hatine misogerkirin bi yek carî tune dihesibîne çi mekanîzmayeke karîger nîn e ku were xebitandin. Biryarên ku ji Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê û Dadgeha Destûra Bingehîn derdikevin hemû neyînî bi encam dibin. Hemû serlêdanên li van merciyan tên kirin paşve tên zivirandin. Encamên îstatîstîkî yên ku di navbera salên 2005 û 2022yan de hatine bidestxistin nîşan didin ku merciyên darizandinê ji bo serlêdanên ku mijara wan Girtîgeha Îmraliyê ye rêyeke hiqûqî ya xurt û kêrhatî nîn e.
 
37. Ji sala 2005an heta nîvê sala 2022yan Ocalan û miwekkîlên din ên ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne serlêdanên ku li ser navê wan li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hatine kirin hejmara wan (ên ku pêkan bûye werin tespîtkirin) 164 e. Bi tenê serlêdanek (ku ew jî ya Weysî Aktaş e) hatiye pejirandin. Ji sala 2005an û pê ve, serlêdanên ku li ser navê Ocalan hatine kirin ji nav wan yên ku pê encamek hatiye bidestxistin an jî yên ku hatine qebûlkirin an jî qismen hatine qebûlkirin jî hejmara wan 0 e. Ji roja ku herî dawî xeber jê hatiye standin (25ê Adara 2021an) û pê ve hemû serlêdanên ku li Dadgeriya Înfazê hatine kirin paşve hatine zivirandin û ev yek jî ji hêla Dadhega Cezayê Giran ve ku merciya îtîrazkirinê ye hatiye pejirandin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgehên Cezayê Giran ji aliyê biryarên li ser bêpêwendîhîştina qethî ve bûne navendên biryarên kêfî yên nehiqûqî. Vê rewşê hem ji aliyekî ve bi hevkariya erkên desthilatî, îdarî û darazî tevliheviyeke pergalkirî derxistiye holê hem jî ji aliyekî din ve îmkana ku miwekkîl bi parêzeran re hevdîtinan pêk bînin an jî bikarin ji hêla parêzerekê ve bên temsîlkirin ji holê rakiriye. Di encamê de, ji bo miwekkîlan ji hêla hiqûqê ve girêhişkeke ku nayê jihevkirin derketiye holê. Serlêdanên ku îsal ji bo nirxandina Dadgeha Destûra Bingehîn hatine şandin jî ji wan hêşta jî tu bersiveke erênî nehatiye bidestxistin. Jixwe ji sala 2005an û pê ve biryarên li ser gelek serlêdanên takekesî jî nehatine biencamkirin û biryardayîn tê derengxistin û bi vî awayî ji karîgerbûnê tên dûrxistin. Sêrlêdana takekesî ya li Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo miwekkîlên ku têkiliyên wan ên bi dinyaya derve re hatine qûtkirin wek rêyekê ne karîger e ku bikare şert û mercên tecrîda qethî ku ew tê de dijîn ji holê rake.
 
38. Di behsa serlêdanên li ser binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ku li Îmraliyê tên domandin de, serlêdanên ku di sala 2022yan li asteke lokal hatine kirin ne tê de, serlêdanên takekesî ku di asta dadgehên bilind de hatine kirin sê ji wan li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û yek ji wan jî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin. Dîsa, gelek serlêdan li DMMEyê hatine kirin. Di gel van serlêdanan, di halê hazir de li ser navê her 4 miwekkîlên me serhev li ba Dadgeha Destûra Bingehîn 82 serlêdanên takekesî, li ba Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 12 serlêdan û wekî din jî li ba Komîteya Mafên Mirovan a NY serlêdanek derdestkirî ye.
 
e) Rejîma Girankirî ya Înfaza Muebetê 
 
39. Rejîma girankirî ya cezayê muebbetê di xala 25 û 107an a qanûna bi hejmara 5275an tê pênasekirin. Di vê qanûnê de tê diyarkirin ku cezayê girtîgehê wê di tevahiya jiyana kesekî de bidome û bi tu awayî navber neyê dayîn. Her wiha li gorî van qanûn û rêziknameyan, mirov dikare di dema girtîbûnê de di asteke herî kêm de ji maf û azadiyên bingehîn sûdê wergire. DMMEyê bi biryara xwe ya bi navê Ocalan No:2 a 18ê Adara 2014an biryar da ku ev qanûn û rêzikname li dijî qedexeya miameleya dermirovî ne û diyar kir ku divê ev qanûn û rêzikname li gorî hiqûqê werin guhertin.
 
40. Ji bo bi cihanîna biryara DMMEyê ya bi navê Ocalan No:2, di 1ê Cotmeha 2021an de serî li Dadgeriya Înfazê yê Bûrsayê hat dayîn. Ji bo betalkirina xala 107/16 a qanûna bi hejmara 5275an û xala 17/4 a qanûna bi hejmara 3713an ku ji bo serbestberdana bi şert astengî dibûn asteng bi sedema ku ne li gorî Destûra Bingehîn in daxwaza serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin. Her wiha bi biryara DMMEyê re hat xwestin ku Birêz Ocalan li hemberî qedexeya îşkenceyê 23 salan di nava şert û mercên giran de hatiye hiştin û bêyî ku di warê civakî, siyasî û hiqûqî de ev pêvajo bê dirêjkirin divê ew bê serbestberdan û bigihîje azadîya xwe. Lê Dadgeriya Înfazê bi paşguhkirina tespîtên îxlalê yên DMMEyê û nirxandinên ku di biryarê de cih digirin, serlêdan red kir. Serlêdana li dijî vê biryarê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve hate redkirin. Li ser vê yekê di 3ê Berfanbara 2021an de bi heman daxwazan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn.
 
41. DMMEyê cezaya hepsê ya mirinê, wek îhlala li dijî îşkenceyê dîtîye û piştî biryara bi navê Ocalan No: 2yê, Kaytan v. Tirkiye, Gurban/Tirkiye û Boltan/Tirkiye jî di serlêdanên xwe de biryarên îxlalkirinê derxistine pêş.
 
42. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 4 dosya hildane pêvajoya şopandin û çavdêriyê, lê belê tevî ku Tirkiye li gorî vê biryarê tevnegeriyaye jî Komîteyê 7 salan tu behsa vê yekê nekiriye. Piştî 5 teblîgatên (di 2016, 2017, 2018, 2021 û 2022an de) ku ji hêla Ofîsa me ve bi sedema ku biryarên DMMEyê yên têkildar nehatine bicihanîn dem bi dem hatine şandin û piştî ku teblîgatên ji hêla Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî ve di sala 2021an de hatine kirin, Komîteyê biryar daye ku her çar biryarên xwe bixe rojeva xwe. 
 
43. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku xwedî wê berpirsyariyê ye ku bihêle ku binpêkirinên di biryarnameyan de ji holê bên rakirin, di biryarên xwe yên navberê yên civîna 30ê Mijdar-2yê Kanûna 2021an de destnîşan kiriye ku binpêkirina heyî ya qedexeya îşkenceyê dewam dike, Tirkiyeyê agahiyên berdest ên li ser mijarê parve nekirine û pêdiviyên biryarê bi cih neanine. Bi van tespîtan re hat ragihandin ku tedbîrên hiqûqî û têrker ên din ên ji bo mekanîzmaya lêpirsînê ya ji bo lêkolînkirina cezayê girankirî yê muebbetê, piştî demeke herî kêm divê bêyî derengmayînê bê meşandin û hat xwestin ku Tirkiye heta Îlona 2022yan der barê gavên divê werin avêtin de Komîteyê agahdar bike.
 
44. Li aliyê din, Tirkiyeyê heta niha xwe ji parvekirina agahî û daneyên îstatîstîkî yên ku di biryarên navberê de hatine xwestin, dûr xistiye. Piştî bidawîbûna serdemê, plana çalakîyê ya rojanekirî ya 13ê Cotmeha 2022yan ji alîyê hikûmetê ve hate pêşkêşkirin. Di vê plana çalakiyê de rejîma cezayê muebbetê ya girankirî û heta mirinê hatiye parastin û rewanîşandan û derketiye holê ku tu niyet û planeke guhertina qanûn û rêziknameyên têkildar nîn e. Bi gotineke din, Tirkiyeyê ragihandiye ku ew ê li gorî biryarên DMMEyê tev negere. Lê belê ji ber ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê lez neda pêvajoya şopandinê ya der heqê Tirkiyeyê de û di civîna dawî ya sala 2022yan de tu biryar nehatin girtin û di salnameya civînên 2023yan de jî cih nedaye vê mijarê, ev yek der barê çavdêriya Komîteyê de gumanan derdixe holê.
 
VI. TESPÎT Û ENCAM
 
1- Saziya Înfaza Cezayî ya Bi Ewlekariya Zêdekirî ya Girtî ya Tîpa Fyê ku li ser Girava Îmraliyê ya li Behra Marmarayê û di nav sînorên desthilatdariya Tirkiyeyê de ye her çend ku wekî ku bi Wezareta Dadê ve girêdayî ye xuya bike jî di rastiya xwe de ji hêla mekanîzmayeke qeyranê ya derasayî ve tê birêvebirin. Biryarên sîyasî yên vê mekanîzmayê bi taybetî ji bo Îmraliyê heta niha diyarker bûne û hê jî diyarker in. Hemû pratîkên têkildarî hiqûqê û destûra bingehîn û pratîkên deryasayî yên ku di çarçoveya pergala taybet a ji bo Îmraliyê avakirî de tên kirin bi rêya gotinên razber ên wekî “rewşa krîzê”, “kesê metirsîdar”, “teror”, “ewlekariya zêdekirî” û “rewşa awarte” ku bêyî navber tên dubarekirin xwestine werin rewakirin. Bi van peyvên giştî û razber hemû maf û azadiyên bingehîn ên miwekkîlan ku di peymanên navneteweyî, destûra bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê de hatine pênasekirin bi awayekî pergalkirî hatine binpêkirin, tunehesibandin û bi polîtîkaya tecrîda qethî ya piştî 2015an bi tevahî ji holê hatiye rakirin. 
 
2- Heta pêvajoya Rewşa Awarte ya ku di sala 2016an de hate ragihandin, wexta hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dê bihatina astengkirin û sînorkirin biryarên siyasî yên wekî “neguncanbûna şertên hewayî” û “xerabbûna keştiyê” ku bawerî pê nedihatin wek hincet dihatin pêşkêşkirin. Ji 20ê Tîrmeha 2016an û pê ve ku Rewşa Awarte hatibû ragihandin, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ya 1em biryarek girt ku ji ber wê miwekkîl bi hinceta “rewşa awarte” ji hemû mafên xwe yên mirovî yên bingehîn ên wekî serdan, telefon, pêwendî hwd. bo demeke nediyarkirî hatin bêparhîştin. Bi vî rengî, heyama hincetên wekî “neguncanbûna şertên hewayî” û “xerabbûna keştiyê” hate girtin ku bi raporên CPTyê jî hatibû gotin ku bawerî bi wan nayê; di dewsa wê de heyama “biryarên dadgehan” dest pê kir ku ne li gorî tu bingehên hiqûqî, qanûnî û maddî ne û li ser çêkirina hincetên nû radiwestin ku polîtîkaya tecrîda qethî rewa nîşan bidin.   
 
3- Çendî ku Rewşa Awarte di sala 2018an de ji meriyetê hatibe derxistin jî, qedexe berdewam bûne li ser mafên miwekkîlan ên ku di Destûra Bingehîn, peymanên navneteweyî û qanûnan de hatine misogerkirin wekî mafên hevdîtina bi parêzerên xwe re, hevdîtina bi malbatê re, ragihandina bi rêya telefonê û pêwendiya bi dinyaya derve re bi rêya name, faks û amûrên din ên ragihandinê. Bi cezayên dîsîplînê yên sê mehan carekê  dubarebûyî mafên wan ên serdana malbatê û bi biryarên dadgehan ên şeş mehan carekê nûkirî mafên wan ên hevdîtina bi parêzeran re û bi rêya telefonê pêwendîdanînê bi awayekî periyodîk û pergalkirî hatine binpêkirin. Di sala 2022yan de li ser hev û bi hev re cîbicîkirina van biryarên çêkirî û bê bingeh ku ragihandin û pêwendiya herî kêm û bingehîn jî ji holê rakirine bûye delîl û belgeyên ragirtina di bin şert û mercên incommunicadoyê. Bi vî halî, sala 2022yan jî wekî heyama beriya xwe bûye saleke ku tê de ji hêla hiqûqî ve ewlehî û pêşiyaxwedîtin nebûye û her wiha mekanîzmayên çavdêriya hiqûqî jî bê kêr bûne û tecrîda qethî hatiye girankirin. 
 
4- Ji 25ê Adara 2021an heta roja îro jî ji miwekkîlan tu tu awayî tu agahî nehatine hinbûn û hemû têkiliyên wan ên bi dinyaya derve re hatine qûtkirin. Sala 2022yan bi vî rengî dest pê kiriye û hemû serlêdanên malbat û parêzerên miwekkîlan ên di tevahiya salê de bê encam hatine hîştin û ji bo serdanan bi tu awayî destûr nehatiye dayîn. Ji ber ku tevî hemû serlêdanan jî ev halê incommunicadoyê hatiye berdewamkirin sala 2022yan bûye saleke ku tê de tu pêwendî û ragihandin pêk nehatine û tu agahî ji miwekkîlan nehatine girtin.
 
5- Bi biryara DMMEyê ya 18ê Adara 2014an a bi navê Ocalan: 2yê re hatiye îspatkirin ku rejîma girankirî ya cezayê hepsê ya muebbetê ji destpêkê ve rejîmeke îşkenceyê ye. Di heman biryarê de hatiye diyarkirin ku pratîkên tecrîdê qedexeya îşkenceyê bin pê dikin û divê ji holê werin rakirin. Di gel vê yekê, şert û mercên tecrîdê hatine girantirkirin û ji sala 2015an û şûn de asta wan gihîştiye tecrîda qethî. Li ser vê esasê, miwekkîlên me Birêz Abdullah Ocalan ev 24 sal e û Birêz Konar, Birêz Aktaş û Birêz Yildirim jî ji Adara 2015an û pê ve ku li vê pergalê hatibûn zêdekirin jî ev 8 sal e duçarî pratîkên dermirovî yên herî giran tên. Di tevahiya sala 2022yan de qedxeya îşkenceyê ya ku di xala 3yem a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye pênasekirin, mafê darizandina adilane ku di xala 6an de hatiye pênasekirin û mafê rêzgirtina li jiyana malbatî û jiyana taybet û mafê pêwendiyê ku di xala 8an de hatine pênasekirin û mafê xwegihandina rêyeke karîger a hiqûqî ya serlêdanê ku di xala 13an de û qedexeya cudakariyê ku di xala 14an de hatine pênasekirin û xala 18an ku bertengkirin û sînorkirina azadiyan a bi awayekî kêfî û bê armanc qedexe dike bi hevkariya erkên desthilatî, îdarî û darazî bi awayekî pergalkirî û bê navber bi tevahî hatine binpêkirin. 
 
6- Di serî de Birêz Ocalan û pê re jî miwekkîlên din ên ku di Girtîgeha li Girava Îmraliyê de tên ragirtin rejîma cezakirinê ya ku li ser wan tê ferzkirin bûye polîtîkayeke bêhiqûqiyê ku li seranserê welêt şax daye. Ne zehmet e ku bête çavdêrîkirin ku avakirina rejima jiyaneke bê hiqûq û ne demokratîk û Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ku tê de Destûra Bingehîn, Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan û hemû peymanên din ên hiqûqî tên tunehesibandin çawa li hev tên û miqabilî hev in. Demên ku derfet hatibûn dayîn ku deriyên Îmraliyê werin vekirin û Birêz Ocalan bikaribe rola xwe ya di çareserî û aştiyeke demokratîk de bi cih bîne û bi civakê re di nav diyalogê de bibe, ji bo gelên Tirkiyeyê bûne demên hêvîdar, demên bêhvedanê û demên ku li welêt geşedanên demokratîk û pêşketinên aborî pêk hatine û aştî û aramî li civakê serwer bûne. Li tevahiya welêt ezmûnên heta niha vê yekê baş nîşan dane ku di helwestên têkildarî pirsgirêka kurd de her kengî ku polîtîkayên ewlekariyê derketine pêş û zal bûne tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê jî bi vê yekê re hatiye girantirkirin. Bi taybetî, ev heşt salên dawî ji vê hêlê ve bûne heyama herî giran. Di navbera rewşa bêpêwendîhîştina qethî ya li Îmraliyê û astengkirina hemû têkilî û hevdîtinan û rewşa qeyranê ya piralî û giranbûyî ya li gelek astên wekî civakî, çandî, sîyasî, hiqûqî, aborî û hwd. de têkiliyeke diyalektîk heye. 
 
7- Tecrîda bîst û çar salan, tecrîda qethî ya piştî 2015an û pratîkên bêtêkilî û bêpêwendîtiya qethî ya ku piştî 2021an dest pê kirine û di sala 2022yan de jî hatine girantirkirin tên wateya di çareseriya pirsgirêka kurd de betalkirina hiqûqê û tunekirina rêya siyaseta demokratîk û esasgirtina rêya zordariyê, şer û tundiyê. Ev rê li ser wan polîtîkayan radiweste ku avakarên wan aliyên rantxwaz ên ku li dijî bikaranîna rêya diyalog û guftûgoyê ne û xwe bi siyaseta bêçareseriyê, dijminatiyê û rantgiriyê mezin dikin. Û encamên neyînî yên van polîtîkayan welêt anîne ber deverêyeke wisa ku tê de gelek qeyranên piralî tên jîyîn. Ji bo ku ev halê qeyranê yê piralî were guhertin û li pey were hîştin tekane rê ew e ku di pirsgirêka kurd de pêvajoyeke çareseriya demokratîk ji nû ve were destpêkirin, pergala tecrîdê ya Îmraliyê were betalkirin û Birêz Ocalan xwedî derfetên pêwîst bibe ku bikaribe rola xwe ya çareserîxwaz û aştîxwaz bi cî bîne.
 
8- Di tevahiya pêvajoya Îmraliyê de ku 24 salên xwe temam kiriye, Birêz Ocalan her tim ev yek aniye ziman ku di pirsgirêka kurd de ew çareseriyeke demokratîk û aştiyane a ku di Destûra Bingehîn de hatiye misogerkirin dixwaze û pozîsyona Îmraliyê bivî rengî destnîşan kiriye. Li ser vê esasê, di tevahiya pêvajoya Îmraliyê de ku dikeve sala 25an her dema ku derfet hatiye dayîn wî li dijî hêzên ku diyalog û aştiyê naxwazin siyaseteke aştiyê û jiyanê saz kiriye û bi vî rengî jî rola xwe ya dîrokî bi cih aniye. Her dawî di guftûgo û hevdîtinên di sala 2019an de ku her çend bi awayekî sînorkirî bibe jî wî karibû nêrînên xwe parve bike, prensîp û pêşniyarên wî yên çareseriyê yên kêrhatî û çêker careke din vê yekê îsbat kirin. 
 
9- Wek encam, polîtîkaya tecrîd û îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê divê were terikandin, prensîbên gerdûnî yên hiqûqê divê werin pejirandin û bicihanîn, astengên li ber serdanên malbat û parêzeran û li ser wan agahîgirtinê divê werin rakirin û şert û mercên tenduristî, azadî û ewlehiya wan divê bên misogerkirin."

Sernavên din

17/02/2023
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin
11:44 Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan!
11:31 Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye
11:19 Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye
10:48 Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze!
10:47 Navenda ku qeyûm tayîn kirinê gund bi gund birîn derman dikirin
10:36 Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere
10:36 Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin
10:27 'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’
10:19 'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me'
09:53 Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr
09:45 Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe
09:34 Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne
09:26 Jina ciwan a ku ji bo xalê xwe yê li herêma erdhejê girtî ye alîkarî xwest hat girtin
09:01 ‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir'
09:00 ROJEVE 16'Ê SIBATA 2023'YAN
08:51 Ji ber avahiyên li Amedê hilweşiyayîn 15 kes hatin girtin
15/02/2023
23:16 Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de ye: Hûn nikarin roja me tarî bikin
23:06 Li Filipînê bi pileya 6,1 erdhej çêbû
22:11 Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî piştî 10 rojan hat derxistin
21:47 Ciwanên kurd ji bo Abdullah Ocalan ketin avahiya PE'yê
21:40 Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê ya bandor ji erdhejê girtiye dê bê veguhastin
20:46 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê: Dewletê dawî li piştevaniyê anî
20:14 Bûldan: Astengkirina alîkariyan ne hedê we ye, em ê her tim ji bo gelê xwe serferber bin
19:59 Xarpêt jî wekî herêma karesatê hat îlankirin
19:04 Endamê OHD'ê Parêzer Ozdemîr hat definkirin
18:58 Li Silêmaniyeyê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin
18:37 Li Rihayê 4 kes ji ber avahiyên hilweşiyayî hatin girtin
18:15 Qeyûm tayinî alîkariyên erdhejê hat kirin!
18:06 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
17:49 Fiyetê kirêyan ji sedî sed biha bû
17:12 Derket holê ku kesê digot ‘dewlet li me dinihêre’ bavê polîsê li Garê hatiye kuştin e
17:11 Li Amedê xaniyên birîsk tên valakirin, gel bêçare ye
17:08 Ramazan Nazlier piştî 30 salan ji girtîgehê tehliye bû
16:52 TOP: Dewlet bi tunekirina delîlan re mijûl e!
16:48 DBP: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan helwesteke zelal nîşan bidin
16:40 ‘Divê dawî li rejîma înfazê ya Îmraliyê bê anîn’
16:31 Hiqûqnasê Destûra Bingehîn: Divê hilbijartin herî dereng di 18’ê hezîranê de bên kirin
16:28 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir
16:26 Ranta ÎHH’ê ya erdhejê: Konteynirên bi 75 hezar lîreyan, bi 100 hezar lîreyan difiroşe
16:25 Damezrînera Komeleya Jinên Welatparêz Melîke Alp di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
16:25 Derheqê Diyar Galeria ku di erdhejê de hilweşiya bû tu doz nehatine vekirin!
16:01 Dijwariya îşkenceya li Gureşçî hatiye kirin di rapora tibê de derket holê
15:48 Hevserokên HDP’ê li Amedê ne: Welatê me êdî nikare êş û mirinan ragire
15:35 3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgînî li Dîlokê hatin desteserkirin
15:34 Ji Koma Voys’ê têkildarî erdhejê dosyaya vîdeo-nûçeyê
15:15 Li Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê kirin
15:12 Komploya 15’ê Sibatê li Wanê hate protestokirin
14:41 Komeleya Pira Gelan: Sûcê nefretê dê tevahiya welêt bişewitîne
14:37 Mojust cihêkariya li herêmên erdhejê veguhezand Neteweyên Yekbûyî
14:29 Xwediya Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê hate binçavkirin
14:13 Hema kesê alîkarî dike bila kurd nebe…
14:08 Rapora Îmraliyê: Sala 2022’yan bû sala bêpeywendiyeke mutleq û agahînegirtinê
13:53 ‘Divê 50 hezar û 576 avahiyên li herêma erdhejê demildest bên hilweşandin’
13:52 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên protestokirina 15’ê Sibatê
13:41 Nûrdagi veguheriye goristanê!
13:33 3 leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin ji wezîfeyê hatin girtin
13:30 MYK'a HDP'ê: Dem dema hevrûbûna bi komploya navnetewî re ye
13:21 Şaredariya Îzmîrê dê 20 hezar çewal êm bişîne herêmên erdhejê