Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin

  • rojane
  • 09:03 17 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren bertek nîşanê astengkirina alîkariyan û tayinkirina qeyûm a ji bo Navenda Koordînasyona Krîzê ya Barzacixê da û got: “Desthilat dixwaze bi astengkirina alîkariyên partiyan, sûcê xwe veşêre.”
 
Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP ji ber erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, ji roja ewil ve li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Adana û Hatayê ji bo hemû mexdûran seferber bûye. Bi 3 hezar û 200 dilxwazan Navenda Koordînasyonê xwe gihandibû bajarên bandor ji erdhejê girtine û bi 860 wesayitan xizmeta mexdûrên erdhejê re xizmet dikir. Lê duh na pê qeyûm tayînî alîkariyan hat kirin. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren bertek nîşanî astengkirina xebatên ji bo alîkariyê da û got ku ew ê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bidomînin
 
DESTPÊ KIRINA XEBATAN
 
Eren diyar kir ku ji roja ewil ya erdhejê ve wan Navenda Koordînasyona Krîzê ava kiriye û çûne herêmên erdhejê. Eren da zanîn ku wan navçe bi navçe û gund bi gund xwe gihandine mexdûran û lazmatiyên wan peyde kirine û wiha berdawam kir: “Em çûn gund û navçeyan û me lîsteya pêdiviyan amade kir. Di demeke gelek kin de ji bo herêmên erdhejê erzaq, pêdiviyên germ kirinê û spartinê şandine. Hêj jî em dişînin. Piştî erdhejê, ji derxistina mirovên bin kavilan heta alîkariyên ku ji kesên hewcedar re gihandin, saziyên sivîl û dilxwaz li qadê bûn. Lê mixabin dewleta ku wê demê ne li qadan bû, hewl dide rêxistinên sivîl ên ji roja ewil ve li qadan alîkariya gel dikin qut bike.”
 
RASTIYA QEYÛMAN
 
Eren îşaret bi qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin jî kir û got: “Heke qeyûm nehatiba tayînkirin wê ji roja destpêkê ve bi hezaran xebatkarên me yên şaredariyê li qadan bûna, bi sedan wesayîtên înşaatê dê xebat meşindiban. Ji roja yekem ve li qadan dibûn û dê ji bo rakirin û rizgarkirina kesên di bin kavilan de biban alîkar. Ger qeyûm nehatibûna tayînkirin, şaredariyên me ji bo çareserkirina pirsgirêka xaniyan lêkolînek bikirana, dê xwarina germ belav bikira. Lêbelê, vê eşkere kir ku encama polîtîkaya qeyûm ya erdhejê çiqas xirab e. Endam û dildarên me yên ku ji roja ewil ve li qadan in, baş dizanin ku li kîjan gund pêdiviya lezgîn heye. Her wiha li gorî van pêdiviyan alîkariyê didin, lê astengkirina van alîkariyan ji aliyê dewletê ve li qadê rewşa mexdûrên erdhejê yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, zêdetir dike."
 
‘NEXWEŞÎN DEST PÊ KIRIYE’
 
Eren bal kişand ser lezgîniya hewcedariyên mexdûrên erdhejê yên li herêmê û wiha dewam kir: “Pirsgirêka herî girîng a ku hevalên me niha tespît kirine pirsgirêka stargehê ye. Li 10 parêzgehên cuda ku di bin bandora erdhejê de ne, pirsgirêka xaniyan nehatiye çareserkirin. Mirov hîna jî neçar in li hawirdorên sar ên ku dadikeve binê sifrê 15-16 pileyî bin. Di heman demê de pêwîstiyên cil û berg û xwarinê yên gel jî di nav pêdiviyên lezgîn de ne. Dîsa tiştên wekî xwarina zarokan, cil û bergên jinan ên binî jî ji pêdiviyên lezgîn ên hevalên me yên li qadan in. Pirsgirêkek din a girîng xetereya paqijî û nexweşiyê ye, ku dewlet naxwaze demek pir dirêj mudaxele bike. Jixwe li hin cihan dest pê kiriye, ji ber vê yekê divê nexweşxaneyên demkî werin avakirin da ku vê yekê çareser bikin. Di heman demê de pêdiviya materyalên paqijiyê û di demek pir kin de tuwaletên mobîl bêne şandin. Wekî din, îhtîmalek mezin e ku ev wêneya jixwe xirab hîn xirabtir bibe." 
 
‘EV HELWEST NE RAST E’
 
Eren anî ziman ku dilxwaz, rêxistinên civaka sivîl û partiyên li qadê dixebitin, desthilat ji bo ser kêmasî û sûcên xwe bigire wan asteng dike û ev tişt gotin: “Pêwîst e mirov baldar nêzî vê krîzê bibin. Hewl didin gelek malzemeyên ku ji derve tên, bi desteserkirina wan li gumrikê bihêlin. Hewce ye ku di zûtirîn demê de alavên hewce werin cîhên ku pêwîstiya wan pê hene. Lê mixabin hukûmeta ku 3-4 rojên ewil ne li qadan bû, hewl dide rê li ber xebatkarên ku li qadan in bigire. Em dixwazin bidin zanîn ku ev helwest ne rast e."
 
‘JI BILÎ ME TU KES TUNE BÛ’
 
Eren wiha berdewamî da axaftina xwe: “Saziyên nêzî desthilatê çend roj piştî erdhejê hatin herêmê. Me ji roja ewil ve dest bi xebatan kir û alîkarî bir. Me alîkariya kesên di bin kavilan de man jî kir û tû saziyên nêzî dewletê, yan jî yên mûhafazakar û tarîkat li wir nebûn. Lê desthilata ku bûye sedema mirina gelek kesan, niha jî dixwaze bi sazî û STK’yên alîgirên xwe re suc, kêmayî û kêm mayîna xwe paqij bike.”
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN’
 
Eren anî ziman ku ew ê li cem gelê xwe bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê weke roja destpêkê li cem gelê xwe bin. Ji bo dermankirina birînên wan em ê vê hevgirtinê bimeşînin. Dewlet çi bike bila bike, em gelê xwe tevî hemû astengiyan bi tenê nahêlin. Li dijî astengkirina vê helwesta desthilatdariyê ya ku gelê me wêran kiriye û li çarenûsa xwe hiştiye em ê heta dawiyê têbikoşin.”
 
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag
 

Sernavên din

19/02/2023
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin