‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’

  • rojane
  • 09:27 17 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Hevşaredarên Sûr û Bismilê ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin diyar kirin ku heke li ser peywira xwe bûna, dê hemû derfetên şaredariyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bikirana û wiha gotin: “Di giranbûna bîlançoyê de para polîtîkaya tayînkirina qeyûman jî heye.” 
 
Di 6’ê sibatê de li Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn û bandoreke rûxîner li ser 10 bajaran kir. Di encamê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran jî birîndar bûn. Heta 48 saetên detpêkê jî dewletê tu mudaxele nekirin û mexdûrên erdhejê pêvajoyeke giran derbas kirin. Ji roja destpêkê ve bi pêşengtiya HDP’ê navendên koordînasyona krîzê hatin avakirin û hewl dan birînên gel derman bikin. Di karesateke wiha mezin de şaredariyên bakurê Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayînkirin, di mijara alîkarî û piştevaniyê de hema hema tu tişt nekirin. 
 
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û yê Bismil a Amedê Orhan Ayaz têkildarî mijarê axivîn û gotin ku yek ji sedemên giranbûna rewşa li herêmên erdhejê jî polîtîkaya tayînkirina qeyûman e. 
 
Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de û saziyên dewletê 48 saet piştî erdhejê mudaxaleyî herêmên erdhejê kirin û wiha got: “Ev ne cara ewile ku erdhej çêdibe. Beriya niha jî li Wanê çêbûbû. Her wiha li Êlihê bendav teqiya û bajar di bin avê de ma. Wê demê şaredarî di destê me de bûn û me jî hemû derfetên xwe seferber kirin. Gelek derfetên şaredariyan hene lê qeyûm bi kar nayînin. Heke ev şaredarî di destê me de bûna, dê me hemû derfetên xwe pêşkeş bikira.  Mexdûrên erdhejê bi bertek in û dibêjin tu alîkarî ji wan re nehatine. Em dikarin bibêjin ku tevahiya alîkariyan ji hêla rêxistinên civaka sivîl, partiyên gel û gel bi xwe ve hatin kirin.”
 
‘AFAD ALÎKARIYÊ JI ME DIXWAZE’ 
 
Bi domdarî Buluttekîn got ku AFAD û Heyva Sor nikarin rewşên krîzê birêve bibin û ev tişt anî ziman: “Alîkariyê ji hevalên me dixwazin. Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di roja ewil de maseya krîzê ava kir. 180 cihên kombûnê hatin diyarkirin. Hevalên me li wan deran bênavber digerin û pêdiviyên wan pêşwazî dikin. Koordînasyoneke baş heye. Ji goristanê heta kavilan, morgan û nexweşxaneyan, di her qadê de dixebitin. Di qada tenduristî û psîkolojiyê de jî xizmetê didin.”
 
‘QEYÛM NE JI GEL Û NE JÎ JI BAJAR FÊM DIKE’ 
 
Buluttekîn got ku di giranbûna bîlançoya li herêmên erdhejê de para qeyûman jî heye û ev nirxandin kir: “Qeyûm ne ji gel fêm dike û ne jî bajar nas dike. Gel li hemberî qeyûma pir bi bertek e. Ji ber ku gel di roja ewil a erdhejê de bi destên xwe mirî û birîndarên xwe ji bin kavilan derxist. Êrişî xebatkarên dilxwaz kirin. Bi kurtasî gotin; ‘di bin kavilan de bimrin.’ Lewma jî hejmara miriyan zêde bû. Gel vê nêzikatiyê heq nake. Kon hatine vedan lê ne daşir û ne jî mitbex hene. Gelek nexweşên bêhnkurtk, SMA û penceşêrê hene lê wan qet nafikire. Gelo ev nexweş dê li ku razên?”
 
‘HEKE QEYÛM NEBÛNA DÊ EV REWŞ DERNEKETA HOLÊ’
 
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî diyar kir ku 6 şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm tayînî wan nehatine kirin li qadan in û wiha pê de çû: “Heke em li ser peywira xwe bûna, dê rewşeke wiha derneketa. Vîna gel bi rêya qeyûman hate xespkirin lewma me nekarî alîkariyê bidin gelê xwe. Xizmetên me yên beriya tayînkirina qeyûman ber çavan e. Di sala 2014’an di dema êrişa DAIŞ ê de bi  dehhezaran mirovên me koçberî Amed, Merdîn, Wan û Êlihê bûn. Ji ber ku ev şaredarî di destê me de bûn, me bi hemû derfetên xwe alîkarî da wan. Lê belê dewlet, hikûmeta AKP û MHP'ê 48 saet piştî erdhejê dest bi xebatê kirin. Ev jî nîşan dide ku AKP û MHP’ê gel bi mirinê re rû bi rû hişt.”
 
 ‘ME HEMÛ DERFETÊN XWE SERFERBE KIRIN’ 
 
Ayaz, axaftina xwe wiha qedand: “Li gel ku em ji peywirê hatine girtin jî em bi gelê xwe re ne. Niha 6 şaredariyên me hene û ev şaredarî ji roja ewil ve hemû derfetên xwe seferber kirine. Vê jî bi xwe re encamên erênî anîn. Gel bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. Ne dewletê û ne jî şaredariyên qeyûman tiştek nekirin. 48 saet piştî erdhejê çûn û vê jî encamên giran bi xwe re anîn. Gel pir bibertek e. Em dixwazin ku gel alîkariyên xwe bidomîne. Em ê bi gelê xwe re birînên xwe derman bikin.”
 
MA/ Mehmet Guleş - Zerrîn Sargut
 

Sernavên din

19/02/2023
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin