Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!

  • rojane
  • 14:08 21 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Piştî erdhejê rayedaran dest bi tespîtkirina xesarê kirin û gelek avahiyên bi xesar hatin tespîtkirin. Piştî vê yekê hinek xwediyên xaniyan ji ber ku “nirxê bihayê xaniyan dikeve” daxwaza serlêdana rapora bêxesar dikin, hinek welatî jî ji ber ku avahiyên wan bixesarin û rapora “bêxesar” hatiye dayîn daxwaza dîsa lêkolînkirinê dikin.
 
Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû tesîrek mezin li Amedê jî kir. Di encama erdhejê de li Amedê 7 avahî hilweşiyan û 409 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha nêzî hezar kes jî birîndar bûn. Gelek endezyar, avahisaz ên saziyên sivîl û yên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê dest bi tespîta xesarê kirin. Di encama van xebatan de ji 45 hezar 149 avahiyan hezar 110 avahî giran, hezar 44 nîv û 10 hezar 977 jî kêm xesar hatin tespîtkirin. Hinek kes ji bo ku dê bihayê avahiyên wan bikevin, hinek kes jî ji bo avahî bixesar e lê kêm xesar hatiye nîşandan, daxwaza bila xesar tespît dîsa bên kirin dikin.
 
Avahiya Îkîzler 6 qatî ku li navçeya Rezana Amedê ye di erdhejê de xesarek mezin dîtiye û kolonên wê derizîne. Tevî vê yekê jî tespîta kêm xesar hatiye dayîn. Şêniyên  avahiyê jî bertek nîşanê vê yekê dan û xwestin tîmên tespîta xesarê dîsa bên avahiya wan û lêkolînê bikin. 
 
‘KOLONEK DERZ LÊ KETINE SIWAX KIRINE’ 
 
Ji rûniştvanê avahiyê Mehmet Oztekîn destnîşan kir ku ew weke gelek kesan mexdûrên vê erdhejê ne û bi malbatên xwe re li kolanan in. Oztekîn da zanîn ku ew ditirsin bikevin avahiya xwe û wiha pê de çû: “Gava rayedarên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê hatin ji bo tespîtkirina xesarê bi dikandaran re axivîne û wan jî malê xwe fikiriye. Kes canê şêniyên apartmanê nefikiriye. Ji bo me tiştê herî girîng ewlehiya canê me û malbata me ye. Lê her kes li canê xwe pirtir malê xwe difikire. Kolonek deriziye hatiye suwaxkirin. Bi dîmen û wêneyan jî hatine tespîtkirin.”
 
‘EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI BER KARESATÊ BÊ GIRTIN’
 
Oztekîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rayedarên wezaretê, daîreke di qata yekemîn de nihêriye û li gorî vê daîrê biryara tevahî apartmanê daye. Xwediyê wî daîrê jî gotiye ku ‘Xaniyê min di çi halî de be, yên din jî bi wî halî de ne’. Li gorî vê yekê ji bo apartmana me biryara kêm xesar dane. Gava wesayîtek jî di ber apartmana me de diçe apartman diheje û hin parçe jê dikevin. Em bi malbat û zarokên xwe ve newêrin bikevin xaniyê xwe û derve dimînin. Êdî em jî nizanin dê çi bikin û bi kî derê ve biçin. Em kesî sûcdar nakin, em dixwazin pêşî li ber karesatekê bê girtin.”
 
DI KOMA WHATSAPPÊÊ DE NÎQAŞA ‘DÊ NIRXÊ BIHA KÊM BE’
 
Ji bo sîteyeke 4 blok ya li kolana 1141’an taxa Bagcilara Rezana Amedê rapora kêm xesar hat dayîn. Li ser vê yekê rûniştivanên sîteyê jî di koma Whatsappê de ‘dê nirxê bihayê avahiyê kêm bibe’  nîqaş kirine û xwestin ji bo rapora bêxesar serlêdan bên kirin.
 
Hinek axaftinên di komê de hatine kirin wiha ye: “Bloka C’yê bila baldar be, di kontrola rayedarên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayî de, di daîreya 3’yemîn a Bloka C’yê de derz hatine tespîtkirin. Ji ber vê yekê bloka we kêm xesar derbas dibe. Qasî ku ez dizanim dê serê daîreyê 10 hezar lîre bidin
 
Lê fikra min a şexsî ew e ku rûniştvanên blokê rabin biçin Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û daxwaza dîsa kontrol kirinê bikin
 
Çima ez vê dibêjim, ji ber ku ev 10 hezar lîreyê hûn digirin dê siberojê gelek dijwartir vegere.
 
Min cihê derizîne bi çavên xwe dît, bi qeneta min tu zirar nabe. 
 
Ji ber vê yekê serlêdanekê bikin, ji ber ku dê siberojê gava hûn daîreyê difiroşin dê derkeve pêşiya we.
 
Ji vê saetê şûnde kesê ku dixwaze daîreyek bifiroşe yan jî bikire dikare li ser e-devletê qeyda xesarê binêre. 
 
Hûn nikarin bidin bawerkirin ku ew derzbûn tiştekî gelek piçûk e. 
 
Di vê mijarê de hûn dikarin li gel kesê X yê hejmara X a Bloka C’yê de dimîne bikevin têkiliyê”
 
 

Sernavên din

23/02/2023
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man