Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da

  • jin
  • 09:08 23 Sibat 2023
  • |
ŞIRNEX - Malbata Hezer ku ji 12 kesan pêk dihat, niha ji ber zordestiya dewletê tenê dê û bav mane. Dayik Ayşe Hezer ku tu caran dest ji berxwedanê bernedaye got: "Dewletê gelek tişt anîn serê min. Zarokê min, hemû belav kirin, min û hevjînê min tenê hiştin. Lê min li hemberî wan serê xwe netewand û heta dilopek xwîn jî di laşê min de bimîne ez ê li ber xwe bidim." 
 
Li Kurdistanê di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên ewlehîparêz ku dihatin meşandin, bi dehan gundên ku cerdevanî qebûl nedikirin ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Malbatên ku neçar man koçî bajaran bikin, li bajaran jî rastî heman polîtîkayan hatin. Li bajarên kurdan ku zilm û zordarî lê kêm nabin, berxwedan jı her demê zêdetir bûye. Li hemberî êrîşên dewletê malbatên ku tu carî baweriya xwe wenda nekirin û têkoşiyan jî her carê weke hedef hatin hilbijartin. Yek ji van jî malbata Hezer e ku li navçeya Hezex a Şirnexê ye. 
 
Malbata Hezer di sala 1987'an de ji gundê Zoravayê yê Hezexê koçî Hezexê dibin. Malbata Hezer ku tevî dê û bav ji 12 kesan pêk tê, zext û êrîşên dewletê li ser wan qet kêm nabin. Ji malbata Hezer ku bi nasnameya xwe ya welatpareziya tê nasin, kurê wan ê herî biçûk Eyup ê 13 salî ku ji bo xebatê diçe Stenbolê tê binçavkirin, îşkencekirin û girtin. Malbata Hezer ku hê ji bandora vê xelas nebûye, piştre kurê wan Yakûp tê girti. Her du bira 5 salan di heman girtîgehê de dimînin. Piştî ji girtîgehê derdikevin 28 sal cezayê girtîgehê li Yakîp û 125 sal ceza jî li birayê wî Eyup tê birîn. Her du bira ji bo careke din neyên girtin, berê xwe didin Ewropayê. 
 
Piştî wan jî êrîşên li ser malbatê kêm nabin. Roj nîn e ku polîs li ser malbata Hezer nagire. Di sala 2004'an de kurê wan Rêber ku zêdetir nikare li hemberî van zextan bisekine, tevlî nav refên PKK'ê dibe. Piştî şehadata Rêber, vê carê xwîşka wî Bişeng jî tevlî nav refên PKK'ê dibe. Zarokên malbatê Tajdin, Yûsûf û Mewlûde jî ji ber êrîşên dewletê welat terik dikin û derbasî Ewropayê dibin. Ji malbata ku ji 12 kesan pêk dihat, niha tenê dayik Ayşe Hezer (59) û bav Muhammed Hezer (66) mane. Dayik Ayşe Hezer ku di heman demê de Dayika Aştiyê ye, 2 caran hatiye binçavkirin, îşkencekirin û mehekê di girtîgehê de maye. Malbata Hezer ku ji bo xwe avahiyeke 2 qatî çêkiribû, niha di avahiyê de tenê dê û bav mane. 
 
Dayika Ayşe Hezer ku tevî vê zilm û zordestiyê tu carî dest ji têkoşînê bernedaye di hemû xebatên Dayikên Aştiyê de cihê xwe digire û pêşengtiyê ji xebatan re dike serpêhatiya xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot. 
 
RÊYA ZAROKÊN WÊ
 
Dayika Ayşe Hezerê anî ziman ku zarokên wê jî weke wê di zarokatiya xwe de bi rastiya kurdatiyê mezin bûne û serpêhatiya xwe wiha bilêv kir: "Ez di temenê xwe yê biçûk de hatim zewicandin. Piştî ku ez zewicim ez salekî gundê Zorava mam. Li wir zarokeke min çêbû. Min navê wî kurê xwe kir Rêber. Welatpareziya me ji malbata min tê. Hê ku ez zarok bûm min ev nasnameya xwe ya welatpareziyê ji malbata xwe fêr bûm. Hebûna Kurdistanê hingê min zanî. Bavê min her carê ji me re digot, 'Kurdistan heye.' Ev naskirina partiyê bi saya bavê min çêbû. Ji wê demê ket serê me û me tu carî jibîr nekir. Tê bîra min ez zarok bûm em diçûn me merşên kurdî digotin. Piştî ku ez zewicîm û xwedê Rêber daye min me mala xwe barkir û em hatin Hezexê. Ji vir jî me şîretên dayik û bavê xwe berneda. Birayên min jî wisa bûn û ev ale zarokên me jî hilda û ew jî weke me bûn. Di wan demên nû avakirina partiyê de tengî û zehmetî li her derê hebû. Girtin hebû, kuştin hebû. Me gelek zehmetî kişandin. Ew tiştên ku me kişandin bi çend hevokan nayên ziman."
 
Dayik Hezerê serpêhatiya xwe wiha domand: "Kurê min Rêber zanîngeha Edeneyê qezenc kir û me rê kir Edeneyê. Li wir hem rojnameya kurdî difirot û hem jî di nav xebatên ciwanan de cihê xwe digirt. Piştî ku xelas kir hat melatî kir. Di heman demê de di nav xebatên ciwanan de cihê xwe digirt. Çi dikeve li ser milê wî dikir. Carekî hat binçavkirin û piştî ku hat berdan jî tevlî nav refên PKK'ê bû. Zarokên min ê ditir jî hemûyan heman çarenûs parve kir. Kureke min di emrê xwe yê 13 salî li Stenbolê hate binçavkirin.Îşkence lê kirin û pişta wî şikandin. Me kir û nekir tu bijîşkan nekarî tedawiya wî bikin. Niha jî nîv mirove.  Ew jî seqet kirin. Ew di girtîgehê de derket û kurê min ê ditir hate girtin û ew jî 5 salan girtîgehê de ma. Ê ku di îşkenceyê de pişta wî şikandin dîsa hat girtin.Tiştê ku min ditin û jiyin nayê gotin. Herdû kurê min girtîgeha Mêrdînê de bi hevre man."
 
ROJ NEBÛ NEAVÊTNE SER MALA WAN
 
Dayik Hezerê diyar kir ku zarokên wê yên ku bi heqîqetê re dimeşiyan her tim di hedefê de bûne û wiha domand: "Kurê min ê biçûk gava piştî 5 salan hat berdan, 125 sal cezayê giran ê mûebbetê jê re hat birîn. Kurê min ê dîtir jî 28 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ew her du jî ji nêçariya xwe çûn Ewropayê. Tenê kureke min li gel me dima ew jî seqet bû û der heqê wî de jî biryara girtinê derxistin û ew jî çû. Rêber jî ji xwe şehîd ket. Keça min Bişeng mabû ew jî piştî şehadeta birayê xwe tevlî nav refên PKK'ê bû. Ew jî par di berxwedana Zapê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê destê dewleta tirk de ye, lê belê nadin me. Çend caran min xwîn jî da nadin. Ez dixwazim ku cenazeyê keça xwe bistinim. Heta ku ji destê min tê ez ê lê bigerim. Jiyana min nayê gotin keça min. Dewletê gelek anîne serê me. Roj nebû ku dewletê li ser mala min de nedigirt. Zarokên min hemû belav kirin, perçiqandin. Sê salan bênavber roj nebû ku li ser mala min de negirtibû. Keça min Bîşeng ji ber vê zilma wan çû. Min çend caran ji ber van serdegirtina malê de giliya wan kir. Derûniya zarokên min xerb kiribû. Ji bo ku êdî li ser mala min de negirin min daxwazname da dozgeriyê. Piştre nema nehatin. Lêbelê her carê ji cîranên me zarokên me dipirsin. Her serdegirtina malê de jî ji hevjînê min re digotin, 'hevjîna xwe berde, ev hemû ji ber wê ye tê serê te' lê hevjînê min gotina wan nedikir. Tişta ku wan anîne serê min naxwazin ku bê serê tu kesî." 
 
EW Û HEVJÎNÊ XWE TENÊ MANE
 
Hezerê bi lêv kir ku piştî 10 zarokên wê mala wan vala bûye û got ku wê tu caran li dijî zilmê serê xwe netewandiye û wiha berdewam kir: "Niha ez û hevjînê xwe tenê mane û keseke me nema ye. 2 zarokên min di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dan û ê mayin jî ji ber êrîşên dewletê û cezayê ku ji wan re hatiye birîn çûn Ewrupayê. Min ne li ber dewletê û ne jî li ber keseke din serê xwe netewand. Raste min zehmetî dit, lê min li berxwe da. Bi xwedê ne ez serê xwe li ber dewletê û ne jî li ber zilma kesekî danim. Ev riye bavê min nişanî me da û ez pê serbilindim. Min serê xwe netewandiye û heta ku dilopek xwînê laşê min de hebe jî ez ê serê xwe netewînim û ez ê pey doza zarokên xwe bim. Girtin be, mirin be û çi be ez pey doza zarokên xwe venagerim. Ew roja ku kurê min Stenbolê hat binçavkirin ez jî heman rojê de hatim binçavkirin. Îşkence li min kirin. Laşê min hemû hêşin kiribûn. Dewletê gelek anî serê min. Pêvajoya qedexeyê de jî ez carekî binçavkirim  û mehekê girtîgehê de mam. Piştî ku ez berdam jî ji min re gotin,' tu naçî partiyê' lê roja ewil a ku ez hatime berdan ez çûm partiyê. Min got hûn min perçe perçe bikin jî ez ê biçim. Qasî ku ji destê min hat min li ber xwe da."
 
BANGA JI BO BERXWEDANÊ 
 
Hezerê diyar kir ku li dijî zilmê berxwedan rûmeta herî bi nirxe û vê bangê li dayikan dike: "Dema ku ez xwarineke xweş çêdikim zarokên min û neviyên min tên bira min. Ez dema ku sifreya xwarinê radixim erdê ez dibêjim ev cihê yekê bû, ev cihê yekê bû. Ez dibêjim xwezî zarokên min, neviyên min û bûkê min jî dora vê sifreyê bûna. Ez lê dinêrim û piştre xwarin qirika min de dimîne û naçe xwar. Her hatina malê ez dibêjim yeke ji wan dê derî min re veke. Lê kes tune ye. Gelek zehmete. Tişta ku ji min re herî zehmet jî tê nebûna wane. Bi hezaran dayikan weke min li ber xwe dane. Ez dixwazim ku her dayikek, jinek û ciwanek li ber xwe bidin. Bila tu kes li ber zilmê serê xwe nizm neke. Bila hemû dayik dest bidin hev û berxwe bidin."
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

23/02/2023
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man