Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê

  • rojane
  • 10:05 23 Sibat 2023
  • |
img
HATAY - Dayik û bavê Servet Bacanak di erdheja Defneyê de jiyana xwe ji dest dan. Bacanak, di nava avahiyên xesarekê mezin gihiştiyê de konek veda ye, li ber xwe dide û mêvanan jî li cihekî navê “Odeya mêvanan” lê kiriye dihewîne.  
 
Ji ber erdhejên Mereşê, hem li navend û hem jî li navçeyên Hatayê hilweşîneke mezin çêbû. Gelemperiya avahiyên di erdhejên Mereşê de xesareke mezin gihiştibûyê, di her du erdhejên dawî yên di 20’ê sibatê de bi temamî hilweşiyan. Bi hezaran kes di bin kavilan de man û xebatên rakirina kavilan didomin. Bi erdhejê re bi hezaran kesan koçî bajarên cuda kirin. Gelemperiya welatiyên bêderfet an li konên AFAD’ê yan jî li deverên vala dimînin. 
 
BI TENA SERÊ XWE DIJΠ
 
Yek ji navçeyên Hatayê ya herî zêde avahî lê hilweşiyayîn, Defne ye. Welatiyê bi navê Servet Bacanak ku li Taxa Elektrîkê dijî, di nava avahiyên xesareke mezin gihiştiyê de bereqeyek çêkiriye û di wir de hewl dide jiyana xwe bidomîne. Bacanak, di erdhejê de dayika xwe ya bi navê Hayat û bavê xwe Naîm winda kir. Tevî hevjîn û zarokên xwe ji erdhejê xelas bûn. Bacanak, hevjîn û zarokên xwe şandine Mêrsînê û ji roja ewil a erdhejê heta niha li nêzî mala xwe ya xesareke mezin gihiştiyê, li qada vala ya li Kolana Nergîzê dimîne. 
 
MALA MEXDÛRÊ ERDHEJÊ
 
Dema me dîmenên taxê dikişand li rastî Bacanak hatin û em vexwendin bereqeya xwe ku jê re digot “mala min.” Bacanak, got ku beriya erdhejê xurdefiroşî dikir û bereqeya ku tê de dimîne weke “Odeya mêvanan” pênase dike û dibêje ku mêvanên xwe li wir dihewîne. Bacanak, got ku konê biçûk ê li rex bereqeyê odeya wî ya razanê, devera vala mitbax e û û xwarinên xwe jî bi xwe çêdike. 
 
Demek piştre Bacanak mala xwe ya bi rengê pirteqalî nîşanî me dide û hewl dide tiştên bi serê wî hatin bo me vebêje. Bacanak, wiha got: “Mala dayik û bavê min li jêra avahiya min bû. Hilweşiya. Cenazeyê dayika min di roja 8’an ê bavê min jî me di roja 6’an de derxist. Roja erdhejê min ber bi mala wan ve baz da. Ez qîriyam, min bang kir lê deng ji wan derneket. Birayê min jî bi dayik û bavê min re dijiya. Ew bi derfetên xwe ji bin kavilan derket. Lê dayik û bavê min nekarîn derkevin. Piştî birayê min derketî ji min re got; ‘Min fîtik lê dan lê kesekî deng neda. Min dengê te di bihîst lê te bersiva dengê min nedida.’ Roja ku bavê min ji wir hatî derxistin, birayê min jî derket. Tîmên AFAD’ê ji bo derketina birayê min digotin mucîze ye.” 
 
TEKANE CIHÊ BIEWLE 
 
Bi domdarî Bacanak destnîşan kir ku piştî erdhejê li gorî derfetên xwe bereqeyek çêkiriye û wiha qala wan kêliyan kir: “Ji der û dorê min çendek naylon berhev kirin û ev kon vegirt. Cîranên me di şeva ewil de li vir man. Niha tevek çûn û ez bi tenê mam.” Dema em pirsa “Gelo me ev der xetere nîne?” dikin jî wiha bersivê dide: “Li gel ku ev der xetereye jî ji deverên din biewletir e. Weke mîna li wê bulvara hanê (Bulvara Ugur Mumcu) konbajar heye. Li Taxa Orhanliyê konbajar heye. Hîmê wan deveran tevekan jî vala ye. Qet nebe binê vê derê tije ye. Lewma zemîn saxlem e. Heke avahiyên li derdora min biherifin jî ne bawerim bigihijin vê derê. Heke herifin jî ev der ji her deverê biewletir e.” 
 
'EM LI BER XWE DIDIN’
 
Bacanak, da zanîn ku pêdiviyên wî ji hêla kesên xêrxwaz ve hatine pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji hêla xurekan ve pirsgirêka min tune ye. Tekane pirsgirêka min a hîjyenê heye. Av jî pir bisînor e. Mirov dixebite, bizavê dike, hewl dide, baz dide, berhev dike... Lê di 2 deqeyan de her tişt tune dibe. Erdhej tenê 2 deqeyan dom kir. Lê hemû jiyan vemirîn. Psîkolojiya zarokê min ê 15 salî piştî erdhejê serûbin bûye. Dibêje; ‘bavo ez nikarim bisekinim, ditirsim.’ Min rêyek dît û şande Mêrsînê. Li wir di wargehê de dimînin. Lê ev dê heta kengî bidome, dê çi bi vê nediyariyê bibe? Wêranî, karesateke pir mezin e. Min nekarî şîna dayik û bavê xwe jî bigirim. Dema em xemgîn dibin, jixwe şerm dikim. Hewl didin li ber xwe bidin û jiyana xwe bidomînin. Lê em ê ji vê tengasiyê jî derkevin. Bi demê re her tişt dê baş bibe. Êdî gotineke bê kirin nema ye. Bila kesek rastiya erdhejê ji serê xwe dernexîne. Bila piştevaniyê pêş bixin. Êdî tehma tu tiştekî nema ye. Tenê hewl didin bijîn.” 
 
MA / Azad Altay - Mujdat Can
 

Sernavên din

23/02/2023
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man