Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne

  • rojane
  • 14:07 23 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Partiyên Kurdistanî têkildarî erdhejê daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku erdhej tiştekî xwezayî ye lê sedemên ziyanên erdhejê xwezayî nînin û wiha gotin: “Sedema van ziyanen canî û malî; berhemên bêwijdanî, berjewendîperest, bêûsûlî, gendelî, xeletî, şaştî û bêrêgeziya dezgehên fermî, şîrket û mirovan in.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD), Hereketa Azadî, Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî, Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê-Tevger (TDK-TEVGER) û Platforma Jinên Kurd têkildarî karesata erdhejê bi dirûşma “roj roja xîretê ye” li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat a Amedê daxuyaniyek hevpar dan.
 
Metna çapemeniyê ya bi kurdî ji hêla Serokê Giştî yê PAK’ê Mûstafa Ozçelîk ve û ya bi tirkî jî ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ve hate xwendin. 
 
ENCAMA ERDHEJÊ
 
Daxuyaniya hevpar wiha ye: “Ji bo dermankirina birînên felaketa erdhejê em dest bidin destê hev. Di roja 06.02.2023’yan de du erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 ku navenda wan du navçeyên  bajarê Mereşê bûn, rû dan. Paşê jî di roja 20.02.2023’yan de li Hatayê erdhejeke bi pileya 6.4’ê çêbû. Erdhejê bandoreke giran li 10 bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijiyan û piraniya wan li bakurê Kurdistanê ne kir. Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin, hejmara kesên ku  di van erdhejan da jiyana xwe ji dest dane nêzî 44 hezaran e; hejmara  birîndaran jî ji 200 hezar kesî zêdetir in. Bi sed hezaran avahî jî rûxane, xesareke mezin dîtine.
 
TIRKIYEYÊ WEZÎFEYA XWE BI CIH NE ANÎ
 
Tu şik û gumanên me nîne ku ziyana can û malî, wêraniyeke mezin a derûniyê çêkiriye û dê hêj bidome jî. Van erdhejan li Efrîn, Cinderês û Helebê jî rê li ber karesatên mezin vekirin. Mixabin alîkariyeke berbiçav negihiştiye van deran. Heta niha 7 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî ji 15 hezaran zêdetir e. Bi hezaran avayî xerabûne, zirareke mezin a madî çêbûye. Gel di rewşeke perîşan de ye. Ji 6’ê sibatê ve heta îro aşkere ye ku Tirkiyeyê bi qasî ku pêwîst bû û di wexta xwe de li van bajarên ku erdhej lê çêbûne wezîfeyên xwe neaniye cih.
 
DEZGEHÊN DEWLETÊ LI QADÊ NEBÛN
 
Bi taybetî di 3 rojên ewil ên erdhejê de, di hawarçûyîna ser kavilan û di alîkariya mexdûran de,  lawazî, bêkoordînasyonî, bêserûberî, xemsarî û îhmalkariya hemû dem û dezgehên Tirkiyeyê li ber çavan bû; dezgehên dewletê li qadê nebûn. Her wiha Tirkiyeyê bi taybetî di 3 rojên ewil de, hema hema rê neda ku ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî bi îmkanên xwe yekser alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê.  Niha jî li gelek deran ev astengî berdewam in.
 
‘CAREKE DIN DEST BI SIYASETA ŞER KIRIN
 
Dewletê rê li ber piraniya alîkariyên ku dê biçûna rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Cinderês û Helebê girt. Bi van kiryarên xwe xisara canî û ya madî zêde kiriye. Helwesta dewletê, berf û baran û sermaya heyî ya dijwar jî mexdûriyeta erdhejê gelek mezintir kir. Helbet ev ne cara ewile ku gelê Kurdistanê rastî van siyaset û helwestên Tirkiyeyê tê. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê bi taybetî piştî 22’yê tîrmeha 2015’an careke din dest bi siyaseta şer kir. Û kiryar û siyaseta xwe ya li dijî kurdan û ya şer, bi stratejiyeke nû, li sê perçeyên Kurdistanê berfirehtir kiriye. Berhemên vê hişmendî, siyaset û helwesta Tirkiyeyê û şêweyê sîstema rêvebirina wê ya takekesî û totalîter jî, texrîbat û xesarên  erdhejê  yên canî û malî mezintir û berfirehtir kirine.”
 
PEYAM Û BANGÊN PARTIYÊN KURDISTANÎ
 
Lê belê li gel hemû astengiyên qanûnî û fiîlî yên Tirkiyeyê heta niha derxistin û derdixîne jî, gelê me bi hestyarî û bi lihevxwedî derketineke mezin alîkariya mexdûran dike. Li bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û li dîasporayê, me weke van partiyên ku ev daxuyanî îmze kirine û gelek partî û rêxistinên siyasî yên din, dezgehên sivîl, kesayet, şaredarî û şîrketan, ji bo alîkariya birîndar û mexdûran, xebat û kampanyayên baş pêk anîne û em pêk tînin.
 
HELWESTA HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ
 
Gelek dewletên cîhanê jî alîkariyên cur be cur digihînin deverên ku erdhej lê çêbûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li bakur û rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Sûriyeyê dimeşînin. 
 
Erdhej rûdaneke xwezayî ye, meriv nikare rê li ber bigire. Lê em dikarin bêjin ku sedemên zirarên  erdhejê ne xwezayî ne. Berhemên bêwîjdanî, berjewendîperestî, bêûsûlî, gendelî, xeletî, şaştî û bêrêgeziyên dezgehên fermî, şîrket û mirovan e. 
 
BERPIRSIYARÊ YEKEM DEWLET E
 
Lê heke di erdhejekê de zirarên canî û malî çêbûn, berpirsyarê yekem ê herî mezin,  bi hemû dezgeh û wezaretên xwe ve, bi şaredariyên xwe ve dewlet bi xwe ye.
 
Ji bo ku Tirkiye û Kurdistan bi encamên xerab ên karesata erdhejê re rû bi rû nemînin, beriya her tiştî divê gavên lezgîn ên ji bo sîstema rêveberiyên herêmî, ji bo rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaz bêne avêtin.
 
Ji bo ava kirina avahiyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke taybet a stratejîk bê avakirin.
 
Hemû tevdîr û xebatên ku ji bo avakirina bajaran û alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê ne ji bo guherandina demografiya herêmê bin. 
 
EM JI BO ALÎKARIYÊ SEFERBER BIBIN
 
Ji bo gelê me yê ku di erdhejê de mexdûr bûye, bi taybetî jî ciwanên me,  cih û warên xwe terk nekin, li ser axa xwe bimînin, koçberî çênebin, divê em xebateke mezin bihûn in. Ji bo vê jî em bangî gelên xwe, bangî hemû dezgeh û aliyên peywendîdar ên navxweyî û navneteweyî dikin, da ku em ji mexdûrên erdhejê re cih û warên ku bikaribin di şertên însanî de lê bijîn peyda bikin; em ji bo alîkarî û piştgiriya aborî û ji bo ku ji wan re kar peyda bikin, em seferber bibin. 
Divê tu kes û der û dor an jî dezgeh vê karesata erdhejê ji bo berjewendiyên xwe wek firsend bikar neyîne, mexdûriyeta gelê me îstîsmar neke, xwe ji zêdekirina kirêyên xaniyan û girankirina nirxên pêdawîsatiyan dûr bixe.
 
DIVÊ RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD Û KURDISTANÊ BÊ VEKIRIN
 
Ji bo ku derfetên heyî, di xebatên rêlibergirtina rîskên erdhejê bên kirin û bajarên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew derfetên ji bo şer û çekan têne serfkirin bên rawestandin, dawî li şer bê anîn; divê daxwazên lezgîn ên miletê kurd bên qebûlkirin û bi awayên siyasî û demokratîk rêya çareseriya pirsgirêka kurd û Kurdistanê bê vekirin.
Dewleta Tirkiyeyê divê bizane ku dê nikaribe bi ragihandina rewşa awarte, ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne da ku rê li ber xebatên alîkarî û piştgiriya mexdûrên erdhejê bigire, da ku rê li ber doza azadiya Kurdistanê û doza azadî, demokrasî, wekhevî  û edaletê ya li Tirkiyeyê bigire.
 
BANG LI GEL Û HIKÛMETA KURDISTANÊ KIRIN
 
Em bangî gelên xwe, bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, hemû dezgeh, partî û kesayetên kurd û kurdistanî û hemû dostên kurdan dikin da ku, em di xebata gihandina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê de berdewam bin, em wan bi tenê nehêlin, em xwedî li hev derkevin.
 
Helbet ku barê karesatên bi vî rengî, dikare bi derfetên dewletan û bi alîkariyên navdewletî bêne hilgirtin. Ji ber vê rastiyê jî, em bangî rayedarên Tirkiyeyê dikin da ku rê li ber alîkariyên dezgehên sivîl û yên dewletan negirin û beriya her tiştî berpirsyariyên xwe yên dewletî bi cih bînin. 
 
Heta ku çareseriyên mayînde bên bicihanîn, di demeke herî kurt de divê pêwîstiyên mexdûran ên  lezgîn, ên wek alîkariyên aborî, konên zivistanê, konteyner û cihên ku lê bimînin, cil û bergên zivistanê, sobeyên cur bi cur, êzing, komir, erzaq, av, derman, pêwîstiyên zarok û jinan, nivîn û betaniyeyan temîn bikin. 
 
BANG LI SAZIYÊN CÎHANÊ HAT KIRIN
 
Bêyî şik, wek her bûyereke xwezayî, civakî, siyasî de di vê erdhejê de jî mexdûrên herî mezin jin, zarok, astengdar û kesên temen dirêj in. Ji ber vê rastiyê jî divê di vê erdhejê de,  ji bo telafîkirina mexdûriyeta van her çar beşên civatê bernameyeke taybet bê lidarxistin. Bi taybetî jî divê hemû xebat li ser esasê cudakariya pozîtîf a jinan bêne hûnandin.
Em bangî hemî dezgehên navneteweyî, Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (YE) dikin, da ku alîkariyên pêwîst û berfireh bikin û ji bo ku Tirkiyeyê der barê alîkariya mexdûran de xebatên bi lez û berhemdar pêk bîne, diyalogeke xurt pêk bînin.”
 

Sernavên din

25/02/2023
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin