Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e

  • rojane
  • 09:01 24 Sibat 2023
  • |
ŞIRNEX - Sê hevreyên hev Nûrî Ari, Ramazan Ozyîgît û Abdullah Oflas ku 30 sal berê hatibûn girtin û bi hev re hatin berdan diyar kirin ku girtîgeh bi pergaleke taybet tên birêvebirin û wiha gotin: "Êrişên wan ên li ser girtîgehan hene lê li hemberî vê berxwedan jî heye. Jixwe tişta ku girtiyan nêzî azadiyê dike jî ev berxwedane ye."  
 
Di sala 1992'an de li gundê Xirabêşeref ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê 7 kes di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û piştre jî bi îddaya "Yekitî û yekpareyiya dewletê xera kirine" hatibûn girtin. 7 kesên ku hatibûn girtin bi darvekirinê hatibûn cezakirin. Piştî ku ceza hatibû xerakirin, li her 7 kesan bi giştî 210 sal cezayê girtîgehê (her yek 30 sal) hatibû birîn. Ji her 7 kesan Suleyman Sungur di sala 2014'an de li girtîgehê û Ramazan Ozalp piştî ji ber nexweşiya xwe ya giran hatibû berdan bi 3 mehan jiyana xwe ji dest dabûn. 5 kesên din jî li girtîgehên cuda hatibûn girtin. Ji wan Nurî Ari û Abdullah Oflas di 12'ê sibatê de ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê û Ramazan Babayîgît jî di 6'ê sibatê de ji Girtîgeha Wanê hatin berdan. Her sê hevreyên hev ku di heman rojê de hatibûn girtin, dîsa di heman rojê hatin berdan. 
 
Ari, Ozyîgît û Oflas der barê serboriya xwe ya 30 salan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
'TECRÎD HEYE LÊ TEKOŞÎNEKE MEZIN JÎ HEYE'
 
Ji girtiyan Nurî Ari ku di 19 saliya xwe de hatiye girtin û di 50 saliya xwe de ji girtîgehê derketiye got ku di girtîgehan de tecrîdeke girankirî heye, lê li dijî vê jî tekoşîneke mezin heye. Ari bilêv kir ku ji ber ku gotine "em kurd in û nasnameya me jî heye" hatine girtin û wiha behsa pirsgirêkên li girtîgehan kir: "Ji ber vê em 30 salan di girtîgehê de man. Di van 30 salan de em li Xarpêt, Gîresûn, Sêrt û herî dawî jî li Îzmîrê man. Rewşa girtîgehan xuya bû. Li gorî salên berê û niha ew pêkanîn zêdetir bûne. Gelek pirsgirêk hene, zext û zordarî zêde bûn. Ji ber van êrîşan gelek hevalên me yên nexweş nedihatin tedawîkirin û şehîd ketin. Di pêvajoya pandemiyê de pirsgirêkên girtîgehan gihîştin asta herî jor. Gelek pirsgirêkên tendûristiyê çêbûn û nexweş nehatin tedawîkirin. Lê piştî pandemiyê jî ew tecrîda li ser girtîgehan zêde bû. Ji bo tedawikirina girtiyên nexweş, hewledanek yan jî eleqeyek tune bû. Mantiqê wan ê tedawîkirinê tenê lê dinêriyan û piştre dişandin girtîgehê. Qadên hevpar jî rakirin û têkiliya me ya bi qawîşên din re jî qut kirin. Di girtîgehê de pirsgirêka herî girîng jî ew bû ku her tiştî dikirin mijara disîplînê. Yan jî cezayê hucreyê didin girtiyan. Li gorî qanûna ku nû derxistine jî girtiyên ku cezayê disîplînê girtine nayên berdan. Ji 6 mehan heta salekê cezayê wan dirêj dikin. Bi van kirinan dixwazin ku hevalên girtî her tim di bin çewisandinekê de bin û ji aliyê derûnî ve bandoreke nebaş li wan bikin."
 
Ari wiha domand: "Lê girtîgeh di dîrokê de heta niha têdikoşin. Berxwedana wan her tim hebû û her tim jî berdewam dike. Rixmî ev qas astengî û pêkanînan jî hevalên girtî ji nasnameya xwe û vîna xwe tawiz nadin. Hevalên girtî tu caran neketine rewşeke wisa ku ji sekna xwe de tawiz bidin. Nasnameya xwe û vîna xwe diparêzin. Lê belê rewşa ji derve herî zêde bandorê li ser girtîgehan dike. Êrîşên wan ê li ser girtîgehan hene, lê hemberî vê berxwedan jî heye. Jixwe tişta ku wan nêzî azadiyê dike jî ev berxwedan e."
 
'WEKE KEŞFKIRINA DINYAYEKE NÛ YE'
 
Ari anî ziman ku di girtîgehê tişta ku herî zêde mirov bi hêz dike hêviya ji bo azadiyê ye û ev tişt gotin: "30 sal gelek in, lê tişta girîng ew e ku mirov hêviyên xwe wenda neke. Di van 30 salan de tişta ku em li ser pêyan girtin hêvî bû. Gelek nexweşî û astengî çêbûn, lê belê me rojekî mêze kir ku 30 salên me qediyane. Dema ku em derketin jî tişta ku me hîs kir, mirov nikare bi gotinan pênase bike. Di 30 salan de nîvê emrê mirov derbas dibe û di hestên mirov de qutbûnek çêdibe. Wexta ku mirov ji girtîgehê nû derdikeve jî di mirov de hesteke cuda çêdibe. Weke ku mirov jinûve çêdibe, weke ku jiyan guherîbe, mirov hîs dike. Ev hîs weke keşfkirina dinyayeke nû ye. Di mirov de hesteke wiha çêdibe. Her tişt ji mirov re nû tê. Tişta herî xweş jî ew e ku mirov careke din vedigere ser axa xwe, welatê xwe. Mirov wan şopên xwe yên berê dibîne û careke din mirov jîn dibe. Ev mirov jinûve hînî jiyanê dike. Ez keyfxweş im ku careke din vegeriyam welatê xwe, lê hê neelimîme jiyana derve."
 
'DI GIRTÎGEHÊ DE 13 NEXWEŞÎ LI MIN PEYDA BÛN'
 
Ramazan Ozyîgît jî ku di 46 saliya xwe hat girtin û di 76 saliya xwe ji girtîgehê derket diyar kir ku girtîgeh bi pergaleke taybet tên birêvebirin û ev tişt gotin: "Dema em hatin girtin, em birin Elazîzê û ji wir jî em birin Ordûyê û ji wir jî em birin Gîresûnê. Di her girtîgehê de pergala dewletê heman pergal bû. Em bibirana kîjan girtîgehê pergal heman pergal bû. Di her girtîgehê de zehmetî bû. Lê zehmetiyên Girtîgeha Elazîzê zêdetir bûn. Roja ewil ku ez hatime girtin jî poşmantî li min ferz kirin. Ez di van 30 salan de li 10 girtîgehan de mam. Nexweşiyên min zêde hebûn. Di wan 30 salan de 13 nexweşî li min peyda bûn. Ez ji dilê xwe emeliyat bûm, ji gurçika xwe ya çepê emelîyat bûme. Lê tu caran em bi awayekî baş nehatin tedawîkirin. Her carê em paşguh dikirin û ji me re digotin, 'dema hûn derketin herin nexweşxaneyê.' Lê tevî vê jî xiyanetê li mirovan ferz dikirin. Poşmanîtiyê li mirov ferz dikirin. Qawişên wan weke hucreyan e. Ji 5-6 metreyan pêk tên. Di van 30 salan de min gelek zehmetî kişandin. Guhê min jî bi zanebûn ker kirin. Di Girtîgeha Dîlokê de ez birim nexweşxaneyê û ez sewqî Amedê kirim, lê ez nebirim û guhê min ker kirin. Ez nehatim tedawîkirin. Dema em dibirin nexweşxaneyê jî10 leşker bi me re dihatin û nedihiştin ku bijîşk me tedawî bikin. Her carê xwîna me digirtin û em dişandin girtîgehê. Pergala girtîgehê ruhê mirov dirizîne. Pergaleke wiha dane çêkirin. Bi vî şêwazî dixwestin me teslîm bigirin. Lê negîhiştin armanca xwe. Mirov carekê tê ser rûyê erdê. Lê dema ez berdam weke ku ez careke din hatim ser dinê, min wisa hîs kir. Dema ez hatim gund min tu der nas nekirin."
 
'WEKE KU MIROV JI BIN ERDÊ DERKEVE Û LI SER ERDÊ BIKEVE' 
 
Ji girtiyan Adullah Oflas ku di 45 saliya xwe de hatiye girtin û di 75 saliya xwe de hatiye berdan da zanîn ku di girtîgehan de mafên tendûristiyê yên herî bingehîn tên binpêkirin û wiha got: "Îşkenceya ku me di Girtîgeha Elazîzê de dit, me li tu deran nedît. Di van 30 salan de me gelek zehmetî kişandin. Girtina me jî ji ber kurdbûna me bû. Ji ber ku me got, 'em kurd in' em hatin girtin. Dema di girtîgehê de krîzê li dilê min xist, ez 3 salan bêruh mam. Ez du caran ji çavên xwe emeliyat bûm. Çavê min nerihet bû, ez birim ser bijîşk û bijîşk ji min re got, 'te derb xwariye.' Min jê re got, 'erê lê tu min tedawî nakî.' Bi rastî jî ez tedawî nekirim."
 
Oflas di dawiya axaftina xwe de got: "Wexta mirov ji girtîgehê derdikeve û hevalên xwe li pey xwe dihêle weke ku mirov derneketibe. Dema ku hin kes derdikevin û hin kes dimînin mirov xemgîn dibe û weke nîvazad be xwe hîs dike. Ez li derve tiştekî hîs nakim. Gundê ku ez lê ji dayik bûm û mezin bûm min ew nas nekir. Weke ku mirovek ji binê erdê derkeve û li ser erdê bikeve wisa hîs dikim. Birayê xwe û biraziyê xwe nas nakim. Ji ber wê, piştî 30 salan derketina min a ji girtîgehê di min de hîseke mezin çênekir." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

25/02/2023
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir