Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin

  • rojane
  • 10:12 24 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku divê piştevaniya piştî erdhejê derketî holê veguhere rêxistiniyeke mezin û wiha got: “Heke em pêşî li ber planên xêrnexwaz negirin, dibe ku hem çand û hem jî nifûsa bajaran bi tevahî biguhere.” 
 
Xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmî ve hatiye avakirin ên li herêmên erdhejê bênavber didomin. HDP, li rexekî tora piştevaniyê birêxistin dike û li rexa din jî tevî hemû astangiyên dewletê jî alîkariyê digihîne gundên herî dûr jî. 
 
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî di çarçoveya alîkarî û piştevaniyê de bajar bi bajar digerin. Herî dawî jî Sancar çû serdana mexdûrên erdhejê yên Mereşê. Sancar, geşedanên dawî lêkolîn kir û li xelkê guhdar kir.  Sancar têkildarî serdana dawî bo ajansa me axivî. 
 
'DI BINGEHA HILWEŞÎNÊ DE ÎKTÎDAR HEYE’
 
Sancar, diyar kir ku li hemû bajaran wêraniyeke mezin çêbûye û wiha got: “Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî pêdiviyên gel nehatine bicihanîn. Sedema bingehîn a vê wêraniyê, polîtîkayên rantê yên îktîdarê ne. Îktîdar çiqas hewl bide vê veşêre jî hemû kes dibîne. Polîtîkayeke li ser bingeha nelirêtî, nekontrolkirin û rantê hatiye avakirin heye. Bi sala ye rantekî mezin xwarin.”
 
DÎMENÊ RANT, NELIRÊTÎ Û BERTÎLÊ
 
Bi domdarî Sancar diyar kir ku dereng destpêkirina xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kir ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe û wiha domand: “Xizmetên lêgerîn-rizgarkirin û alîkariya lezgîn dereng dest pê kirin û vê jî kir ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. 72 saetên destpêkê pir girîng in. Tirkiye welatê erdhejan e û piştî 1999’an her kesî bi vê dizanî. Lê mixabin ku di 72 saetên ewilî hema hema tu tiştek nekirin. Sedema bingehîn a ewqas qurbaniyan ev mudaxaleya dereng e. Heke xebat bihatina koordînekirin, destê xwe lez bigirtina, hemû derfetên cemaweriyê bihatina seferberkirin û hemû dilxwaz bi lez û bez veguhestina herêmê dê ewqas kes nemiribûna. Lê yek ji van nehate kirin. Ev hilweşîn, wêneyê polîtîkayên nelirêtî, bertîl û rantê ye. Û ev kavil bi ser gel de hatin xwarê.” 
 
KOÇBERKIRIN Û VALAKIRINA HERÊMÊ
 
Di berdewamê de Sancar bal kişand ser polîtîkaya koçberkirin û valakirina herêmê û ev nirxandin kir: “Xebatên li dijî vê polîtîkayê ji bo pêşerojê girîng in. Di rojên pêş de dê yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ev mijar be. Gelek kes neçar man ku ji herêmên xwe koçber bibin. Nedixwestin lê ji neçarî terka xaka xwe kirin. Heke em vê rewşê neşopînin û rê li ber kesên planên xêrnexwaz çêdikin negirin dê hem çand û hem jî nifûsa van bajaran biguhere. Avakirina bajaran tenê înşaet nînin. Divê li gorî rabûrdû, çanda xwe bên avakirin. Divê ev kar bo dewlet û îktîdarê neyê hiştin.” 
 
'PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE’
 
Sancar, axaftina xwe wiha qedand: “Aliyekî êş û wêranî û li hêla din jî piştevanî heye. Li her bajarê ez lê geriyam min piştevaniyeke mezin dît û divê em vê piştevaniyê hîn xurtir bikin. Polîtîkaya talanê bi xwe re hilweşîneke mezin anî û piştî vê hilweşînê jî hewl didin planên talan û rantê pêş bixin. Ji bo pêşîlêgirtina vê hewcehî bi tora piştevaniyê heye. Gelek derdorên cuda li navendên piştevaniyê kedeke pîroz didin. Lê hewceye hemû navendên piştevaniyê yên li Tirkiyeyê bên birêxistinkirin da ku hemû bi hev re koordîne bin. Ji ewil tîmên partiya me li qadan bûn. Ked û daxwazeke mezin heye lê divê ji vir û şûnde xebatên avakirina bajaran bên şopandin û arastekirin.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Yusra Batihan

Sernavên din

25/02/2023
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir