Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?

  • rojane
  • 10:54 26 Sibat 2023
  • |
img
HATAY - Navçeya Antakyayê di erdhejên Mereşê de wêran bû. Ji bo rakirina kavilan, li ser Cadeya Kurtuluşê rê hatiye vekirin û şêniyên navçeyê dibêjin ku hêj kesekî xwe negihandiye kolanên teng ên navçeyê. 
 
Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de û di erdhejên Defne û Samandagê yên Hatayê de navçeya Antakya ya Hatayê ji sedî 90 hilweşiya. Ji Taxa Sumerlerê ya Antakyayê heta Taxa Balikçilarê, bi dirêjiya 2 kîlomtetreyan a Cadeya Kurtuluşê kavil tên rakirin, rê hatiye vekirin. Lê belê hêj gelek taxên ku kolanên wan teng hene ku kesekî xwe negihandiyê û kavilên wan nehatine rakirin. Tê gotin ku di bin van kavilan de hêj gelek kes hene. 
 
JI SEDÎ 90 HILWEŞIYA 
 
Ji mexdûrên erdhejê Yûsûf Tahiroglû da zanîn ku tevahiya mal û kargehên li rexên rast û çepê yên Cadeya Kurtuluşê hilweşiyane û wiha balkişand ser rola mitehitan: “Xeletiya mitehitan jî heye. Hat gotin ku ‘ev herêm ji bo veguherîna bajar cihên xetere ne.’ Hinek partiyên siyasî, gel sor kir û ev biryar betal kirin. Gelemperiya taxên biryar ji bo wan hatibû dayîn hilweşiyan. Xelk di bin kavilan de ma. Di erdhejê de deverên dîrokî yên weke Habîb-î Neccar, Mizgefta Ulu û hemamên dîrokî jî hilweşiyan. Yek mizgefta saxlem nema ye. Mînareyên wan hilweşiyan. Gelemperiya dikanên Uzunçarşiyê hilweşiyan. Malên Antakyaya Kevin, gelek avahiyên bitescîl hilweşiyan. Avahiya meclisa kevin û avahiya walîtiyê jî êdî nema dikarin bên bikaranîn.” 
 
'DIVÊ LI KOLANÊN TENG BÊ NIHÊRTIN’ 
 
Bi domdarî Tahîroglû ev tişt anî ziman: “Hêj niha jî milet di bin kavilan de ye. Cihên ku makîneyên kar lê derbas dibin nebawerim kesek di bin kavilan de hebe. Lê belê makîneyên kar nikarin bikevin cihên malên kevin û deverên li herêmên Dutdîbî û Affanê ku kolanên wan teng in. Heke tîmên AFAD’ê çavekî li wan deveran bigerînin û bêhna cesedan bê, ev tê wê wateyê ku hêj li wir cesed hene. Ricaya min ji rayedaran ew e ku li wan deveran binêrin.”
 
'AVAHIYÊN BITESCÎL JÎ HILWEŞIYAN’
 
Mexdûrê erdhejê yê bi navê Osman Araci ku hewl dide alavên xwe yên saxlem ên li ser Cadeya Kurtuluşê berhev bike jî da zanîn ku cadeya navborî ji Serdema Romayiyan heta niha xwe li ser pêyan girtiye. Araci, wiha domand: “Cadeya Kurtuluşê li cîhanê weke yekemîn cadeya hatiye ronîkirin tê zanîn. Malên ku destdayîna wan jî qedexe yên Antakyayê, li ser vê cadeyê ne. Ji sedî 90’î avahiyên li vir hilweşiyayîn, avahiyên bitescîl in. Tevahiya avahiyên Antakyayê hilweşiyan. Hinek dever hene ku ev 20 roj in hêj dest jî nedayînê. Haya tu kesî ji avahiyên li kolanên navberê, li deverên dûr ên Antakyayê, li kolanên jêdera wan tune û kolanên teng nîne. Heta niha tenê mudaxaleyî cihên betonarme kirine. Ji bilî vê dest nedane tu deverên din.” 
 
'KESÊN WINDA HENE’
 
Araci, diyar kir ku her ku ber bi deverên çiyayî ve diçin hilweşîn jî kêm dibe û wiha bi dawî kir: “Ji bilî wê, gelemperiya malên li vê herêmê 2-3 qat in. Tu mudaxale li van malan nekirin. Li vir li malên 5 qat dinêrin. Min ji wî avahiyê hilweşiyayî hevlingê xwe, hevjîna wî û keça wan derxistin lê kurê wan winda ye. Ji zarokê li heman malê dima em tu agahiyan nagirin.” 
 
MA / Mujdat Can-Azad Altay
 

Sernavên din

28/02/2023
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû