Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!

img
DÎLOK - Mexdûrê erdhejê Halî Yalvaç ku biraziyê xwe winda kir û hevjîna wî birîndar bû, diyar kir ku qeymeqamê Nûrdagiyê hatiye ba wan û pirsa “Ev çi bêhne tê” kiriye. Yalvaç, got ku kurê wî wiha bersiv da ye: “Ev bêhn ji min tê qeymeqam beg. Av tune ye, serşûştin tune ye, tiştek tune ye.” 
 
Li gundên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê gelek avahî di erdhejê de hilweşiyan, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û kavilên avahiyan hêj li şûna xwe ne. Xelkê gundan jî terkî qedera xwe hatiye kirin. Roja 25’emîn a erdhejê ye lê hêj jî pirsgirêkên av, ceyran û xurekan heye. Yek ji van gunda jî Îçerîsu yê Nûrdagiyê ye. 474 kes li gund dijiyan û di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelemperiya gund jî di nava kavilan de ye. Xelkê gund, bi saya piştevaniya dilxwazan xwe li ser pêyan digire. 
 
BIRAZIYÊ XWE WINDA KIR 
 
Ji şêniyên gund Halîl Yalvaç, da zanîn ku di erdhejê de cenazeyê biraziyê xwe yê biçûk bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistine. Yalvaç, diyar kir ku di erdhejê de avahiyê wî jî bi temamî hilweşiyaye û wiha got: “Hevjîna min jî di bin kavilan de ma û birîndar bû. Dîwar bi ser de wergeriya bû. Kurê min bi hêza xwe dîwar rakiribû û hevjîna min ji wir derxist. Ji ber xetereya ku ji hundirê wê xwîn here, 12 rojan li nexweşxaneyê ma. Hevjîn û zarokên min niha li cem keça min a li gundê Hacikopru ya Dîlokê dimînin. Min nekarî bînim vê derê ji ber ku cihekî lê bimînin tune ye. Em nikarin rakevin. Hewl didin birînên xwe derman bikin.” 
 
‘EZ NE DÎN LÊ MEXDÛRÊ ERDHEJÊ ME’
 
Bi domdarî Yalvaç destnîşan kir ku piştî erdhejê hewl didin bi derfetên xwe bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mala me hilweşiya û tenê kevçiyeke çayê jî bi me re tune bû. Dema em ji avahî derketin tiştek li ser me nebû û rojekê pêxas geriyam. Kesekê xêxwaz şimikek da min, kesekê din jî sakoyek da. Dema sako dida min got; ‘Tu çima di vê sermayê de wiha tazî digerî, ma tu yê dînî.’ Min jî jê re got; ‘ez ne dîn im lê mexdûrê erdhejê me.’ Min hefteyekê nekarî kon peyda bikim. Konteynireke min hebû. Lê li gundê me 3 kesên astengdar hebûn û min jî da wan. Lewma tevî zarokên xwe di wesayîtê de mam.” 
 
‘RAYEDARÊN DEWLETÊ ALÎKARÎ NEDAN ME’
 
Di berdewamê de Yalvaç anî ziman ku ji bilî şêniyên gund û dilxwazên HDP û CHP’î, tu kesî alîkarî nedaye wan û wiha pê de çû: “Heta niha jî rayedarên dewletê tu alîkarî nedaye me. Heta ji bo rakirina kavilan jî nehatin. Lê gel alîkariyeke mezin da. Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko li avahiyê me nihêrt û ez hembêz kirim. Ez jî di wê navberê de giriyam. Gelek spasiya dilxwazên HDP’î yên ji Şirnexê hatibûn dikim. Wan di roja duyemîn de xwe gihandin vê derê. Her 2-3 rojan carekê hatin cem me, ji me pirsa pêdiviyan kir. Reng û zimanê vê yekê nîne.” 
 
AXAFTINA DI NAVBERA WAN Û QEYMEQAM DE
 
Yalvaç, anî ziman ku hefteyek piştre qeymeqamê navçeyê (Sînan Korkmaz) hatiye gundê wan û wiha qala axaftina di navbera wan û qeymeqam de kir: “Çawa ku hate vê derê got; ‘bêhnek ji vê derê tê.’ Kurê min jî jê re got; ‘Ew bêhn ji min tê qeymeqam beg. Av tune ye, serşûştin tune ye, tiştek tune ye û bêhn ji min tê.’ Her wiha Heyva Sor a me ya pîroz kon firotine Ahbap a Haluk Levent. Qaşo hevalên rojên giran in. Hêj niha jî gelek deverên Semsûr û Hatayê kon nehatine dayîn. Hinek bi derfetên xwe çêdikin. Diviya heta niha xwe bigihandina her derê. Em van tiştan heq nakin. Li hêla din hejmara kesên li Nûrdagiyê jiyana xwe ji dest dayîn, ji reqemên tên gotin pir zêdetir e. Ev yek qeder nîne. Me ev erdhej jiya lê bila êdî kesek nejî.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

05/03/2023
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da