Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin

  • jin
  • 09:01 4 Adar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê ji ber ku ku gotin desthilat divê ne ji bo şer, ji bo herêmên erdhêjê seferber bibe, ketin ber lêpirsînê. Dayikan destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê her tim doza aştî û piştevaniyê bikin. 
 
Di 6'ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kiribûn û di ser 45 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn. Lê Tirkiyeyê tevî vê yekê jî êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandibûn. 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê jî bertek nîşanî vê yekê dabûn û gotibûn ku desthilat ne ji bo şer, ji bo herêmên erdhêjê seferber bibe. Ji ber vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê der barê Dayikên Aşitiyê Emîne Ozek, Behiye Nayir, Emine Alkiş, Zeynep Begenir û Nuriye Atmişê de bi îddiaya "Agahiyên derew belav kirine" lêpirsîn da destpêkirin û ji bo îfadê gazî wan kir. Dayikên ku der heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, ew ê her tim li dijî şer doz aaştiyê bikin. 
 
'DIXWAZIN ME ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'
 
Ji dayikan Emîne Ozekê bi lêv kir ku rabûne li ber şer ne sûc e û got ku dewlet hem wan dikuje, hem digire û hem jî lêpirsînan dide destpêkirin. Ozekê wiha axivî: "Me beriya niha li ser şer hevpeyvinek dabû û me gotibû ku pereyê ku didin şer bila ji herêmên erdhêjê re bên şandin. Ev qeder bû, lê divê ku tevdîr bihatana girtin. Kesên ku bi hawara wan çûn jî nehiştin ku alikariya wan bikin. Me jî ji bo em bertek nîşanî vê rewşê bidin me hevpeyvînek da. Piştre emnîyetê ji bo îfadeyê gazî me kir."
 
Ozekê wiha domand: "Ew tiştên ku me gotin anîn danîn pêşiya me. Me ji wan re got, 'heta îro jî cenazeyên gel di bin kavilên avahiyan de ne, divê alîkarî ji van mirovan re biçe.' Lê ew ji me re dibêjin, 'hûn çima wiha dibêjin?' Bi vî rengî dixwazin gel çavtirsandî bikin û kes ji mala xwe de dernekeve û her kes xwe bêdeng bike. Em jî dibêjin 'edelet û aşitî.' Îro hemû mafên mirovahiyê tên binpêkirin. Heger binpêkirina mafên mirovahiyê hebe, em dayik helbet dê bertek nîşan bidin. Em dayik li ser pêyan e û çi ji me bê xwestin em ê bikin. Heta dawiyê em ê li dijî van pêkanîna li ber xwe bidin. Dixwazin çavê me çavtirsandî bikin. Lê em natirsin. Ji her rojê bêtirê divê em îro di nava piştevaniyê de bin û dengê derxinin. Hem me dikujin, hem me digirin û hem jî der heqê me de lêpirsînan vedikin. Em vê qebûl nakin." 
 
EM Ê HER BIBÊJIN AŞTÎ'
 
Dayik Behiya Nayirê jî diyar kir ku heta ku aştiyeke mayinde neyê welêt ew ê her bitêkoşin û wiha axivî:" Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Em dixwazin aramî bê Tirkiyeyê. Dema ev karesat çêbû xwedê negot, 'ev kurd e, ev tirk e, ev ereb e.' Bi yek carê de hilweşand. Me xwest ku dewlet demildest bi hawara wan mirovan de biçe. Em dixwazin ku niha jî gelê me hemû destê xwe bidin hev û gelê me ji vê karesatê rizgar bikin. Îro dora wan bû, dibe ku sibê dora me be. Ji ber wê divê em piştevaniya hev bikin. Me got, 'bila şer bisekine.' Lê rabûn li ser me doz vekirin. Leşker jî zarokên me ne. Me got, 'bila dewlet bi hawara wan kesan de biçûya. Sê rojan dewlet bi hawara wan de neçû. Hger biçûya ev qas mirov nedimirin. Bila her kes seferber bibe.' Ji ber ku me ev got der heqê me de lêpirsîn hat vekirin. Em naxwazin tu kes bimire. Em li dijî her cureyê kuştinê ne. Em dixwazin ku her kes destê xwe bide mexdûrên erdhêjê û alîkariya wan bike. Ger dîsa jî der barê me de dozê vekin, em ê bibêjin aştî û piştevanî. Em dibêjin aştî ji me re dikin sûc. Me tu sûc nekiriye. Em naxwazin ne leşker ne polîs bên kuştin. Em naxwazin ku kuştin û girtin çêbibe. Em aştiyê dixwazin."
 
'EM QEBÛL NAKIN'
 
Ji dayikan Emîne Alkişê jî got ku daxwaza ji bo aştiyê li tu derî ne sûc e û ev tişt gotin: "Em Dayikên Aştiyê ne, dilê me dişewite. Me ji bo heremên erdhêjê alîkarî kom kir û bang li hemû dinyayê kir ku bi hawara herêmên erdhêjê ve biçin. Em ji her derê re aştiyê dixwazin. Çavê me li aştiyê ye. Li ser me doz vekirin, em vê qebûl nakin. Çimkî em dayik in. Ji min re gotin, 'te gotiye gelê kurd çûye alikariyê.' Min got, 'ez heman tiştî li vir jî dibêjim kurd çûn bi hawara wan de, ji ber ku gelê kurd mêvanperwer e û rihma wî heye.'"
 
 
 

Sernavên din

05/03/2023
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe