Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin

img

MELETÎ - Ermenî û suryaniyên ku li Meletiyê malê wan hilweşiyan koç dikin. Yûsûf Bayyîgît ê suryanî ku xaka xwe terk nekiriye li dijî koçê banga avakirinê kir.    

 
Erdhejên ku di 6'ê sibatê de li Gurgumê pêk hatin bandoreke zêde li taxên Çavûşoglû û Salkopru yên navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê kirin û bûn sedema hilweşandina gelek avahiyan. Ji ber erdhejê ji sedî 80'yê taxan bûye kavil û makîneyên kar li her du taxan kavilan radikin. Ji hêlekê ve jî niştecihên taxê hewl didin amûrên xwe yên di nav kavilan de rizgar bikin. Ji ber vê rewşê piraniya kuçe û taxan ji çûn û hatina mirovan re hatine girtin. Li taxa Çavûşoglû mizgeft û dêrên taxê jî xesarên mezin li wan ketine. 
 
JI OSMANIYAN HETA NIHA 
 
Di sala 1516'an de dema ku Meletî ket bin serweriya Osmaniyan taxa Çavûşoglû weke taxa "kafiran" dihat binavkirin. Heta salên 1970'yan jî li taxê piranî ermenî, suryanî û elewî dijiyan. Lê bi demê re ev pir bawerî li taxê xera bû. Di sala 1974'an de dema ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Qibrisê "Tevgera Aştiyê" hat destpêkirin li Meletiyê li dijî kesên ne misilman zext zêde bûn. Ji ber vê zextê piraniya ermeniyan neçar man ku ji bajar koç bikin. Di darbeya 12'ê Îlonê ya 1980 de weke li gelek herêman li Meletiyê jî kesên ji baweriyên cuda hedef hatin girtin û ji ber vê sedemê jî gelek kesan ji bajar koç kirin. 
 
Ermeniyên li taxa Çavûşoglû, destnîşan kirin ku mala rojnameger Hrant Dînk lê hatiye dinyayê beriya du salan ji aliyê mutehîtan ve hatiye hilweşandin û tê xwestin ku bîra bajar ji holê bê rakirin. 
 
Lê tevî van hemû zehmetiyan jî hin kesên ji baweriyên cuda ku terka bajar nekiribûn û li ser xaka xwe dijiyan di erdheja Gurgumê de jiyana xwe ji dest dan. Yûsûf Bayyîgît ê suryanî ku li Meletiyê dijî, diyar kir ku bi wî re 3 kesên din ên ji baweriyên cuda li bajar mane û hemû kesên din koçî bajarên cuda kirine. 
 
Dêra Taşhoran (Surp Yerrortutyun) a taxê ya 130 salî ku beriya 2 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê ve hat restorekirin jî di erdhejê de xesareke mezin gihîştê û niha nikare bê bikaranîn. Hat hînbûn ku piştî 120 salan cara yekemîn sala borî merasîma mehrbirînê hatiye kirin. Vê yekê kêfa ermeniyan anîbû û ji bo pêşerojê hêviyek mezin dabû wan. 
 
YÛSÛFÊ HEDAD BAJAR TERK NEKIR 
 
Li taxa "kafiran" a Meletiyê ku heta salên 1970 jî dengê mîna Setrak, Lusyet, Julyet, Garbîz, Kîwerk û Agog ên di lîstikên taxê de dihat bîhistin êdî nayên bihîstin. Yûsûf Bayyîgît ê suryanî ku li bajar hedadiya dike û yek ji hostayên jimar ê Polayê Damascûsê (Şam) ye mala wî hilweşiyaye û ji neçarî li dikana xwe bi cih bûye. Yûsûfê hedad dibêje ku wê heta dawî li bajar be û terka bajarê xwe neke. 
 
Yûsûfê hedad, serboriya xwe vegot û qala zehmetiyên ku ji ber erdhejê dikişînin kir û der barê rewşa wan de ev agahî dan: "Niha her yek ji me bi cihekî ve çûye. Malbata min neçar ma ku biçe Aydinê. Dîsa li vir malbatên ku me winda kir çêbûn. Li Meletiyê ji malbateke me 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Li vê taxê em nêzî 60 kesan mane. Weke malbat jî em 8 malbat ermenî û ewqas jî suryanî hene. Bi giştî nifûsa me 60 kes e. Piştî erdhejê bi min re em 3 kes mane û yên din hemû koç kirin. Ji ber ku kargeha min saxlem e ez mam. Bêguman ev starbûneke demkî ye. Nizanim ku wê ev starbûna demkî çiqas bidome. Nizanim piştî ku ev mirov vegerin wê çi bikin. Lewre ji bilî avahiyên hilweşiyane avahiyên mayî jî ne di rewşa ku mirov di wan de bimînin de ne. Bi rastî jî ev rewşeke xemgîn e. Karesata xwezayî bêyî ku cihêkariyê bike navberê bandor li herkesî kir. Niha hejmara me gelek kêm e."
 
BANGA JINÛVE AVAKIRINÊ KIR
 
 Yûsûf, got ku tevî hemû zehmetiyan jî wê terka xaka xwe neke û banga jinûve avakirinê li kesên ku koç kirine kir. 
 
MA / Dilgeş Rûvanas
 
 
 

Sernavên din

05/03/2023
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da