Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!

img
MEREŞ - Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî ku bavê wî Ahmet Duşunmez diya wî Fatma Duşunmez û xwişkên wî Hêlîn û Elçîn ên di erdheja li navenda wê Bazarcixê çêbûyî de jiyana xwe ji dest dan 27 roj in agahî nayên girtin.
 
Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ji bilî kesên ku di erdheja 6’ê sibatê ya bi pileya 7.7 pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, kesên ku jê agahî nayên bihîstin jî hene. Yek ji wan jî Mehmet Duşunmez ê 13 salî ye ku dê û bavê xwe, du xwişkên xwe yên mezin, dapîr û bapîrê xwe winda kirine ye. Malbata Duşunmez  di qata yekemîn a Bloka B a Sîteya Has El a 10 qatî ya ji du blokan pêk tê û li Xaçerêya Trabzonê ya li Taxa Bahçelîevler a navçeya navendî ya Dûlkadîroglû ya Mereşê dijiya. Di erdhejê de blokek li ser piyan ma, Bloka B ya ku galeriya otomobîlan di qata wê ya zemînê de bû ser û bin bû û hat diyarkirin ku hema hema nîvê welatiyên li 20 daîreyan dijiyan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Cenazeyên Bav Ahmet Duşunmez (49) dayik Fatma Duşunmez (43) û zarokên wan Hêlîn (22) û Elçîn (17) Duşunmez piştî roja 10’an ji bin kavilan hatin derxistin. Lê tu şopên zarokê wan Mehmet Duşunmez ê 13 salî nehat dîtin. Li avahiya ku kavilê wê bi temamî hate rakirin xal û apên Mehmet ên 24 rojan ji herêmê neçûn ji bo ji xwarzî û biraziyê xwe re agahiyekê bigirin hewl didin. 
 
Em çîroka Mehmet dema serdana gundê Xidiran ê Bazarcixê dikin ji hevala Fatma Duşunmez Yildiz Macartay hîn dibin. Macartay bi gotinên: “Fatma xwişka min hevala min hevrêya min a derdan bû. Beriya erdhejê rojekê em bi hev re bûn. Bi hevjîn û du zarokên xwe re di erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Lê em ji kurê wê Mehmet agahî nagirin” ji kesên xwedî agahî alîkarî xwestibû. Li ser vê agahiyê em gihiştin xalê Mehmet Duşunmez ê 13 salî Salman Dönek.
 
Xalê wî Salman Doneklî yê li navçeya Bazarcix a Mereşê dijî û bi xwe jî bi çend saniyeyan ji binê xirbeyan xelas bû, serpêhatiyên xwe yên ji roja destpêkê ve bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir.
 
Donek anî ziman ku piştî bilez xwe avêtin derve û malbata xwe bir cihekî ewle, hewl dan xwe bigihînin xwişka xwe Fatma Duşunmez a li Mereşê û wiha got: “Bêguman telefon nebû. Em bi lez û bez ber bi Mereşê ve ketin rê. Rê şikestibûn û dem bi dem em ji erebeyê peya dibûn û rê sererast dikirin da ku erebe derbas bibe. Ev yek bû sedema derengketina me. Dema em gihîştin wê derê, yên hatin derxistin hebûn. Bi taybetî yên li qatên jor dijîn. Bi alîkariya kesên li derdorê ji qata dehemîn heta qata şeşan dijiyan hebûn û yên bi keda xwe derdiketin jî hebûn. Di roja destpêkê de tu tîmên xelaskirinê tune bûn.” 
 
‘AFAD HAT DI DESTÊ WAN DE EKÎPMAN TUNE BÛ’
 
Salman Doneklî yê ku got ku zavayê wî ji gundê Molê Biyeyê û ew çûne gund bi hêviya ku belkî ew ji bin xirbeyan derketine û çûne gund û wiha berdewam kir: “Helbet dema ku em gihîştin Molê Biyeyê me dît ku beşeke mezin a malan hilweşiyaye û ji her alî ve dengê qêrînan tê. Ne tenê mirov, her wiha gelek heywan jî di binê xirbeyan de man. Dema em çûn mala dayika jinbira min Elîf û bavê wê Îsmaîl, me dît ku mala wan jî xera bûye. Wan jî li wir jiyana xwe ji dest dan. Piştî vî dîmenî em careke din çûn Mereşê. Me nekarî tiştekî bikin. Di roja duyemîn a erdhejê de tîmeke AFAD’ê hat. Ew sê çar kes bûn, alavên wan tune bûn. Em li wê derê bûn û me li çûna wan nihêrî. Dema em çûn cem wan û pirsîn, gotin, 'Li vir zehmet e, em diçin cihekî din'. Di roja sêyemîn a erdhejê de tîmeke din hat. Ji ber vê yekê di nava xirbeyê avahiyê de şeş an jî heft tîm guherîn. Karkerên dildar û karkerên kanzayê yên Zonguldakê jî di avahiyê de dixebitîn. Di roja dehemîn de dest bi rakirina cenazeyên xwişka min Fatma û zavayê min Ahmet kirin. Piştre xwarziyên min Hêlîn û Elçîn derxistin. Ji xwarziyê min ê 13 salî Mehmet agahî tune bû. Di roja çardemîn de min hêviya xwe birîbû, ji ber ku avahî ji sedî 90 qediya bû, heta zemîna wê çûbûn. Zarok nehate dîtin.”
 
‘ECÊB BIRIN BAJAREKÎ DIN’
 
Doneklî, bi lêv kir ku tevî ku nizanin dê çi bikin jî serî li gelek cihan dan û wiha lê zêde kir: “Em lê digerin. Em serî li gelek cihan didin ku bibînin gelo dibe ku ne li malê be yan jî dema em li pişt avahiyê bûn ji eniyê hatibin dûrxistin an na. Me wêne û agahiyên wan ji Wezareta Tenduristiyê re şandin. Hevalên li Enqereyê çûn nexweşxaneya ku zarokên bê hiş birin û ew ne li wir bû. Em çûn nexweşxaneyên li herêma Mereşê. Em li korîdoran geriyan, me li servîsan nihêrî û me nedît. Helbet kesên rewşa wan giran dişandin bajarên din, belkî Mehmet birin bajarekî din. Niha hêviya me ev e.”
 
‘HATE ÎDIAKIRIN KU KOLON HATINE BIRÎN’
 
Doneklî yê bal kişand ser îhmalên weke piştî erdhejê yên beriya erdhejê û ev tişt gotin: “Avahiya ku xwişka min ew lê dijiyan ji du blokan pêk dihat. Di her blokê de 20 daîre hebûn. Me di bin kavilê 20 daîreyan makîneyeke cilşo an jî sarincek dernakeve? Me 2-3 deriyê ji pola dîtin ew jî hatibûn perçe kirin. Her tişt herifî bû. Xwişka min ew li ser dikanê rûdiniştin. Di bin avahiyê de galeriaya otomobîlan hebû. Beriya erdhejê ez çûbûm mala xwişka xwe wan û xwişka min gotibû galeriayê kolon birine. Elbet gilî jî kirine lê tiştek nehatiye kirin. Niha kî dê hesaba vê bide.”
 
JI BO BINESAZIYA BEŞÎKTAŞÊ DIXEBITÎ
 
Doneklî wêne û dîmenên xwarziyê xwe yên di telefonê de nîşanî me dan û ev tişt got: “Gelek ji futbolê hez dikir. Ji bo bikeve binesaziya Beşîktaşê dixebitî. Beşîktaş ji ber temenê wî biçûk e sekinandibû lê piştgiriya wî dikir. Kûluba sporê dîmenên xwarziyê min parve dikir. Heta gazî stadyûma Beşîktaşê kirin, ev wêne jî ji wir e.”
 
‘JI KEREMA XWE BILA BI ME RE BIKEVIN TÊKILIYÊ’
 
Doneklî herî dawî anî ziman ku yekane hêviya wan ew e ku ji xwarziyê xwe Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahiyekê bigirin û destnîşan kir ku heke rayedar an jî personelên nexweşxaneyên ku mexdûrên erdhejê birinê di vê mijarê de xwedî agahî bin bi wan re bikevin têkiliyê. 
 
MA / Abdûrrahman Gok - Rûkiye Adiguzel
 
 

Sernavên din

05/03/2023
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe