21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû

  • rojane
  • 10:40 24 Gulan 2023
  • |
img
DÎLOK - Welatiyê bi navê Mûstafa Demîr diyar kir ku 21 sal in piştgirî dida namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan û wiha got: “Êdî guherîn şert e. Ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû.” 
 
Li Dîlokê hejmara hilbijêrên bêbiryar pir zêde ye. Welatî niha jî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji bo guherînê weke firsendekê dibînin. Welatiyên li taxên Cengîz Topel û Vatanê dijîn daxwazên xwe yên guherînê anîn ziman û gotin ku ji bo vê divê her kes biçe ser sindoqan. 
 
‘ÇÎKOLATAYA BI 2 LÎREYAN BÛYE 7 LÎRE’
 
Ji welatiyan Abdulazîz Gundor da zanîn ku dê di tûra duyemîn de dengê xwe bide namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û wiha got: “Erdogan zilmê dike û her roj zeman dike. Çîkolataya bi 2 lîreyan niha bûye 7 lîre. Me kîloya muzan bi 20 lîreyan dikirî lê niha bûye 50 lîre.” Bi domdarî Gungor bal kişand ser polîtîkayên zext û pişaftinê yên li ser kurdî û ev tişt anî ziman: “Xwedê ev ziman daye me ku bi wî zimanî biaxivîn. Em ji bilî wî zimanî tu zimanên din naxwazin. Em naxwazin tu kes neheqiyê li me bike. Daxwaza me aştî, yekitî û xwişk-biratî ye. Em zilm û neheqiyê naxwazin. Ji bo edalet, aştî, bihar û pêkvejiyanê em guherînê dixwazin. Em êdî şer naxwazin.” 
 
‘ÎKTÎDAR BI MEQERNEYÊ GEL DIXAPÎNE’
 
Fadîle Şen bi gotina “Ez bimrim jî dengê xwe nadim Erdogan” dest bi axaftina xwe dike û wiha didomîne: “Ma em ê heta kengî di bin vê zilmê de bijîn? Ev bû 4 meh bo xwe li malê digerim ku kirê bikim. Qatên jêrzemînê bûne bi 5 hezar lîreyan. AKP’ê di nava van 22 salan de tu tiştek nekir. Dê ji vir û şûnde jî neke. Ez li dengê wijdana xwe guhdar im û dê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Ma dê ev zilm heta kengî bidome? Êdî bes e, em guherînê dixwazin. Îktîdar, xelkê bi meqerne û komirê dixapîne. Ji bo ceyran, av, kirê û her tiştekî zaman dike. Ez nikarim bo xwe û zarokên xwe ne solekê û ne jî cilekî bikirim. Ma ev zilm nîne? Erdogan ji bilî kuştinê çi kiriye? Divê her kes li dijî vê zilmê rabe ser pêyan da ku em rizgar bibin. Heta ku sax bim dê têkoşîna min bidome.” 
 
‘DIVÊ PÊŞEROJEKE CIWANAN HEBE’
 
Ji welatiyan Mûstafa Ozdemîr jî diyar kir ku divê rêveberî biguhere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 20 sal êdî bes e. Yên li ser kursiyan rûniştin êdî ser hemdê xwe çûn. Divê em wan ji wir rakin. Ev hilbijartin ji bo pêşeroja me gelek girîng e. Em ciwan dixwazin êdî dahatûyeke me hebe. Kar tune ye, em bêkar in. Di halê hazir de em tu pêşerojekê bo xwe nabînin. Her tişt pir biha ye. Divê guherîn çêbibe. Lewma ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû.”
 
‘EV BÛ 21 SAL ÊDÎ GUHERÎN ŞERT E’
 
Welatiyê bi navê Mûstafa Demîr jî da zanîn ku 21 sal in piştgirî didan Erdogan û ev tişt anî ziman: “Lê ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Guherîn şert e. Ev 21 sal in em dibînin. Fiyetên par çi bûn û yên niha çi ne? Pirsgirêka debarê pir zêde ye. Lewma li welêt tu kes nikare debara xwe bike. Her pirsgirêk 5 qet zêdetir bûne. Roj bi roj rewş xerabtir dibe. Banga min ji bo hemû kesan ew e ku biçin ser sindoqê. Yên dengê xwe nedayîn divê teqez biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin. Êdî dê dubareya vê nebe. Bi fikrên yekkezî welat nayê birêvebirin.” 
 
‘DIVÊ SEROKKOMAR ÊDÎ BIÇE’
 
Gazincên Ersîn Coşkun jî ji rewşa xerab a aboriyê hebûn û wiha got: “Em dixebitin lê ma me çi ji AKP’ê dîtiye? Ev dewlet çima her tiştekî zam dike? Êdî xelk nikare debara xwe bike. Ji vê re nabe bersiv û bênavber diaxive. Tu nikarî bi 10 hezar TL’an debara xwe bikî. Tu niha nikarî bi 100 hezar lîreyan avahiyekî yan jî wesayîtekî bikirî. Êdî kesek ji 100 hezar lîreyan nabêje pere. Dixwazî mal bikirî lê niha bi 1-2 trîlyonan e. Dibêjî di kirê de rûnim lê ew jî bi 3-4 hezar lîreyan e. Gelo ma dewlet nikare pêşî li ber vê bigire? Sê zarokên min hene û nikarim debara xwe bikim. Mehane 20 hezar lîreyan lêçûnên min hene. Lê mûçeyê min 10 TL ye. Divê êdî serokkomar biçe. Erdhej çêbû û ewqas mirov mirin. Dewlet nehat, çima derneket kolanê? 3 roj piştre hat. Ji bilî Kiliçdaroglû tu çareyên me nînin. Baweriya me bi Kiliçdaroglû jî nayê lê heke li ser soza xwe bisekine dê pêşketin çêbibe. Erdogan Tirkiye wêran kir û her tişt firot.” 
 
‘XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERKEVIN’
 
Têkildarî mijarê Şadiye Çabuk jî destnîşan kir ku beriya niha dengê xwe dide Erdogan lê vê carê dê nede wî û wiha axivî: “Ji ber ku sûriyeyî bi pereyekê kêm tên xebitandin, hevjînê min kar peyda nake. Êdî guherîn şert e. Her wiha divê mafên jinan bên parastin. Divê mêr û jinên wekhev bin. Banga min ji bo hilbijêran ew e ku dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û guherînê bikin. Em diçin fêkîfiroşekî ji bo 2 poşetan 200 lîreyan didin. Ji bo vê herin ser sindoqê û li dengên xwe xwedî derkevin.” 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Bozan Yakut jî bi lêv kir ku ew di ferqê de ne ku AKP û Erdogan welêt wêran kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Ez ê di hilbijartinê de dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Em êdî guherînê dixwazin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hîle gelemperî li YSK’ê çêbûn. Cihên dengan hatin guherandin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin. Em ê heta YSK’ê biçin. Heke ji her 50 kesan yek jî xwedî li sindoqa xwe derkeve dê rewş cuda be.” 
 
 
 

Sernavên din

25/05/2023
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
14:33 Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin
14:14 Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
13:42 Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
13:33 Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin
13:10 Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin
12:39 Li Êlihê serdegirtinên malan
12:39 Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye