Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide

  • rojane
  • 09:00 25 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Koçerên ku ji bo hilbijartina serokomariyê ya tûra duyemîn bê kirin, hê neçûne zozanan bang li her kesî kirin bi berpirsiyarî tevbigerin û gotin: "Em bi hêvî ne û em ê bi ser bikevin."
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de serokkomar nehat bijartin û hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma. Hilbijartina tûra duyemîn dê di 28’ê Gulanê de bê kirin û bi milyonan hilbijêr dê tercîha serokkomar bikin. 
 
Li navçeya Hezexa Şirnexê koçerên ku her sal vê çaxê berê xwe didan zozanan lê îsal li benda hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn man e. Jinên koçer dan zanîn ku ji bo ew dengên xwe bidin hê neçûne zozanan. Jinan diyar kir ku ew heman berpirsyariyê ji hemû ciwan û jinan dixwazin ku dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. 
 
'HEKE EM DEST BIDIN HEV EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Rihan Denker (70) anî ziman ku hêviya wan heye ku dê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê biçe û wiha got: "Hêviya me ji vê hilbijartinê heye. Em ê bi ser bikevin. Heta roja dawiyê em ê bang li zarokên xwe bikin, dostên xwe bikin, gelê xwe bikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Destên xwe bidin hev êdî bes e. Zarokên me girtin, kuştin. Malên me talan kirin, şewitandin, mirovê ku dilê wan şewitî ez ji we rica dikim bes e destê xwe bidin hev û dengê xwe bidin. Ez bang li jinan dikim, li ciwanan dikim biçin ser sindoqan, xwedî li dengê xwe derbikevin. Heke ku em destê xwe bidin hev em ê bi ser bikevin." 
 
'DIVÊ HÊVIYA CIWANAN XURTTIR BE’ 
 
Halîm Ete (50) jî ji jinan û ciwanan xwest ku 28'ê Gulanê biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û û wiha axivî: "Em ê raya xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Em dixwazin ku ew bi ser bikeve. Divê ku jin û ciwan biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derbikevin û xwe nexapînin. Hêviya me xurt e, divê ku tu kes jî bêhêvî nemîne. Dilê me germ e û coşa me zêde ye. Baweriya me heye dê Erdogan biçe. Ji xwe di tûra yekemîn de çû lê bi hîleyan hilbijartin ji tûra duyemîn re hiştin. Dema Erdogan êdî nema ye. Kesê ku deng didin wî bila destê xwe deynin ser wîjdanên xwe. Em îro Erdogan bişînin ev ji me re serkeftin e. Divê ku gelê me bi tevahî rabin ser pêya û bi hev re xwedî li vê hilbijartinê derbikevin. Divê ku her bajarek, her gundek û taxek dengê xwe biparêze. Me gelek zehmetî dîtin, me gelek êş kişandin lê dîsa jî hêviya me xurt e. Heke em wek dayikên ku ewqas êş kişandin e bi hêvî bin, divê ciwan hê zêdetir bi hêvî bin. Divê ku ciwan xwe bi xîret bikin û vîna gelê xwe biparêzin. Bila kes nebêje ku wê bi raya min çi bibe? Her rayak dê dê bibe sedema guhertinê. Ji ber wê divê em dengê xwe bidin. Bila kes xwe nexapîne û dengê xwe nefiroşe.”
 
'DIVÊ YEK DENGÊ ME JÎ VALA NEÇE'
 
Fatma Ekinci (65) jî diyar kir ku mafê tu kesî nîne ku xwe bêhêvî bibe û wiha dibêje: "Divê ku gelê me xwe şaş neke. Hêviyên me hene em ê bi ser bikevin. Li ku derê rayeke me hebe divê ku bên wê raya xwe bidin. Divê ku em dengê xwe bidin da ku em ji bin vê zilmê û bindestiyê xelas bibin. Bila tenê dengek me jî vala neçe. Kesê ku xwedî wîjdan e bila raya xwe bide Kiliçdaroglû. Haya me ji dengê me hebe. Bi qeweta xwedê em ê bi ser bikevin. Serkeftin a gelê bindest û mazlûm e. Di tûra yekemîn de em bi ser jî ketin lê dengê me dizîn. Di van 21 salan de me îşkence dît, girtin, zilm û zordestî dîtin. Tişt nema ku me nedît. Ji bo wê jî em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em ê 28'ê Gulanê ji vê hişmendiya desthilatdariyê, ji zilmkar û xiyanetkaran hesab bipirsin. Jin, ciwan, pîr li ku bin divê bên dengê xwe bidin da ku ev zilm xelas bibe." 
 
'EZ Ê BI HEMAN KELECANÊ DENGÊ XWE BIDIM’ 
 
Asya Elçîçek (68) jî bi lêv kir ku her dengê ku bê dayîn xwedî girîngiyeke mezin e û got: "Di van 21 salan de me zilma wan dît, zordariya wan dît. Gundê me şewitandin, çiyayên me xera kirin û şewitandin. Zarokên me kurdan nehiştin. Tişt nema ku neanîn serê me. Em ê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Ji bo siberojek bi aram em ê dengê xwe bidin. Em ê bi ser bikevin. Em bi bawerin dê zarokên me yên girtîgehan, li sirgûnê ne vegerin malên xwe. Ev desthilatdar diz e. Ji ber wê têk biçe jî jî qebûl nake. Her kes bila biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Em dixwazin ku ev xwîn bisekine û aramî bê welat. Di 14'ê Gulanê de jî ez li zozanan bûm û çend deqîqe mabû ku hilbijartin biqede, lê ez gihiştim û min dengê xwe da. Ez ê vê carê jî dengê xwe bi heman kelecanê bidim.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/05/2023
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
14:33 Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin
14:14 Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
13:42 Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
13:33 Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin
13:10 Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin
12:39 Li Êlihê serdegirtinên malan
12:39 Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye