Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome

  • rojane
  • 11:33 25 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL – Tevî bertekên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan jî rewşa “incommunicado (agahînegirtina mutleq” a li Îmraliyê didome. Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 27 meh in tu agahî nayên girtin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê rojê ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlehiya bilind di nav şertên tecrîda girankirî de tê ragirtin. Her wiha Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî li cem Ocalan tên ragirtin. Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên cem wî 27 meh li pey xwe hişt.
 
Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîdkirin û agahînehgirtina ji Ocalan çalakiya grevabirçîbûnê hatibû destpêkirin û paşê çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû. Di encama çalakî û nerazîbûna gelê kurd û dostên wan de di gulana 2019’an de parêzerên Ocalan hevdîtina “awarte” pêk anîn. Lê balkêşe ji bilî vê hevdîtina “awarte” ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve destûra parêzerên Ocalan nayê dayîn ku biçin hevdîtinê. Temas ango hevdîtina herî dawî li gel Ocalan pêk hat di 25’ê Adara 2021’an de ye. Birayê wî Mehmet Ocalan, li Dadgeha Rihayê bi telefonê li gel Abdullah Ocalan pêwendî danî. Lê balkêş e ku hevdîtin di nîvî de qut bû. Ji wê rojê ve destûr nayê dayîn ku Ocalan nêrîn û fikrên xwe bi gelê kurd û raya giştî ya cîhanê re parve bike. 
 
‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Mehmet Ocalan nêrîna Abdullah Ocalan a di hevdîtinê de wiha anîbû ziman: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.” 
 
SERLÊDAN BÊBERSIV DIMÎNIN 
 
Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî dikin û malbatan seranserî sala 2021’an hat rekirin. Ji bo 71 serlêdanan malbatan û 202 serlêdanên parêzeran tu bersiv nehat dayîn. 
 
CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ 
 
Ji ber ku dozgerî û girtîgeh bersiva serlêdanê nade, parêzeran di 30'ê Adara 2021'an de serî li Dadgeriya Înfazê yê Bûrsayê dan. Di heman rojê de daxwaza parêzeran bi lez hat redkirin. Piştî vê serlêdanê di 29'ê Çileya 2021'an de derketibû holê ku cezayê dîsiplînê ango qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan li Ocalan hat birîn. Ji ber agahînegirtina ji Ocalan, parêzeran di 22'ê Mijdara 2021'an de dîsa serî li dadgeriyê dan. Di serlêdanê de bal kişandin ser desteserkirinê ango (Incommunicado) û her wiha bal kişandin ser tespîtên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT). Ev serlêdan jî hat redkirin. Hate hînbûn ku bi vê serlêdanê re 3 meh cezayê dîsiplînê li hevdîtina malbatan hatiye birîn. Ceza ji aliyê Desteya Disiplînê ya Îmraliyê ve hatiye birîn û di 12'ê Cotmeha 2021'an de jî ji aliyê dadger ve 6 meh cezayê qedexeya parêzeran hatiye dayîn.
 
KOMÎTEYÊ KIR ROJEVA XWE 
 
Pêşveçûneke din a ku di nava salê de pêk hat ev bû ku Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) di 26'ê tîrmehê de serî li DMME'yê dan ku DMME’yê di 18’ê Adara 2014'an de ji bo biryara qedexekirina îşkenceya li Abdullah Ocalan bi cih bîne serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû. 
 
Komîteyê li ser hewldanên rêxistinên civakî yên sivîl 7 sal şûn ve mijarê kir rojeva xwe û beriya civîna li dar bixe derbarê mijarê de agahî ji Tirkiyeyê xwest. Komîteyê di 3’ê kanûna 2021’an de biryara xwe eşkere kir û ji Tirkiyeyê xwestibû herî dereng heta îlona 2022’yan derbarê Ocalan de agahî bide wan. 
 
GILÎ KIRIN 
 
Parêzeran di çarçoveya vê yekê de 1’ê cotmeha 2021’an serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Dadgeriyê biryara DMME’yê ji nedîtî ve hat û AYM’ê îşaret kir. Parêzeran bi heman daxwazê di 3’ê kanûna 2021’an de serî li AYM’ê da. Her wiha parêzera di 22’ê kanûna 2021’an de serî li Desteya Dadger û Dozgeran da û giliyê dadger û dozgeran kir û her wiha serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û gilî kirin. 
 
BERSIVA AYM’Ê 
 
Parêzeran di 24'ê kanûna 2021'an de ji bo rawestandin û bidawîkirina van kiryaran û pêkanînên rayedarên îdarî û edlî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn di 12'ê çileya 2022'yan de ev daxwaz red kir û tevî ku serlêdana lezgîn û tedbîrî bû jî di 31'ê çileya 2022'yan de biryara xwe teblîxî parêzeran kir. 
 
SERLÊDAN TÊN SEKINANDIN 
 
Di sala 2021’an de ji bilî serlêdanên xwecihî 19 caran serî li AYM’ê hat xistin û 5 caran jî serî li DMME’yê hat xistin. Bi van serlêdan re 79 serlêdanên şexsî bo AYM’ê û 12 serlêdana derdest jî bo AYM’ê hat kirin. 
 
RÊXISTINÊN SIVÎL KETIN TEVGERÊ
 
Di sala 2021’an de parêzeran bi daxwaza şopandina tecrîdê û ji bo pêkanîna hevdîtinê gelek caran serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), baroyên bajaran, Meclisê, saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî dan. Di heman demê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê hat dayîn. Wezaretê bersiva daxwaza randevûyê neda. Tevî serlêdanan jî agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din nehat girtin. Agahînegirtina ji Ocalan û girtiyên din rêxistinên maf û hiqûqî xist nava tevgerê. Saziyên hiqûqê ku di nav de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hebû ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. 775 parêzerên ku endamên 29 baroyên cuda ne, di navbera 10-17’ê hezîrana 2021’an de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re îmze dan û serî Wezareta Dadê. Wezaretê bersiv neda van serlêdanan.
 
JI 22 WELATAN 350 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN 
 
Ji 22 welatên Ewropa û Rojhilata Navîn 350 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku di şert û mercên girankirî yên tecrîdê de tê ragirtin, di 14’ê îlona 2022’yan de serî li Wezareta Dadê dan. Parêzeran da zanîn ku zêdetirî saleke agahî ji Îmraliyê nayê girtin û bi vê rewşa tecrîdê re qanûnên navneteweyî yên ji bo pêşîlêgirtina tecrîdê tên binpêkirin. Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin. Parêzeran serlêdana xwe li Kuluba Çapemeniyê ya Ewropayê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê bi civîneke çapemeniyê ragihand. 
 
BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNÊ
 
Piştre jî ji welatên Fas, Filistîn, Herêma Federe ya Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Sûriye, Lubnan, Misir û Urdunê bi giştî 756 parêzer bi heman daxwazê ketin nava hewldanan. Parêzeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan û girtiyên din di nava şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin û wiha gotin: “Ji bo parastina mafên birêz Ocalan û girtiyên din em dikevin nava liv û tevgerê.” Her wiha parêzeran ev rewş weke gaveke dîrokî ya ji bo yekitiya kurd-ereban pênase kirin. Di heman demê de parêzeran da zanîn ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên din têbikoşin. 
 
JI SÛRIYEYÊ 691 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN
 
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Tartus, Heleb, Hums û Laziqiyeyê bi giştî 691 parêzeran di 19’ê îlonê de li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Qamişloyê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan. Parêzeran ji Wezareta Dadê re nameyek şandin û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. 
 
CPT ÇÛ ÎMRALIYÊ
 
Piştî serlêdanên bi sedan rêxistinên hiqûqê û parêzeran ên ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûne serdana Îmraliyê. 
 
CPT’yê têkildarî naveroka serdana xwe tu agahî parve nekirin. Cîgira Serokê 2’yemîn ê CPT’yê Therese Rytter têkildarî serdanê wiha got: “Ez dikarim bibêjim ku li Tirkiyeyê em çûn serdana hemû girtiyan. Lê belê ez nikarim hêmayan parve bikim. Ev hêma dê piştî rapor bi raya giştî re tê parvekirin bên eşkerekirin.” Rytter, da zanîn ku dê rapora hatiye amadekirin erê bikin û di dawiya meha adara 2023’yan de ji Tirkiyeyê re bişînin. Bi domdarî Rytter ev tişt anî ziman: “Ji bo ku Tirkiye bersiva raporê bide 6 mehan dema wê heye. Piştre jî dê biryarê bide bê ka dixwaze CPT raporê parve bike yan na. Em xwedî wê rayeyê ne ku bêyî astengiyek hebe xwe bigihînin hemû kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin.” 
 
PARÊZERAN DAXUYANÎ DAN
 
Vê serdana hatiye kirin û daxuyaniyên hatine dayîn, fikarên têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin hîn zêdetir kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî serdana CPT’yê daxuyanî da. Buroyê ji CPT’yê xwest ku têkildarî serdanê tavilê daxuyaniyekê bide û ji bo bidawîkirina şert û mercên îşkenceyê prosedûrên heyî têxe meriyetê. 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê mijdarê de ev agahî parve kir: “Agahî li ber destê me heye ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.” Parêzeran destnîşan kirin ku dibe Abdullah Ocalan û girtiyên din bi mebesta protestokirina rewşa heyî û bêhiqûqiyan derneketibin hevdîtinê. 
 
CEZAYÊ DISIPLÎNÊ YÊ BERIYA SERDANÊ
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her wiha got ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê demekî kin beriya serdana CPT’yê, di 9’ê îlonê de cezayê “disiplînê” yê ji bo 3 mehan dabû Abdullah Ocalan û girtiyên din û ev ceza di 28’ê îlonê de teqez bûye. 
 
SERLÊDANÊN SIYASÎ DEST PÊ KIRIN 
 
Di demekî ku tecrîd û astengkirina hevdîtinan didomiya de fikarên heyî hêj zêdetir bûn. Di serdemeke wiha de partiyên siyasî jî ji bo hevdîtinan dest bi serlêdanan kirin. Di vê çarçoveyê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sanar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê rê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Di demên piştre de jî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û gelek parlamenterên din bi heman mebestê serlêdan kirin. 
 
ASTENGKIRINA DAXWAZA HEVDÎTINÊ YA PARÊZERAN
 
Dadgeriyê di 12’ê cotmeha 2021’an de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû û ev qedexe di 22’yê nîsana 2022’yan de bi dawî bû. Piştî ku pêvajoya qedexeyê bi dawî bûyî, parêzeran ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Li ser vê yekê di roja 29’ê nîsanê de îcar serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ku di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan hatibû dayîn hate redkirin. Têkildarî sedema qedexeyê tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin. 
 
QEDEXEYA NÛ
 
Piştî ku cezayê disiplînê yê di 9’ê îlona 2022’yan de hatiye dayîn di 9’ê kanûnê de bi dawî bû, parêzeran di 15 û 23’yê kanûna 2022’yan û di 3’yê çileya 2023’yan de ji bo girtîgeh û dozgeriyê 3 serlêdanên cuda kirin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da zanîn ku di 4’ê çileyê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê hevdîtina bi malbatan re hatiye dayîn. Hinceta qedexeyê weke “cezayê disiplînê” hate destnîşankirin ku lê belê nehat diyarkirin bê ka ceza çima û kengî hatiye dayîn. Parêzeran di 10’ê çileyê de li dijî vê biryarê îtîraz kirin. Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê di heman rojê de ev îtîraz red kir. 
 
BEDENÊN XWE ŞEWITANDIN 
 
Bi mebesta protestokirin û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Bubo Taş di 13’ê çileyê de li Mêrdînê û Mehmet Akar jî di 16’ê çileyê de li Amedê xwe şewitandin. Taş û Akar di peyamên xwe de destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê ev çalakî li dar xistine. 
 
PÊVAJOYA NY’YÊ DIDOME
  
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dawiya sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Komîteyê serlêdan ji Tirkiyeyê re şand û jê xwest ku dawî li rewşa agahînegirtina mutleq a jê re “incommunicado” tê gotin bi dawî bike. Her wiha jê xwest ku divê girtî bikarin bi awayekî domdar bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
 
ÇALAKIYÊN JI BO ABDULLAH OCALAN 
 
Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan piştî Îzmîrê li Stenbolê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê piştî daxuyaniya di 18’ê çileyê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate destpêkirin û piştî 3 rojan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bi dawî bû. 
 
BÛYERÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ QEWIMÎN
 
Di 21’ê çileyê de jî bi hezaran welatî li navçeya Til Temir a Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin ba hev û bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin. Di meşê de pankartên “Ciwan fedaiyên Rêberê Apo ne” û “Dem dema azadiya Rêberê Apo ye” hatin vekirin. Her wiha alayên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. 
 
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22’yê çileyê de li pêşiya avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li Qamişloyê daxuyaniyek da û ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî dest bi kampanyaya îmzeyan kir. 
 
MEŞA LI MARSÎLYAYÊ
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê meş hat lidarxistin. Bi hezaran kes li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Marsîlyayê li Qada Canabiereyê kom bûn û meş li dar xistin. Li ser banga NCKD, Meclisa Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanen Şoreşger, bi hezaran kes herikîn qadan. Di meşê de bi zimanê frensî dovîzên “Ocalan ev 23 sal in di tecrîda giran de ye”, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan ev 24 sal in bi awayekî fîzîkî dîlgirtî ye” û “Divê CPT û DMME tavilê peywira xwe pêk bînin” hatin hilgirtin. 
 
HEWLDANÊN DEKLARASYONA NAVNETEWEYΠ
 
Ji 7 welatên cuda bi giştî 36 hiqûqnas, akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger di 25’ê çileyê de hatin Tirkiyeyê û têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah bi baro û saziyên hiqûq, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Deklarasyonê hevdîtinên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê heta 28’ê çileyê jî berdewam kirin. Piştî konferansa xwe jî daxuyaniyek da û wiha bertek nîşanî tecrîdê da: “Divê pergala Îmraliyê ji holê bê rakirin.”
 
BERTEKA LI DIJÎ KOMPLOYÊ
 
HDP’ê di navbera 4-5’ê sibatê di çarçoveya paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan de bi navê Komara Demokratîk konferansek li dar xist. Ji Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat bi hezaran kes tev li konferansê bûn. Di 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li Dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li 9 navendê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Em ê bi saya têkoşîna gelan pergala Îmraliyê hilweşînin” çalakî hatin lidarxistin. Li Kantona Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Kantona Kobanê, Tebqa, Reqa û Kantona Şehbayê bi hezaran kes herikîn qadan. Li gel vê; çalakiya rûniştinê ya ku gelê kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 25’ê çileya 2021’an ve li pêşiya avahiya NY’ê ya li bajarê Cinêv ê Swîsreyê dabû destpêkirin û her rojê çarşemê tê lidarxistin, di 15’ê Sibatê de jî hate domandin. 
 
‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’
 
Di salvegera komploya navneteweyî de bi pêşengtiya Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan de li ser medyaya dijîtal çalakiyên hashtagê hatin kirin. Çalakiyên ku bi hashtagên "#ÊdîBeseJiTecrîdêRe” û “#FreeOcalanNow” hatin destpêkirin, ketin rojeva cîhanê. Gelek kesan bi etîketa “#ÊdîBeseJiTecrîdêRe” re xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Di parvekirinên bi zimanên cuda de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan 24 sal in di tecrîdê de ye û ev peyam hate dayîn: “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” 
 
SALA AGAHÎNEGIRTINÊ
 
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di salvegera komployê de rapora xwe ya sala 2022’yan parve kir. Di raporê de bûroyê diyar kir ku îsal weke sala bêpewendîtiya mutleq û sala agahînegirtinê pênase kir. Her wiha hêj jî tu bersivên erênî ji serlêdanên ji bo hevdîtinê yên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, malbat û vasî re nehatine dayîn. 
 
CPT’Ê RAPORA XWE TEMAM KIR
 
Di meha 24’emîn a rewşa agahînegirtinê de li paytexta Efrîqeya Başûr Cape Townê bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” konferanek hate lidarxistin. Konferans du rojan dom kir û piştre jî encamname hate weşandin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku divê îsal bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û bal kişandin ser têkoşînê. Di 14’ê adarê de jî parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re nameyeke vekirî şand û diyar kir ku Abdullah Ocalan di statûya dîlgirtiyan de tê ragirtin. Di 16’ê adarê de jî CPT’yê da zanîn ku şandeya wan a çûbû Îmraliyê rapora xwe temam kiriye û qebûl kiriye. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê bi munasebeta erdhejê xwestin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin lê piştî redkirina serlêdanê, di 17’ê adarê de serî li AYM’ê dan. 
 
NEWROZA AZADIYÊ
 
Starta Newroza 2023’yan di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hate dayîn. Di serî de li Şemzînanê, li 39 qadên pîrozbahiya Newrozê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan derket pêş. Bi sedhezaran ciwanên tev li Newroza Amedê bûn, posterê Abdullah Ocalan vekirin, bertek nîşanî tecrîdê dan û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk derket ser dikê û bi gotina “Ev Newroz, serdema azadiya birêz Ocalan e” re da zanîn ku hedefa wan ew e ku di 2023’yan de Abdullah Ocalan azad bibe. 
 
RAPORA CPT’Ê LI TIRKIYEYÊ YE
 
CPT’yê ragihand ku rapora xwe ya têkildarî serdana îlona 2022’yan radestî Tirkiyeyê kiriye. CPT’ê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Rapora têkildarî serdanên di bin sernavê Ad Hocê de li Tirkiyeyê hatine kirin, di destpêka meha adara 2023’yan de ji hêla CPT’ê ve hate qebûlkirin û piştre jî radestî meqamên tirk hate kirin. Êdî dê rayedar eşkere bikin bê ka rapor dê kengî were eşkerekirin.” 
 
AYM’Ê JI WEZARETÊ NÊRÎN XWEST
 
Di nava 8 salan de Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê gelek caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Ji ber 23 serlêdanên Bûroyê, AYM’ê ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Ji qedexeyên hevdîtinên parêzer û malbatan heta qedexeyên cezayên disiplînê û telefonê û qedexeyên di dema OHAL’ê de li Îmraliyê ketin meriyetê, di gelek mijaran de nêrîn bi AYM’ê re parve kir. 
 
LI GORÎ WEZARETÊ ‘MIAMELEYA XERAB’ TUNE YE!
 
Wezaretê di 24’ê adarê de têkildarî astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ji AYM’ê re nêrîn pêşkeş kir. Wezaretê got “Li Îmraliyê muameleya xerab tune ye” û îdia kir ku “Hevdîtin ji ber kêmasiyên derdikevin hevdîtin nayên kirin” û ev rewş jî weke rewşeke “Maqûl” nirxand. 
 
DELEGASYONA AŞTIYÊ YA ÎMRALIYÊ YA NAVNETEWEYÎ
 
Herî dawî jî di 11’ê gulanê de endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 endamên ji welatên cuda pêk dihat hate Stenbolê. Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn, Cîgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê, Nûnera Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel, Wezîrê Dad û Karên Hundir ê Îzlandayê yê berê Ogmundur Jonasson di şandeyê de cih girtin. Şande, beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê hate Stenbolê û bi parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Dayikên Şemiyê re hevdîtin kir. Şande piştî serdanan jî vegeriya Îzlandayê û beriya 4’emîn lûtkeya mezin a Konseya Ewropayê daxuyanî da û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. n
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û welatên Ewropayê jî ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakî û xwepêşandan hatin kirin. 
 

Sernavên din

25/05/2023
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
14:33 Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin
14:14 Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
13:42 Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
13:33 Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin
13:10 Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin
12:39 Li Êlihê serdegirtinên malan
12:39 Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye