Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da

  • rojane
  • 09:53 29 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de ku Serokê YSK’ê Ahmet Yener digot, “tu tiştek neyînî neqewimiye” lê hilbijartin bi binpêkirin û bêrêbaziyan, bi lêdana parlamenter û wezîfedarên sindoqan bi dawî bû. 
 
Tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê yên duh hatin kirin bi binpêkirin û nelirêtiyê derbas bû. Binpêkirin û tiştên bêqaîde mohra xwe li rojeva hilbijartinê dan. Dengdayîn ji saet 08.00’an dest pê kir û saet 17.00’an bi dawî bû, Ji serê sibehê heta êvarê ku sindoq hatin girtin gelek binpêkirin û nelirêtî pêk hatin. Heta ku hêzên dewletê li welatiyan, muşahîdan, sindoqan û wekîlan xistin. Tevî binpêkirin û neheqiyên di dema hilbijartinê de hatin kirin jî, Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener daxuyanî da û got, "Tu rewşek neyînî neqewimî.” 
 
Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de hat kirin, hin binpêkirin û tiştên bêqaîde ku qewimîn wiha ne: 
 
WÊNE û PANKARTÊN ERDOGAN NEHATIN KOMKIRIN 
 
* Tevî ku di 27’ê gulanê êvarê qedexeyen hilbijartinê dest pê kir jî lê wêne û pankartên Tayyîp Erdogan nehatin daxistin û komkirin. 
 
LI ŞÛNA JINAN RAY BIKARANÎN 
 
* Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker û muşahîd bi boneya li ber bikaranîna dengên di şûna jinan de rabûn, bi êrişa endam û rêveberên AKP’ê re rûbirû man. Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal ku li hawara Alî Şeker çû, ew jî bi êrişê re rûbirû ma. Tanal û Şeker diyar kirin ku ew ê li ber êrişan û gefan serî netewînin. 
 
* Li Dibistana Seretayî ya Yayla ya navçeya Bahçelîevlera Stenbolê di sindoqa jimara 1115’an de derket holê ku Emîne Kahraman a di sala 2015’an de miriye lê dîsa navê wê di lîsteya hilbijêran de derketiye. 
 
RÊVEBERÊ MHP’Ê HEWL DA CARA DUYEMÎN RAY BIDE 
 
* Cîgirê Serokê MHP’a Navçeya Dîlovasiya Kocaeliyê Yucetan Dîlmaç ewilî li Dibistana Seretayî ya Can Gulmen raya xwe bikar anî. Paşê jî cara duyemîn ray bikar anî. Wezîfedarên li ser sindoqê îtîrazî Dîlmaç ê nijadperest kirin û bikaranîna rayê hat astengkirin. Derbarê Dîlmaç de gilî hat kirin.
 
LI RIHA RAY BI KOMÎ HATIN BIKARANÎN 
 
* Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê parêzerên ji bo dengdayîna bi komî tespît bikin çûn dibistanê hatin astengkirin. Paşê jî parêzer û wezîfedarên sindoqan bi êrişê re rûbirû man û gef li wan hatin xwarin. 
 
* Yek ji bajarên ku herî zêde binpêkirin lê qewimîn Riha bû. Alîgirên Erdogan xwestin li dibistana Ulubatlı Hasan bi komî dengan bidin. Muşahîdan nerazîbûn nîşan da û di navbera muşahîdan de şer derket û pozê du kesan şikest. 
 
SINDOQ LI MALA KEYA HAT DANÎN 
 
* Li gundê Kavaklidere ya bi ser navçeya Siwêregê ya Rihayê ve sindoq li mala keyayê gund hat dayîn. Hin hilbijêran nerazîbûn nîşan da. Qeymeqamiya Siwêregê xwe bi nebûna avahiyek aydî cemaweriyê parast. 
 
ZERF JI DERVE ANÎN 
 
* Li Dibistana Seretayî ya Hudaverdî Aydin a li navçeya Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî anîne dibistanê. 
 
LI MÊRDÎNÊ POLÎS Û CERDEVANAN ZEXT KIRIN 
 
* Li navçeyên Artûklû, Rişmil, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîs li ser sindoqan digerin û ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin. Hat zanîn ku li ser sindoqên ku muşahîdên AKP’ê tune ne, muşahîdan ji derve anîn. Di hewşên dibistanan de jî maşîneyên zirxî hatin sekinandin.
 
* Di sindoqa bi hejmara 1094’an a li gundê Şorizbah a navçeya Midyad a Mêrdînê hatiye danîn de, komekê xwest bi awayekî vekirî deng bide. Peywîrdarên sindoqan ên li dijî vê rewşê derketin, rastî êrişa cerdevan û AKP’iyan hat. Leşkeran mudaxileyî rewşê kirin.  
 
* Li taxa Qibala ya bi ser navçeya Artûklûya Mêrdînê ve beriya sindoq bên girtin, komek ji endam û rêveberên AKP’ê pêk dihat li Lîseya Anadolû ya Şakîr Sureyya Nûhoglû li şûna hilbijêrên ku neçûne dengdayînê, dengên wan bi komî bikar anîn. 
 
HUDA PAR’Ê ZAROKEK KIR MUŞAHÎD 
 
* HUDA PAR’ê li sindoqa jimara 1075’an a Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya navçeya Rezana Amedê zarokek 17 salî kir muşahîdê partiya xwe. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk vê yekê ferq kirin û îtîraz kirin. Li ser îtîrazê zarok ji dibistanê hat dûrkirin.
 
LI CIZÎRÊ WESAYÎTA BÊPLAKA 
 
* Li baxçeyeke dibistana amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate dîtin. Piştî îtîraza endamên Partiya Çepên Kesk, wesayît ji baxçeyê dibistanê hat derxistin.
 
LEŞKER Û CERDEVANAN ZEXT LI HILBIJÊRAN KIRIN 
 
* Li gundê Kundîşa bi ser navçeya Berwariya Sêrtê ve leşker û cerdevanan gef li muşahîdên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk xwarin. Her wiha leşker û cerdevanan zext li welatiyan kirin ku rayên xwe vekirî ango eşkere bikar bînin. Her wiha li gundê Hertvîn ê bi ser navçeyê ve hat xwestin ku ji bo Erdogan rayên komî bên bikaranîn. Lê muşahîdan bertek nîşan da û vê hewldanê rawestandin. 
 
* Li bajarokê Sungu ya Mûşê jî wezîfedarên sindoqê yên AKP’yî zext li muşahîdên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk kirin û ji dibistanê derxistin. Hat zanîn ku li bajarok gelek kesan bi komî deng dane.
 
WEZÎFEDARÊN AKP’Ê GEF XWARIN 
 
* Li taxa Kurttepe ya navçeya Çûkûrovaya Edeneyê hat tespîtkirin ku li sindoqa jimara 1132’yan a li Lîseya Anadolûyê ya Îbrahîm Atali mohra desteya hilbijartinê li ser belgeya berpirsên dibistanê û endamên desteya sindoqê nebûye û girteka vê hat girtin.
 
* Li Dibistana Seretayî ya Dogankenta navçeya Yuregîrê jî endam û rêveberên AKP’ê rayên eşkere bikar anîn. Di navbera AKP’iyan û wezîfedarên sindoqan de nîqaş derket. AKP’iyan gef li wezîfedarên sindoqan xwarin. 
 
LI HATAYÊ ÊRIŞÎ MUŞAHÎDAN KIRIN 
 
* Muşahidên ku li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî bêusuliyan derketin bi êrişa wezîfedarên AKP’ê re rûbirû man. Hat zanîn ku cendirmeyên di dema êrişê de mudaxaleyî êrişkaran nekirin.
 
LI STENBOL BINPÊKIRINÊN ZÊDE QEWIMÎN 
 
* Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê cihê ku herî zêde binpêkirin û tiştên bêqaîde lê qewimîn Stenbolê bû. Şaredarê navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê yê CHP’î Mehmet Mûrat Çalik ji bo dengê xwe bide çû Dibistana Navîn a Dr. Ayla Savaş. Çalik, rastî êrişa devkî û fîzîkî ya peywirdarên sindoqê yên AKP’î hat.
 
* Li Dibistana Fîrûzaga ya li Beyoglûyê jî kesekî peywîrdarê sindoqan ê Partiya Çepên Kesk rastî êrişa AKP’iyekê hat. Hate hînbûn ku peywîrdarê Partiya Çepên Kesk ê navê wî nehate zanîn rakirin nexweşxaneyê. 
 
ENDAMÊN AKP’Ê ÊRIŞÎ ROJNAMEVAN KIRIN 
 
* Li Dibistana Navîn a Ahmet Çûhadaroglû ya li navçeya Kagithaneyê berpirsyarê dibistanê yê AKP’î êrişî rojnamevanekî ku nûçe dişopand kir. Di êrişê de rojnamevan birîndar bû, polîsên ku ji propaganda kirina AKP’iyan re deng dernexist, êriş temaşe kir. 
 
RAYA SEXTE, PUSULA AMADEKIRΠ
 
* Li Çorluyê di dema kontrolkirina sindoqê de di nava zerfek hate tespîtkirin ku tê de pûsûleya li şûna navê Erdogan mohra “Erê” lê hatibû xistin hate tespîtkirin.
 
* Li navçeyua Konak a Îzmîrê hilbijêrek dema diçû dengê xwe bide, di zerfê jê re hatiye dayîn de pûsûlaya ku mohr li navê Erdogan hatiye xistin derket. 
 
LI COLEMÊRGÊ CERDEVANAN ÊRIŞ KIR 
 
* Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê navçeya Rûbarokê deng bi komî hatine dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onur Duşunmez û parêzer çûn gund û bi êrişa cerdevanan re rûbirû man. 
 
LI AMEDÊ DENGÊ SEXTE HATE DAYÎN
 
*  Li Dibistana Amadehî ya Namik Kemal a li navçeya Rezan a Amedê hate tespîtkirin ku jinekê bi pûsûleya sexte deng da.
 
LI ÊLIHÊ GIRTEKÊN BI ÎMZEKIRÎ YÊN VALA 
 
* Li gundê Aşagifirtli yê bi ser navçeya Hezoya Êlihê keyayê gund bi rozeta AKP’ê çû ser sindoqan û geriya. Li Lîseya Anadolû ya Turk Telekomê ya navenda Êlihê jî girtekên bi îmzekirî yên vala hatin tespîtkirin. Li heman dibistanê di sindoqa jimara 1314’an de hilbijêrek bênasname ray bikar anî. 
 
BELGEYÊN 142'YAN NEHATIN TESLÎMKIRIN
 
* Li Lîseya Înonu ya Aydinlikevler a Altindag a Enqereyê 3 polîsên ku îdia dikirin peywirdar in, li sindoqên bi hejmara 1054, 1057 û 1053’yan dengên xwe dan. Lê belê polîsan belgeya 142 teslîm nekirin. 
 
* Şaredarê navçeya Mamak a Enqereyê Mûsa Kose ji bo raya xwe bide çû Lîseya Pîşeyî ya Battlagazî. Li dibistanê parêzvanên şaredar, êrişî muşahîdên Partiya Çepên Kesk kirin. 
 
BINPÊKIRINAN BÊRIYA HILBIJARTIN DEST PÊ BIKE DEST PÊ KIRIN
 
* Di sindoqa bi hejmara 1232'yan a li Dibistana Seretayî ya Vîcdan Karaosmanogûllari ya navçeya Şehzadeler a Manîsayê hêj hilbijartin dest pê nekiribû, girtek bi peywirdarên sindoqan dan îmzekirin. 
 
LI CIZÎRÊ BI GAZA ÎSOTÊ ÊRIŞ KIRIN
 
* Polîsan li welatiyên ku li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Metîn Bostancioglû ya navçeya Cizîra Şirnexê disekinîn da. Polîsan bombeyên gazê û guleyên plastîk li welatiyan reşandin û welatî ji baxçeyî derxistin. 
 
FERÎT ŞENYAŞAR HATE DERBKIRIN
 
* Li Taxa Yenîkoy a navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê, şandeya Partiya Çepên Kesk a li ser agahiya ku nahêlin muşahidên wan dengên xwe bidin hatin taxê, li vir rastî êrişa bidar û keviran a komekê hat. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar li vir hate derbkirin û kameraya nûçegihanê me yê nûçe dişopand hate şikandin. 
 
CEMAETA ÎSMAÎLAGA LI SER SINDOQAN WEAZ DAN
 
Endamên Cemaeta Îsmaîlaga ku ji ber doza tecawiza li zarokê hatiye kirin di rojevê de ye, li Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkî ya TUROB 50. Yil a Şîşlî ya Stenbolê piştî dengdayînê pol bi pol geriyan û bi rêya weazê ji bo AKP’ê deng xwestin. Endamên cemaetê ji jinên bertek nîşan dayîn ev gef xwarin: “Hûn dê hînî me bibin.” 
 
 
 
 

Sernavên din

30/05/2023
14:57 7 sal û 6 meh ceza li Serokê Baroya Amedê yê berê hat birîn
14:27 Xelkê Mexmûrê 11 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide
14:14 Malbata Şenyaşar: Têkoşîn nifteya edaletê ye
13:28 Rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn derketin pêşberî dadger
13:26 Endamê Meclisa HDP’ê Aydin hate girtin
13:01 Rojnameger Boltan hate berdan
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan