TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin

  • jin
  • 16:23 30 Gulan 2023
  • |
img
AMED - TJA’yê têkildarî encama hilbijartinê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku hilbijartinên hatine kirin ne hilbijartinên rewa ne û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî pergala yekzilamî ya tarî bidomînin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî encamên hilbijartinê daxuyaniyek nivîskî par ve kir. TJA’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser desthilata yekzilamî û destnîşan kir ku dê tekoşîna xwe ya li dijî pergala yekzilamî ya dixwaze tarîtiyê bîne bidomînin. 
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye: “Hişmendiya mêrsalar a li hemberî têkoşîna me û polîtîkaya me ya serdemê ya bi dirûşma ‘Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan’ dixwaze bi kodên netewperestî, nijadperestî û zayendparêziyê sazîbûyîna xwe pêk bîne. Di serdemeke wiha de li Rojhilata Navîn guherîn çêdibin û herêm jinû ve tê sazkirin. Ev pêvajoya girîng ji bo me jinan hem derfet e, hem jî xetere ye. Beşdariya vê pêvajoya guherîn û vesazbûnê ya rêxistinî, ji bo azadiya jinan û kurdan berpirsyartiye dîrokî li me bar dike. Em jî bi vê zanebûnê tevdigerin. Di sedsala 21’emîn de ku em weke sedsala jinan pênase dikin de, dixwazin bi amûrên faşîzmê û bi navê ‘sedsala nû’ sedsaleke ku tenê şer, xizanî û qirkirinê weke para jin, kurd û gelên din re dihêlin ava bikin. Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst, HUDA-PAR’a ku weke amûreke dewletê tê bikaranîn jî daye gel xwe û dê li Kurdistanê siyaseteke li dijî kurdan û jinan bimeşîne. Bêguman ev rewş ji bo me jinan sedema têkoşînê ye. Van hilbijartinên ku serdestan dixwestin hebûna xwe pê rewa bikin, di mercên ne adilane de û di bin zext û zordestiyan de hatin lidarxistin. 
 
ZORDARIYÊ BÊNAVBER DOM KIR 
 
Me, hilbijartinên 2023’yan weke navgîneke têkoşînê ya ji bo hilweşandina faşîzmê ya bi destê jin û kurdan û ji bo avakirina komara demokratîk dinirxand. Weke TJA’yê em di van hilbijartinan de bi ruhê seferberiyê xebitîn û bi berpirsyartiyên xwe rabûn. Em, ji bo ku dawiyê li dijminatiya jinê ya vê desthilatdariya mêr a faşîst bînin û rê li ber qirkirina jinan a ku bi salan e bênavber didomîne bigirin, têdikoşin. Ji bo bidawîkirina qirkirina faşîzmê ya li ser gelê kurd, ji bo bidestxistina mafê jiyaneke wekhev, adilane û demokratîk a gelên me; me weke Tevgera Jinên Kurd bi tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re xebatên hilbijartinê meşandin. Di pêvajoya hilbijartinê de zext û zordarî bênavber domiyan. Her wiha têkoşîna me jî di mercên newekhev de dom kir. Bi dehan hevalên me yên ku di xebatan de cih digirtin û vîna veguherîn û demokrasiyê derdixistin holê hatin binçavkirin û girtin.
 
SERKEFTINA PÎROSÊ
 
TJA’yê careke din vîna bi hezaran jinên ku di têkoşîna jinê de bûye kevneşopiya berxwedanê, dizane berpirsiyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê xwe pêk bîne û ligel hemû dijwariyan jî di xebatên hilbijartinê de bi rêgezên xwe yên serkêşiya berxwedanê xebitiye, derxistiye holê. Divê tevahiya hevalên me yên jin ên ku di van xebatan de cih girtine bizanibin ku encam çi dibe bila bibe, me bi awayekî zelal û bibiryar, bi helwest û vîna demokrasiyê ya gelê xwe, bi awayekî serkeftî li hemberî neofaşîzma ku careke din serdest dibe li ber xwe da. Ev hilbijartin ne hilbijartineke rewa ye. Desthilatdarî di şert û mercên wekhev, demokratîk û zelal de bi ser neket. Desthilatdariyê bi siyaseta tundî, nefret û derewan heqîqet berovajî kir û serkeftina xwe ya sexte ragihand. Ev serkeftina Erdogan dê weke ‘Serkeftina Pyrusê’ bê binavkirin. Nîvê vî welatî vîna xwe ya guherîn û demokrasiyê nîşan da. Li Kurdistanê gel bersivek daye desthilatdariyê. Em ê li hemberî encamên vê hilbijartina ku tu rewabûna wê nîne dê vîna demokrasiyê ya gelan biparêzin, ji bo vê yekê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.
 
EM Ê SERKEFTINÊ BÎNIN
 
Weke TJA’yê em ê her tim kirdeya pêvajoya vesazkirinê bin, dê her tim baweriya xwe ya ku em ê bi inyada xwe, bi vîna xwe, bi israra xwe, bi hêviya xwe û bi hêza xwe ya rêxistinbûyî gelên xwe ji vê tarîtiya faşîzmê rizgar bikin bidomînin û xurtir bikin. Ji ber vê xebata pir biwate û pîroz; di serî de ji tevahiya hevalên xwe yên jin ku bi meha ye ji bo serkeftina hilbijartina 14’ê Gulanê bi awayekî xwebexşane, bi inyad û bênavber li kolan û her qadan têdikoşin pîroz dikin. Bi ruh û hêza civaka demokratîk em spasiya hemû jinên ciwan, tevahiya gelê kurd û hêzên demokrasîparêz dikin. Helwesta demokrasiyê û biryardariya ku di encama vê kedê de derketiye holê, wêrekiya vê yekê, serkeftina me ya herî mezin e. Ji bo ku em xwedî li vê serkeftinê derkevin û tacîdar bikin, weke TJA’yê em soz didin ku ku dê di pêvajoya nû de jî bibin hêza pêşeng a berxwedan û serkeftinê. Em ê bi hev re, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî em ê bi ser bikevin û serkeftinê bînin.” 
 

Sernavên din

02/06/2023
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin