Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje

  • rojane
  • 09:04 2 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Yûsûf Kara da zanîn ku diyalogên di navbera wan û hikûmeta Iraqê de berdewam dikin û got: "Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje. Mesele bi temamî çareser nebûye. Lê ez dikarim bibêjim ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ronahî dixuye." 
 
Wargeha Mexmûrê ku bi salane li dijî her cureyê êrişan li ber xwe dide, ji 20'ê gulanê heta niha li dijî dorpêçkirina wargehê ya ji aliyê Artêşa Iraqê ve têdikoşe. Gelê Mexmûrê ku bi rojane li ber xwe dide, nahêle Artêşa Iraqê Wargehê dorpêç bike. 
 
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara têkîldarî rewşa wargehê ya herî dawî de axivî. 
 
'IRAQ RASTÎ TEKOŞÎNEKE BÊHEMPA HAT'
 
Kara diyar kir ku di dîrokê de heta niha gelê Mexmûrê tu caran li dijî zilmê serê xwe netewandiye û wiha axivî: "Ev 14 roj in li Mexmûrê li dijî hêzên Iraqê berxwedanek heye. Hêzên Iraqê xwestin ku Wargeha Mexmûrê dorpêç bikin û îzole bikin. Ev îzolekirin jî bi hevkariya dewleta tirk pêk tê. Zextên dewleta tirk li ser dewleta Iraqê hene. Ji ber van zextên heyî jî hevpeymanên wan çêdibin. Dixwazin ku gelê Mexmûrê weke amûrekî bi kar bînin. Lê belê gelê Mexmûrê vê helwesta wan nepijirand û li hemberî vê derket. Ji ber ku kevneşopiyeke vî gelî heye û tu carî li hemberî van êrîşan serê xwe netewandiye û zilmê qebûl nekiriye, li dijî zilmê rabûye û serî hildaye. Ji ber wê xwestin ku vê vînê desteser bikin,lê negihîştin armanca xwe û rastî tekoşineke bêhempa hatin."
 
BERXWEDANÊ PÊŞIYA DIYALOGÊ VEKIR
 
Kara di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê re tê kirin û got ku berxwedana ku tê dayin dê encamê bigire û wiha domand:"Li ser vê me xwest ku dergehê Iraqê vekirî bihêlin û bi muzakereyê çareser bikin. Bi Iraqê re guftugofekî çêbikin û riyên çareseriyê peyda bikin. Bi gelek rayedarên wan re hevdîtin çêbûn. Li ser vê me helwesta wan rexne kir. Bi rastî jî ev nêzikî 25 salin em li ser axa Iraqê ne lê Iraqê li hemberî me helwesteke pêwîst çênekiriye. Ji ber wê hin bertekên me cuda bûn. Bi rastî jî me wisa hêvî nedikir ku hikûmeta Iraqê bi zextên PDK'ê û dewleta tirk wê bikaribe bi vî şêwazî bê ser wargeha Mexmûrê. Ji ber wê jî hem di aliyê siyasî de hem jî ji aliyê civakî de bertek tund bûn. Ez dikarim bibêjim diyalogek çêbûye. Mirov bibêje ku mesele bi temamî çareser bûye, na çareser nebûye. Lê ez dikarim bibêjim ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ronahî dixuye. Em hêvîdar in ku rayedar û hikûmeta Iraqê jî bi vê berpirsyariyê nêzikî me bibe. Em bi xwe jî dê bi vê berpirsyariyê nêzikî pirsgirêkê bibin. Em dixwazin ku pirsgirêk bi vî şêwazî bê çareser bibe da ku aramiyek jî çêbibe û ev civake ji vê dorpêçê derbikeve.Da ku ev civake weke berê bi awayeke azad wargehê de bije. Hêvîdar im ku dewleta Iraqê nêzikatiyeke bi vî rengî tevbigere."
 
'BERXWEDANÊ KIR KU IRAQ PAŞ DE GAV BIAVÊJE'
 
Hevserokê Meclîsa Gel Yûsûf Kara da zanîn ku ew ê ji berxwedana ku tê dayîn encamên erênî bi dest bixin û got:"Bi vê minesebetê careke din hem berxwedana hûndir û hem jî ya ku derve cihê şaneziyê ne. Heke ku berxwedan hebe û li hemberî neheqiyê bertekên rast hebin, teqez dê gel her tim bi ser bikeve û serkeftin a gelan be. Ez dikarim bibêjim serkeftin a Wargeha Mexmûrê ye. Gelê Mexmûrê bi berxwedana xwe kir ku dewleta Iraqê paş de gav biavêje û ev bû sedem ku rêyên çareseriyê vebin."
 
 
 
 

Sernavên din

02/06/2023
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin