Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin

  • rojane
  • 10:32 6 Hezîran 2023
  • |
ENQERE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku tevî hemû zextan gel berxwedaneke bi rûmet nîşan daye û anî ziman ku ji bo azadî, wekhevî û edaletê wê têkoşînê bi awayekî xurttir bimeşînin. 
 
Endamên Meclisa Partiyê (PM) yên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta nirxandina encamên hilbijartinan, nirxandina pêvajoya xwenûkirin û veguherînê û diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê hatin bahev. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ê di vekirina civînê de axivî, diyar kir ku gelên Tirkiyeyê her du hilbijartin bi hev re derbas kirin û wiha got: “Hevalên hêja me hilbijartinên herî girîng ên di dîroka Tirkiyeyê de li pişt xwe hiştin. Ev hilbijartin gelek mijaran di nava xwe de dihewîne. Em hem encamên hilbijartinê hem jî pêvajoyeke nîqaşê ya zêde bi hev re dimeşînin. Dixwazim destnîşan bikim ku em bi pêvajoyeke hilbijartinê ya antî demokratîk, bêedalet, bêhiqûq û bêqûral re rû bir û man. Hemû derfetên dewletê li dijî me hatin bikaranîn, partiya me û pêkhateyên me di bin êrişeke giran de man. Me hemû êrişkariya van û zordariya wan dizanî me hewl da li dijî vê bergiriyên xwe wergirin. Lê di dawiyê de divê em di warê armancên xwe yên siyasî bi kêmasî û nebesiyên xwe re rû bi rû bimînin. Tevî ku ji bo pergala qesrê bê guhertin tişta ji destê me hat me kir jî em serneketina mûxalefetê û serneketina dikeve para me qebûl dikin.”
 
 
‘JI SEDÎ 50’YÊ GELÊ ME JI BO GUHERTINA REJÎMÊ TÊKOŞIYA’ 
 
Akin, di sedsala Komarê ya Tirkiyeyê de armanca wan a jiyaneke demokratîk û komareke demokratîk bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Me xwestibû bi awayekî xurt di parlamentoyê de cih bigirin. Em di vê mijarê de tevî ku qismî serkeftî jî bûn di vê mijarê de serneketinek derket holê. Lê tevî van hemûyan dixwazin van bêjin: Rewşeke ku di bin van de bimînin nîne. Ez dixwazim ji gelê me re vê bibêjim: Li dijî hilbijartineke ewçend newekhev û neadil a li Tirkiyeyê, hilbijartinek pêk hat ku yek ji du kesên ku îdîaya guhertinê dixwazin, îtiraz kir. Ji sedî 50’yê gelê me ku bi kesên neçûn serdiqan re ji bo guhertina vê rejîmê bi biryardarî li ber xwe dan û dewam dikin.”
 
‘POLÎTÎKAYA TALANÊ ÎFLAS KIR’ 
 
Akin, ê îşaret bi polîtîkayên desthilatê kir, axaftina xwe wiha domand: “Niha dema encama hefteyekê bê nirxandin, texrîbata pergala yek zilamî ya pergala qesrê bi awayekî zelal derdikeve holê. Lijneya Wezîran hate aşkerekirin, pişt re derket holê ku aboriya niha ya Tirkiyeyê îflas kiriye. Em bang li pergala yek zilamî ku hewl dide fatûreya vê yekê li gel bibire dikin, em ê vê yekê qet qebûl nekin. Polîtîkaya talanê ya ku hûn ji bo xwe û qesra xwe xelas bikin bi rê ve dibin îflas kir. Em qebûl nakin ku fatûreya vê îfalsê ji gel û kedkaran re bê birîn. Bi nîqaşên ku em ê îro bimeşînin re em ê têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê ya Tirkiyeyê bi xurtî bimeşînin û em ê berdevkiya mûxalîf û civakê bidomînin.
 
‘EZ BERXWEDANA BIRÛMET SILAV DIKIM’ 
 
Me aşkere kiribû ku encamên hilbijartinê em ê bi awayekî kolektif li hemû lijneyên xwe deynin holê. Tevî hevserokên xwe, bi helwesta ku me daniye pêşiya xwe, bi nîqaşên roja destpêkê me meşandin re xîtabî gel û gelên Tirkiyeyê kir. Ez dixwazim îradeya ku piştî van hilbijartinan derketî pêş, bi taybetî gelên me yên li erdnîgariya Kurdistanê, gelê kurd ji ber berxwedana wan a bi rûmet silav bikim. 
 
EM DESTÛR NADIN POLÎTÎKAYÊN WAN ÊN ME BÎNIN HEMBERÎ HEV
 
Em bi biryar in ku van nîqaşan bi hemû gelê xwe re bi hevalên xwe yên li hundir û derve, li girîgehan bi awayekî bi kolektif bimeşînin. Em naxwazin tu tişt veşarî bimîne û bê nixumandin. Em alîgirê nîqaşeke vekirî ya di vê mijarê de ne, lê dixwazim binê wê xêz bikim. Em ê destûr nedin polîtîkayên wan ên me bînin hemberî hev. Di warê nîqaşa kolektîf, aqilê hevpar û avadaniya me ya sazûmanî de, ji bo nêrîna her kesên ku piştgiriyê didin û nadin me bigirin, tu pirsgirêkeke me nîne.”
 

Sernavên din

06/06/2023
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da