Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê

  • rojane
  • 11:41 6 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgeriyên Dêrsim û Meletiyê û ATK’a Stenbolê çend meh in malbata Tekmenuray mijûl dikin û cenazeyê keça wan Şehrîban Tekmenûray ku li goristana bêkesan a Meletiyê hatiye veşartin nadin wan.
 
Di 24’ê kanûna 2022’yan de li Dêrsimê di navbera leşker û endamên HPG’ê de şerekî dijwar derketibû. Di şer de endamên HPG’ê Zeynal Kuçuk (Şevger Semsûr) û Şehrîban Tekmenûray (Arjîn Sarya) jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê wan biribûn morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê. Piştî demekê bêyî ku agahî bidin malbata Tekmenûray, cenazeyê Tekmenûray û Kuçuk li goristana bêkesan a Meletiyê vedişêrin. Li gorî agahiya ku malbata Tekmenûray da; cenazeyê Kuçuk ji aliyê malbata wî ve hatiye tespîtkirin û bi amadebûna malbatê hatiye veşartin.
 
Berovajiyê malbata Kuçuk bi tu awayî agahî nedane malbata Tekmenûray a ji Şirnexê ku niha li Antalyayê dijî û cenazeyê keça wan jî di heman rojê de li cem cenazeyê Kuçuk tê veşartin. Piştî demekê ku cenazeyê keça wan tê veşartin ji Şaxa TEM’ê ya Antalyayê polis diçin mala wan û ji bo ku ji malbatê ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê bê girtin dibin nexweşxaneyê û xwînê digirin. Di meha adarê de piştî ku HPG şehadeta her du endamên xwe radigihîne malbata Tekmenûray pê dihese ku keça wan jiyana xwe ji dest daye û ji bo girtina cenazeye keça xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê dide.
 
BI HINCETA ERDHEJÊ CENAZE NADIN 
 
Di serlêdana duyemîn de Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê malbata Tekmenûray arasteyî ATK’a Meletiyê dike. Dema ku malbata Tekmenûray diçe Meletiyê ATK erdhejê hincet nîşan dide û angaşt dike ku tu xizmetê nadin û malbatê aresteyî ATK’a Stenbolê dike. Li ser serlêdanê ATK’a Stenbolê ji malbata Tekmenûray re radigihîne ku mînaka xwînê ya TEM’a Antalyayê girtiye û cenazeye Tekmenûray hev digirin û malbatê arasteyî Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dike. Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê, çend meh in bi hinceta ku karê wê yê erdhejê heye malbata Tekmenûray mijûl dike û cenazeyê keça wan radestî wan nake.
 
LI BENDA DOZGERIYÊ NE KU CENAZE BIGIRIN 
 
Dayika Şehrîban Tekmenûray, Fatma Tekmenûray û apê wê Haci Tekmenûray der barê mijarê de ji rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen re axivîn. Ap Tekmenûray, diyar kir ku piştî ku pê hesiyane biraziya wî jiyana xwe ji dest daye serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê dane û wiha got: “Em ji vir arasteyî ATK’a Meletiyê kirin.  Li Meletiyê em çûn ATK’ê û rayedarek ji me re got, ‘Em di konan de dimînin tiştek li vir nîne. ATK çûye Stenbolê. Em nimreya midur bidin we pê re biaxivin’. Dema em li midur geriyan û jê re got ku cenazeyê me cenazeyê gerîlla ye, ji me re got ku ew li cenazeyê erdhejê dinêrin. Midur angaşt kir ku cenazeyek wiha di destê wan de nîne û got, ‘Divê Dêrsim ji me re nivîs binivisîne. Em wisa bersiv bidin’. Li ser serlêdanên me yên bi israr ATK’a Stenbolê qebûl kir ku testa DNA’ya derketiye û xwînê hev girtiye. Bi alîkariya malbateke semsûrî ku kurê wan bi biraziya min re jiyana xwe ji dest daye, me cihê biraziya min tespît kir û jê re gorek çêkir. Em li benda dozgeriya Semsûrê ne ku cenaze bide me.”
 
'DIXWAZIM CENAZEYÊ KEÇA MIN ZÛ BIDIN' 
 
Dayik Tekmenuray jî destnîşan kir ku piştî ku bi rêya TEM’a Antalyayê mînaka xwînê ji wan hatiye wergirtin 2 meh şûn de agahiya şehadeta keça wê jê re hatiye û wiha got: “Bi rêya malbateke semsûrî me cihê ku keça min lê veşartine tespît kir û jê re gorek çêkir. Di cejnê de ez çûm ser gora wê. Malbata semsûrî dema ku cenazeye kurê xwe li morgê tespît kirine li cenazeyê keça min jî nêrîne û ew nas kirine. Dibêjin ku dema kurê wan veşartine cenazeyê keça min jî li cem kurê wan veşartine. Li ser vê agahiyê em dibêjin gora keça min e. Belê dibe ku ne yê wê be jî. Em li benda bersiva dozgeriya Semsûrê ne. Her car ji me re dibêje karê min heye û cenazeyê keça min nadin. Dixwazim cenazeyê keça min zû bidin û bibim li Cizîrê veşêrim.”
 
 

Sernavên din

06/06/2023
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da