Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê

  • rojane
  • 15:21 9 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarî mirina zarokê 5 salî Erdem Aşkan li Meclisê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê dewlet dev ji parastina peywirdarên cemaweriyê berde û xwestin bûyer bi lêpirsîneke baş were zelalkirin. 
 
Çawişê pispor A.K.P. li Gever a Colemêrgê bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir. Çawişê pispor ê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarî mirina Aşkan û berdana çawişê pispor li Meclisê daxuyanî dan. Parlamenter Onur Duşunmez di daxuyaniyê de axivî. Duşunmez, got ku tevî li cihê qezayê pir payarê tune ye jî di girteka tespîtkirina qezayê de weke ku hebin hatine destnîşankirin û ji ber vê sedemê jî Aşkan “biqisûr” hatiye nivîsandin. Bi domdarî Duşunmez da zanîn ku çawişê pispor piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û wiha got: “Peywirdarên cemaweriyê wesayîtan pir bilez û bêtevdîr bi kar tînin. Ev yek rê li ber binpêkirinên mafê jiyanê vedikin.” 
 
MAFÊ JIYANÊ 
 
Duşunmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeîdeyên trafîkê ji bo welatiyan çawa derbasdar bin, di heman demê de peywirdarên cemaweriyê jî eleqedar dikin. Li cihê Erdem Aşkan jiyana xwe lê ji dest dayî lêkolîn hatiye kirin û tespît hatine kirin. Di tespîtan derket holê ku li cihê bûyerê ti payarê û pir tune ne. Xuyaye bê ka peywirdarê cemaweriyê li deverekê wiha bi lezekî çawa hatiye û çawa bêperwa tevgeriyaye. Dewletê li vê cihê bûyerê tevdîr negirtine û vê yekê jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê yê zarokekî vekiriye. Ji ber ku dewlet berpirsyare ku ji bo mafê jiyanê tevdîran bigire.” 
 
'DIVÊ CEZAYÊN GIRAN BÊN DAYÎN’
 
Duşunmez axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bûyerên bi vî rengî êdî ne qewimin, divê cezayên giran werin dayîn û sepanên qanûnî bên ferzkirin. Kes an jî saziyên hêza cemaweriyê ya dewletê bi kar tînin, divê nebin sedema mirina zarokan. Divê berpirsyartiya nekuştinê ji ewil dewlet pêk bîne. Divê mecbûr e ku li dijî kuştinan qanûn û sererastkirinên hiqûqî û îdarî yên rê li ber van sûcan digirin derxîne. Dema faîl hêzên ewlekariyê bin, pratîka necezakirinê dikeve meriyetê. Armanca esasî ya darizandina cezayê ew e ku rastiya madî derxînin holê. Lê ji ber ku ji bo vê hewldanek nayê kirin, îdiayên di dosyayê de bi qasî tê xwestin nayên lêkolînkirin, ewraqên ji yekîneyên hêzên ewlekariyê tên xwestin naxin nav dosyayê û hêzên ewlekariyê lêkolîneke bêalî nakin, di dosyayên faîlên wan hêzên ewlekariyê ne de pratîka necezakirinê derdikeve pêşberî me. 
 
DIVÊ BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN
 
Meqamên darazê pasîf û bêbandor tevdigerin. Ji bo girtina faîl daxwazeke girtinê nehatiye kirin û xisûsên di vê çarçoveyê de jî red kiriye. Ev yek nîşan dide ku hewldane faîl biparêzin. Weke Partiya Çepên Kesk, di serî de Wezareta Karên Hundir em bang li hemû meqamên edlî û îdarî dikin ku tavilê dest bi lêpirsîneke bibandor bikin. Divê berpirsyarên vî sûcî tavilê bên dîtin û derxînin pêşberî darazê. Divê meqamên edlî û îdarî êdî di van bûyeran de dev ji parastina peywirdarên cemaweriyê berdin û bi lêpirsîneke xurt vê bûyerê zelal bike. Em ê vê dozê bişopînin û ji bo malbatê jî sersaxiyê dixwazin.” 
 

Sernavên din

12/06/2023
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir