Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin

  • rojane
  • 09:00 11 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Welatiyên Rihayê ku encamên hilbijartinê nirxandin, bal kişandin ser kêmasiyên di wê pêvajoyê de hatine kirin û rêyên çareseriyê. Rihayiyan got ku muxatabê çareserkirina pirsgirêkan jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.  
 
Piştî hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê nîqaşên der barê encamên hilbijartinê de didomin. Di hilbijartinan de herî zêde desthilata AKP-MHP'ê deng wergirt û di dora 2'yan a hilbijartina Serokkomareye de jî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi serket. Partiyên muxalîf ji ber van encamên hilbijartinê di nava liv û tevgerê de ne. Partiya Çepên Kesk jî di hilbijartina giştî de bi giştî ji sedî 8.80 deng girtibû û 62 parlamenter şandibûn meclisê. Li ser encamên hilbijartinê Partiya Çepên Kesk û HDP'ê dest bi xebatan kirin û pêvajoyeke rexne û xwerexnekirinê dan destpêkirin. Partiya Çepên Kesk û HDP'ê di vê pêvajoyê de wê rexne û nirxandinên gel esas bigre û wê li gor rexne û nirxandinan xwe jinûve ava bike.
 
Me li Rihayê ku Partiya Çepên Kesk ji sedî 24,85 deng wergirtibûn û 4 parlamenter şandibûn meclisê, têkildarî encamên hilbijartinê guh li rihayiyan kir. 
 
'PIRANIYA NAMZETAN TIRK BÛN'
 
Welatiyê bi navê Huseyîn Karadenîz (18) wiha got: "Min dixwest di hilbijartinê de ev deshilat biguhere. Cara yekem min deng bi kar anî. Ev çend sal in ev desthilat e. Berê di Partiya Çepên Kesk de piranî kurd dibûn namzet. Ji ber wê jî deng distandin lê niha piranî ne kurd bûn, ji ber wê jî deng çûn ji AKP'ê re."
 
'KURDÊN NEÇEPGIR ÇIMA DENGÊ XWE BIDIN?'
 
Welatiyê bi navê Îsmaîl Guluogullari destnîşan kir ku piştî hilbijartinan krîza aboriyê zêdetir bûye û got ku li welet xizanî pir e û qet baweriya wî ji desthilatê tune ye. Gulluogûllari polîtikayên Partiya Çepên Kesk jî rexne kir û wiha got: "Ez bi xwe ne çepgir im lê Partiya Çepên Kesk bi navekî çepgir ket hilbijartinan yanî kurdên neçepgir çima deng bidin? Nav pir girîng e divê navekî ku ji hemû kesan di nav xwe de dihewîne bibe."
 
'ÇARESERÎ OCALAN E'
 
Welatiyê bi navê Ersan Akça jî destnîşan kir ku divê HDP û gel li ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rawestin û wiha pê dê çû: "Ji bo Rojhilata Navîn rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan girîng e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu tişt çareser nabin. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê Serokê kurdan e, serokê hemû Rojhilata Navîn e. Çareserî Ocalan e. Tirkiye nikare bi polîtikayên şer û qîrkirinê tu encaman bi dest bixe."
 
'PIŞTGIRÎ JI BO CHP'Ê XELET BÛ'
 
Welatiyê bi navê Mehmed Kiskanç jî diyar kir ku argumanên muxalefetê ji bo têkbirina desthilata AKP'ê têr nedikir û polîtikayên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartine jî wiha rexne kir: "Partiya Çepên Kesk piştgirî da Serokkomarê CHP'ê Kiliçdaroglu lê tu taahût an jî sozek negirt. Anku tenê bi gotina bila ev desthilat têk biçe, çi dibe bila bibe siyaset nayê kirin. Gel jî piştgiriyê nade, divê li dijî desthilatê li gor xwestekên civakê arguman hebûna, lê ev jî tune bûn. Tenê li ser têkbirina Erdogan siyaset hat kirin. Xeletiya Partiya Çepên Kesk a herî mezin piştgiriya ji bo CHP'ê û Kiliçdaroglû bû. Anku kesên ku te qebûl nake û tu taahûdê nade te, tu çima piştgiriyê wan dikî?"
 
Kiskanç anî ziman ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî aştiyek pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê rêveberên dewletê û kurd hevdîtinan bikin ku aştiyek pêk were. Ji bo kurdan muxatab Ocalan e. Çareserkirina pirsgirêka kurd bêyî Abdullah Ocalan nabe."
 
'PARASTINA MAFÊ JINAN Û CIWANAN'
 
Yildiz Çelîkê jî bal kişand ser daxwezên jinan û ev tişt anî ziman: "Partiya Çepên Kesk hem xitabî jinan hem jî ciwanan dikir, lê li Rihayê ji ber ku hêviya jin û ciwanan tuneb û neçûn ser sindoqan. Sedema vê yekê jî Partiya Çepên Kesk parastina mafê jin û ciwanan de qels ma." 
 
'PARTIYA ÇEPÊN KESK DIVÊ DI NAVA GEL DE BÛYA'
 
Ramazan Atiş (18) ku cara yekem raya xwe avêtiye diyar kir ku encamên hilbijartinê ne li gor dilê wî bûne û ev tişt bi lêv kirin: "Li vî welatî pirsgirêka krîza aborî û demokrasiyê heye ji ber vê yekê min jî dixwest desthilat biguhere. Partiya Çepên Kesk jî pir daneket nava gel, xwestekên ciwanan û gel baş guhdar nekir, ji ber vê jî rayên wê kêm bûn."
 
Ahmet Satişê raya xwe daye AKP'ê jî muxalefetê rexne kir û got ku tenê li ser têkçûyina Erdogan siyaset nayê kirin. 
 
MA / Mahmût Altintaş  - Ceylan Şahînlî

Sernavên din

12/06/2023
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir