Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin

  • rojane
  • 09:03 12 Hezîran 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Di encama qirkirinên siyasî yên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê de heta niha herî kêm 82 kes li Şirnexê hatin binçavkirin û ji wan 13 jê hatin girtin. Hevserokê HDP'a Cizîrê Mesût Nart got ku ev operasyon li dijî daxwaza guherînê hatine kirin û divê tu kes bêdeng nemîne. 

 
Îktîdara AKP-MHP’ê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê û heta tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya 28’ê Gulanê, li bakurê Kurdistanê bênavber operasyonên qirkirina siyasî kirin. Di vê pêvajoyê de li Şirnex û navçeya wê Cizîr ku di bin dorpêça polîsan de ne, bi sedan kes hatin binçavkirin û herî kêm 13 kes hatin girtin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Cizîrê Mesût Nart têkildarî van êrişan axivî û got ku dewlet Cizîrê weke qada ceribandinê hêza xwe bi kar tîne. 
 
Mesût Nart
 
Mesût Nart diyar kir ku ji Newrozê heta niha di bin dorpêça polîsan de ne û wiha got: “Ev operasyonên têk kirin jî li dijî vîna gel tên kirin. Cizîr, ev demekî dirêje di bin dorpêça polîsan de ye. Ji Newrozê heta niha ev dorpêçe didome. Xelkê Cizîra Botan di Newrozê de peyameke xurt da. Daxwazên xwe bi eşkereyî gotin û em bi wan peyaman tev li xebatên hilbijartinan bûn. Rejîma AKP'ê û MHP'ê ev nêrazîbûna gel dît. Lewma ji wê rojê ve Cizîrê weke qada ceribandina xwe bi kar tîne. Rastiyeke bajarê me heye; hem tevgera kurd hem jî dewlet li vir bihêz e. Cizîr bikuxe jî her dever nexweş dikeve. Lewma operasyonên qirkirina siyasî li Cizîrê bi dawî nabin. Li dijî jin, ciwan û partiyên siyasî her sal operasyonan dikin. Xelkê Cizîrê bi vîna xwe li ser pêyan disekine. Lewma ji Newrozê heta niha hewl didin bi zextên xwe vê îradeyê vala derxînin. Ji bo vê jî hemû sazî û hêzên xwe bi kar tînin.” 
 
'DIXWAZIN KU TOLÊ HILÎNIN’
 
Bi domdarî Nart got ku desthilata AKP-MHP’ê bi rêbazên cuda dixwaze tola hilbijartinê ji xelkê herêmê hilîne û ev tişt anîn ziman: “Di dema erdhejê de xelkê Botanê ji dest çi hatibe ji bo mexdûran kir. Alîkarî asteng dikirin lê dîsa jî herî zêde Cizîrê alîkarî da. Ji bo valaderxistina hewl dan bi rêya leşker û polîsan çavê gel bitirsînin û ji îradeya xwe dûr bixin. Cihên ku tu kes lê tune jî polîsan bi awayekî keyfî bombeyên gazê diavêtin. Lê tevî her tiştî jî gelê me di hilbijartinê besiv da û bi eşkereyî got ku guherînê dixwaze. Ji bo serkeftinê daxwazeke mezin hebû û bi ser ketin. Niha jî dewlet dixwaze bi operasyonan, zext û zorê îradeya gel bi dest bixe. Heta bi rêya TEDAŞ’ê jî dixwazin tolê hilînin.” 
 
'TU ELEQEYA VAN OPERASYONAN BI ÎNSANETIYÊ NÎNIN'
 
Di berdewamê de Nart diyar kir ku dewlet li Cizîrê polîtîkayeke derqanûnî dimeşîne û wiha pê de çû: “Encamên hilbijartinê yên li Şirnex û Cizîrê ji yên salên berê cudatir nebûn. Gelek kesan ji ber zilm û zorê koç kir. Ji ber krîza aborî jî gelek kesan berê xwe dan metropolan. Heke ku di hilbijartinê de kêmaniyek hebe jî ev jî girêdayî vê ye. Lê Cizîr dîsa li ser lingên xwe ye. Dibe ku encama herî xurt îro li Cizîrê derketiye. Îktîdar niha weke ku di navbera du aliyan de şer hebe tevdigere. Ev rêbaza niha li ser me diceribîne jî tu eleqeya xwe bi siyaset, insanetî û wijdanê nîne. Îro jî Cizîra Botan lewma ewqas dorpêçkirî ye. Niha jî kesên tu eleqeya wan bi partiyê re nîne jî binçav dikin. Di her serdegirtinan de deriyan dişkînin, êriş dikin, berê çekan didin rûyê wan û gelê me aciz dikin. Ev hesta tolhildanê ye.”
 
'GELÊ BOTANÊ SERÎ NATEWÎNE’
 
Nart, daxuyand ku tevî êrişan jî gelê herêmê serî natewîne û wiha derbirî: “Bi kabîneya nû re xwestin xwe hinek nerm nîşan bidin. Ji bo ku ji derve wisa xuya bike. Lê li hundir jî em vê dijîn. Anku zilm e, zordarî ye. Gelê me tu carî serî netewand û dê vîna xwe teslîm neke. Dixwazin heta hilbijartinên herêmî jî vî dîmenî nîşanî derve bidin. Lê dê encamekî bi dest nexin. Xelkê Cizîrê ji ber ku encama dixwest bi dest nexist hinek bi hêrse lê qels nebûye. Dê ev hêrs bibe wesîle ku di hilbijartinên pêş de gavên nû bên avêtin. Divê derdorên demokratîk li dijî van operasyonan bêdeng nemînin. Hedef ne tenê Cizîr, Şirnex û Botan e. Hedef gelê kurd e. Heke Botan qels bibe dê hemû derdorên civakê qels bibin. Lewma divê hemû kes piştgiriya hev bike û dengê xwe derxîne. Xelasî bi vê pêkan e.” 
 
BÎLANÇOYA JI 6’Ê GULANÊ HETA NIHA 
 
Bîlançoya girtin û binçavkirinan a ji 6’ê gulanê heta niha ya li herêmê wiha ye: 
 
* 6'ê gulanê: Di serdegirtinên li Cizîrê û gundên wê de Şahîn Cîngû, Behmen Selçûk û Serhabûn Taniş hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê hatin berdan. 
 
* 17'ê gulanê: Di serdegirtinên li Cizîrê de 25 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes jê hatin girtin. 
 
* 22'yê gulanê: Li Şirnexê di serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Ji van 5 kes hatin girtin. 
 
* 24'ê gulanê: Li navçeya Hezexê di serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Civan Karavîş, Umît Geçgel, Yûsûf Kargol, Mûrat Kavçi, Emrûllah Kavçîn û Rojhat Pîşkîn hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê hatin berdan.
 
* 5'ê hezîranê: Li Cizîrê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.
 
* 6'ê hezîranê: Li Taxa Sûr a Cizîrê di serdegirtina malekê de dayik, bav û 6 zarokên wan hatin binçavkirin.
 
* 7'ê hezîranê: Li Cizîrê di serdegirtina malan de welatiyên bi navê A.R û M.R hatin binçavkirin. M.R hate girtin. 
 
* 9'ê hezîranê: Li Taxa Cudî û Nûrê yên Cizîrê de polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navên Abîdîn Kuçuk, Îbrahîm Şahna, Remzî Dadak, Nasir Şahna, Bezrîhan Dadak, Salih Bekiroglû, Sînan Dalmiş, Mehmet Çagdavûl, Metîn Ecevît, Ridvan Şahnaz, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Dûran, Muhlîs Dalmiş û Hasan Dadak hatin binçavkirin. 15 kes niha li emniyetê tên ragirtin.
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

12/06/2023
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir