Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin

  • ciwan
  • 09:07 12 Hezîran 2023
  • |
img
 
AMED - Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku ji bo bixwînin neçarin bixebitin û anîn ziman ku ew nikarin bi hêvî li pêşerojê binêrin. 
 
Ji ber krîza aboriyê ya her ku diçe kûrtir dibe fikarên xwendekarên zanîngehê zêde dibin. Gelek xwendekarên zanîngehê ji bo ku dibistanê bi dawî bikin neçarin bixebitin. Xwendekarên ji ber kêmbûna bûrsên ku ew distînin bi gazin in, têkildarî pêşerojê bi fikar in. 
 
NEKARÎ BIÇE ZANÎNGEHA KU DIXWEST
 
Xwendekarê beşa Konservatuara Dewletê yê Zanîngeha Dîcleyê Omer Aslan bi lêv kir ku bûrsa werdigirin têra wan nake û wiha got: “Bûrsa min hezar û 250 lîre ye. Li vir bihayê otobûsan ên xwendekaran 3 lîre û nîv. Nêzî 300 lîre dike. Xwarina me jî heye. Tostek 30 lîre ye. Gelek zor debara xwe dikin.” Aslan, bi lêv kir ku ji ber krîza aboriyê ya heyî nikarin biçin zanîngeha ku dixwazin û wiha berdewam kir: “Min xwest li Zanîngeha Egeyê bixwînim. Şertên aborî rê nedan; ji ber debara malbata min kêm e. Bavê min naxebite. Dayika min kevaniya malê ye. Xeyala min bû lê min nekarî biçim.”
 
Omer Aslan
 
‘DIVÊ MULAKAT BÊ RAKIRIN’ 
 
Aslan, ê fikarên xwe yên li ser tayînkirinê anîn ziman ev tişt gotin: “Divê xalê her kesî hebe. Xalekî me jî nîne. Ez dixwazim ewilî mulakat bên rakirin. Divê wisa be. Dixwazim lêpirsîna ewlehiyê bê rakirin.”
 
‘HÊVIYA ME JI TAYÎNKIRINÊ NÎNE’ 
 
Xwendekara beşa Mamostetiya Matematîkê ya Dibistana Sereteyî ya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê Ebrû Aslan jî da zanîn ku bûrsê nadin wê. Aslan, anî ziman ku ji ber pirsigirêkên tayînkirina mamosteyan nikare krediya hîndekariyê jî bigire û bi pereyê ku malbata wê jê re dişîne debara xwe dike. Aslan, bi lêv kir ku naxwaze bikeve nava deyndarên Saziya Wargehên Krediyê (KYK) û wiha got: “Gelek hevalên min ên pirsgirêkê dijîn hene. Ji ber ku rê pir dûr e bûrs tê re nake. Tê re xwarinê nake. Hêviya me ji tayînkirinê nîne. Ji ber wê yekê ez difirikim ku xwe pêşve bibim û lîsansa bilind bikim.”
 
Ebrû Aslan
 
Aslan, destnîşan kir ku ji polîtîkayên desthilata heyî tu bendewariyeke wê nîne û wiha berdewam kir: “Wê xetayên kevin berdewam bike. Dixwazim weke mamoste bê tayînkirin. Dixwazim dibistanên gundan vebin. Divê xwendekar hem neçin dibistanê û hem jî nexebitin. Divê di vê mijarê de zêdetir piştgiriyê bidin xwendekaran.”
 
HEM DIXEBITE HEM DIXWÎNE
 
Xwendekara beşa Mamostetiya Spor û Perwerdehiya Laş a Zanîngeha Dîcleyê Dîlek Erol jî diyar kir ku ji ber bûrsa werdigire têre nake dixebite û wisa dike perwerdehiya xwe bidomîne. Erol, anî ziman ku şertên xebatê bandorê li jiyana wê ya perwerdehiyê dike û ev tişt got: “Ez antrenoriya Kick Boksê dikim. Dersên taybet didim. Li eywanan dixebitim. Bi vî awayî debara xwe dikim. Hem dixwînim hem jî debara xwe dikim. Ji lîseyê vir ve wisa berdewam dikim. Zehmet e ku hem mirov bixebite û bixwîne. Serê sibê neçar dimînim ku bêxew dikevim dersan.”
 
Dîlek Erol
 
‘HÊVIYA ME ŞIKANDIN’ 
 
Erol, anî ziman ku têkildarî tayînkirinê fikarên wê hene û wiha berdewam kir: “Rewşa welat hêviya me dişikîne. Ji ber ku pûanên me yên tayînkirinê gelek bilind bûn. Em hem sporvan in hem jî mamostetiyê dikin. Pûanên me yên tayînkirinê 85’in. Ez ê hem sporvanan perwerde bikim, hem bikevim maçan û hem jî dersan bixebitim. Ez ê xwe bikim 3 perçe. Ev yek gelek zehmetiyê dide min. Ji xwe ji ber em aktîvîteyeke fîzîkî dikin diwestin. Divê em hem bêhna xwe vedin û di heman demê de ders jî bixebitin. Ev jî me gelek aciz dike.”
 
‘NIKARIM BI HÊVÎ BINÊRIM’ 
 
Xwendekarê beşa Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dîcleyê Yûsûf Aslan jî anî ziman ku bi xebitînê perwerdehiya xwe didomîne û wiha got: “Ez ne bûrsê ne jî krediyê werdigirim. Divê ez hem bixebitim û hem jî bixwînim. Carna dereng ji kar derdikevim. Hewl didim her duyan bi hev re bibim. Ez berê xwe bidim kê ya din di destê min de dimîne.”
 
Yûsûf Aslan
 
Aslan, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku 100 hezar mamoste bên tayînkirin û ev tişt gotin: “Daxwaza me ew e ku li dibistanên seretayî û navîn beşên muzîkê bên vekirin. Bi giştî pirsgirêka tayînkirina hemû beşan heye. Divê ewilî fikarên pêşerojê ji holê bên rakirin. Kesên beşên sosyolojî, wêje û felsefeyê dixwînin vala ne.”
 
 

Sernavên din

12/06/2023
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir